HAK-PARê li Amedê starta komcivînê da

Bi besdariya Birêvebirên Navendê, Serok û Birêvebirên Saxê Amedê û endam û alîgirên partiyê, li avahiya Saxê Amedê ya Partiya Maf û Azadiyan civînek hat lidarxistin.
Di civîna navborî de mijarên wek nirxandina pêvajoya siyasî û bûyerên li herêmê, destpêkirina kampanyaya endam çêkirinê û amadekariyên komcivîna Saxê Amedê ku dê di nav meha Çileyê Pasîn de were lidarxistin, hatin gengesîkirin. Hêjayê gotinê ye ku civîn, bi besdariya bi qasî çil kesî hat birêvebirin. Herweha, ligel endam û alîgirên partiyê, Sêwirmendê Serokê Gistî Refîk Karakoç, Hîmdarê Partiyê Sedat Çinar, Cîgirên Serokê Gistî Abdûllah Çelebî û Ihsan Durak, Endamê Meclisa partiyê Turan Il, Serokê Saxê Navçeya Pasûrê M. Sah Eren, rûsipiyê partiyê Resat Tunç û çendîn dostên partiyê yên wek Abidîn Atay, Tahsîn Erdogan, Selva Baksî jî besdarê civînê bûn.
Civîn, ji aliyê Serokê Saxê Amedê yê Partiya Maf û Azadiyan Vasif Kahraman ve hat birêvebirin. Pistî vekirina civînê ku ji aliyê Vasif Kahraman ve hat destpêkirin, besdaran derbarê mijar û rojevê de bîr û rayên xwe anîn ziman û pistre jî biryara çêkirina komîsyonek hat dayîn ku ji vir sûnde kar û barên amadekariyên komcivînê bi rê ve bibe.
Dengê Kurdistan