Nûçe

HAK-PARê Komcivîna xwe ya asayî ya 7-mîn çêkir

Refik Karakoç ji nû ve wek serokê gistî hat hilbijartin

Komcivîna HAK-PARê ya heftemîn di roja 22 ê Cotmehê de li Enqerê, bi besdarîyeke mezin hat çêkirin.

Ji ber midaxale û astengîya polêsan, komcivînê du saetan derengtir dest bi kombûna xwe kir. Wan berî civînê, alayên Kurdistanê û posterekî mezin ê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku li dîwarên salonê daliqandî bûn, daxistin xwarê. Ser vê yekê pevçûn û qelebalixiyek çê bû, polêsên du ciwanên HAK-PARî girtin û birin.

Komcivînê bi rêzgirtina sehîdan dest pê kir. Li ser navê gelek rêxistinan axaftin hatin pêskêskirin. Di hemû gotaran de êrisên Iraq, Îran û rêxistina terorîst Hasdî Sehbî hatin rûreskirin, ji têkosîna gelê Kurdistanê re silavên pistgirî hatin gotin.

Axiferê pêsîn serokê gistî Refîk Karakoç bû. Wî êris û dagirkerîya Iraq, Îran û Hasdî Sehbî ya li Herêma Kurdistana Basûr rûreskir û da xuyan ku tu kes nikare îrada serbest ya gelê Kurd tune hesab bike. Got em heta dawî li pist biryar û encamên vê îradeyê ne.

Karakoç di axaftina xwe de herweha got ku HAK-PAR projeyeke yekbûn û hevgirtinê ye, loma bang li hemû kes, rêxistin û derdorên welatparêz dike ku werin milên xwe bidin milên hev û di vê yektîyê de hêza gelê me xurt bikin. Dergehê HAK-PAR ji hemû welatparêzên demokrat û astîxwez re vekirîye.

Li ser navê gelek partî û rêxistinên cuda yên hemû parçên Kurdistanê gelek nuner besdar bûn, hinekan ji wan axifîn, yan jî silavnameyên wan hatin xwendin.

Di komcivînê de serokê gistî yê berê yê HAK-PARê birêz Kemal Burkay jî axifî. Burkay li ser rewsa dawî ya Herêma Kurdistana Basûr sekinî û nerazîbûn û dijderketina hisk ya dewletên dagirker Îran, Iraq û Tirkîyê rexnekir. Di axaftisna xwe de Burkay bi berdewamî wehagot;

“Herêma Kurdistanê wek doraveke demokrasîyê ye”

“Herêma Kurdistanê wek doraveke demokrasîyê ye. Ji alîyê ewlekarîyê ve jî wehaye. Ji alîyê maf û azadîyan ve jî weha ye. Yanî kurdan di demeke kurt da karibûn li herêma xwe sazîyeke nîsbeten ji tevaya Iraqê cudatir avabikin. Digel Kurdan, Tirkmen û Ereb jî, herwisa yên ji bawerîyên cuda wek Kurdên Êzdî û Xiristîyan jî xwe azad dibînin, ji ber ku li ser kesî zext û zordestî nayê kirin. Herkes dikare partîyên xwe yên sîyasî avabike. Bi serbestî ziman û çanda xwe pêsda bibe, perwerdeyeke azad bibîne. Ew hemû jî xwedî dibistan û kolej in.

Zaten pistî referandûmê Komîsyona Kurdistanê da zanîn ku Kurdistana bi xwe jî dê federal be. Zimanên biçûk jî wê wek zimanên fermî bên qebûlkirin. Ev jî dide xuyakirin ku Kurdistan ji nuha ve adayeke demokraîyê ye. Bas e bo çi li dijî wê derdikevin? Hûn çi dixwazin? Goya Iraq tê parçekirin. Iraq ji xwe parçebûye. Hûnê bi çi bi hev ve bizeliqînin?

Li Kurdistanê referandûmek çêbû, 93% dengê belê derket. Ma ji vê re rêz nayê girtin? Bi 51% dengî sîstema serokatîyê anîn Tirkîyê. Ew jî bi niqas bû. Ne serm û fedî divê hebe. Dengê 51% dibe, lê çima hûn ji 93% re rêz nagrin? Divê herkes ji îradeya gelê Kurdistanê re rêz bigre.”

Pistî axaftinan, raporên xebatê û darayî hatin xwendin û qîmetkirin. Dûre hilbijartinên organan çêbûn. Endamên Meclîsa Partîyê, koma dîsîplînê û serokê Gistî hatin hilbijartin. Ji bo serokatîya Partîyê Refik Karakoç, serokê dewra berê ji nû ve hat hilbijartin.

Ji Komcivînê ev biryarên jêrîn derketin:

BIRYAR 1

Komcivîna me; ”Referandûma Serxwebûnê” ya Herêma Kurdistana Federe ku di roja 25’ê Îlonê 2017’a de çêbû rewa dibine û pistgirîya wê dike.

Di serî de Tirkîye bangî hemû dewletên herêmê dike ku ji mafê tayînkirina çarenûsa milletê Kurd ra rêz bigrin.

Di serî de li YDA, Rûsya, welatên YA hemû dewletên cîhanê bang dike ku ji îradeya milletê Kurd ya ku bi referandûma 25ê Îlonê 2017a de nîsandaye rêz bigrin. Ji bo rakirina neheqîya 100 salên borî gavan bavêjin.

BIRYAR 2

Komcivîna me, dagirkirina Kerkukê û deverên dî ku ji alî rêxistina paramiliter Hastî Sabî ya ku bi destê hukumeta navendî ya Iraqê ya mezhebperest û Îranê ve tê fînansekirin, rûres dikin.

Bila Hukumeta Navendî ya Iraqê û rêxistina terorîst a Hestî Sabî derhal ji Kurdistanê derkevin.

Komcivîna me, silavê li gelê Kurd dike ku bi qehremanî welatê xwe diparêze.

Komcivîn, diyar dike ku ê herdem pistgirîya xwe ya ji dil, ji pêsmergeyê qehreman re nisan bide.

BIRYAR 3

Komcivîna me, ji têkosîna azadîya gelê Kurdistanê ya li Îranê û Surîyê re pistgirîya xwe nisan dide. Li siyaseta yekxwez, sekter ya PYD ku li hember hêzên welatparêz yên derveyî xwe zordestîyê bi kar tîne sermezar dike. Bal dikisine ser xetera encamên pêserojê yên sandina çekdarên kurd ji bo serên dervayî axa Kurdistanê.

Komcivîna me bang dike ku nelihevkirina rêxistinên kurdan di çarçova ”Peymana DUHOKê” de bên çareserkirin û di sîyasetên neteweyî de yekîtîya têkosînê bête hûnandin.

BIRYAR 4

Komcivîna me, bang li dewleta Tirkîyê dike ku; guh bide daxwazên heqane û rewa yên 25 mîlyon kurdên ku di nav sînorên wê de dijî; dev ji siyaseta xwe ya heta îro mesandiye berde. Vê siyaseta ku li ser bingehê înkarê, asîmîlasyonê hatîye danîn û çareserîyê di zordestî û tedbîrên eskerî de dibine, terk bike. Ev yek tenê pirsê girantir dike, rêya durust ew e ku ji bo çareserîyeke astîyane û demokratik gavan bavêje.

BIRYAR 5

Komcivîna me bang dike ku barikat û astengên li ber normalîzekirin û demokratik kirina Tirkîyê ji holê bêne rakirin û ji bo pêkanîna hoyên azadî û serbestîye berî her tistî divê dawî rejîma awarte (OHAL) bête anîn.

BIRYAR 6

Komcivîna me bang dike ku; hemû rêxistinên Kurd dest bidin hev ji bona rakirina astengên li ber perwerdeya bi zimanê dayîkê, ji bona xebitandina zimanê kurdî wek zimanekî fermî pêkve xebatê bikin.

BIRYAR 7

Komcivîna me, destnîsan dike ku Gelê Kurd ji dervayî ên ku sîdetê esas digrin, li tercîheke din a xwedî rêyeke demokratik û astîyane digere. Loma bang li hemû welatparêzên Kurd dike ku guh bidin daxwaza gel, û ji bo berpirsîyarîya xwe bi cî bînin tev li HAK-PARê bin. HAK-PAR a ku ji alî hin alîyên cuda ên sîyaseta Kurd ve hatîye avakirin û heta îro hatîye, dikare bibe bersiva lêgerîna gele me.

Mêvanên ku besdarî komcivînê bûn:

AbdulHamit Kiliçaslan KDP Bakur

Yüksel Avsar KDP-T

Hanifi Turan PAK

Ramazan Kahramaner PAK

Emrullah Süslü- Endamê MP ya KADEP

Nizamettin Maskan KADEP

Bekir Yalçin KADEP

Hayati Çiçek KADEP

Bahattin Ayaz DDKD

Ahmet Acar – Endamê Insîyatîfa Yekîtîya PDK

Seyfettin Karatay Endamê Insîyatîfa Yekîtîya PDK

Sirin Altay DBP PM üyesi

Mesut Özer DBP Serokê liqê Ankara

Bekir Ücgen—Nunerê Komela Pistgirîya HAK-PAR Ewropa

Roni Bayraktar – Nunerê Komela Pistgirîya HAK-PAR Ewropa

Muhammed Hanan -Nunerê PDK-S

Adnan Sütçü – Endamê Kom. Rêvebir ya Komeleya Pistgirîya HAK-PAR li Ewropa

Azad Hanan PDK-S
Sevin Hanan PDK-S

Ebdo Sido PDK-S

Nezir Xelil PDK-S

Rizan Sixo PDK-S

Abdel Hesan PDK-S

Ahmod Ahmod PDK-S

Adnan Omer PDK-S PDK-S

Mojed Mohmed PDK-S

Necat Ömer PDK-S

Muhamed Sêx Ehmed PDK-S

Muhiyeddin Muslim PDK-S

Ferid Hak Abdo PDK-S

Ahasen Nado PDK-S

Firyal Nado PDK-S

Iman Nado PDK-S

Ümit Firat : Nivîskar

Fettah Timar: Serokê Komeleya Pistgirîya HAK-PAR”li Ewropa

Abdurrahman Deli Kürt-KAV

Sehzade Demir Kürt-KAV

Kasim Kiliçalp Kürt-KAV

Füsun Parlak Kürt-KAV

Faruk Düre Kürt -KAV

Hüseyin Özbal TKP 1920

Ayhan Aydogan EMEK Partisi

Ibrahim Güçlü – Siyasetmedar, nivîskar

Remzi Inanç – Nivîskar

Mahmut Fevzi Firat

Diyar Firat

Hasan Nuri Göçmen – Berpirsîyarê malpera Dengê Kurdistan

Mehmet Emin Eren

Cengiz Çakir Basin

Dengê Kurdistan

Back to top button