Nûçe

HAK-PARê li Diyarbekirê Konferansek li ser zimanê dayîkê çêkir

Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê bi munasebeta 21 Sibatê Roja Zimanê Dayîkê, îro li Diyarbekirê konferansek çêkir. Di Konferansê de Bilal Zilan, Saîd Veroj û Hemîd Kiliçaslan derbarî pirsên zimanê kurdî qisekirin. Civîn di modetaroya nivîskar/siyasetzan Ibrahîm Güçlü de hat rêvebirin. Civîn li xanîyê Weqfa Rîya Azadî derbasbû.

Said Veroj derbarî rewsa zimanê kurdî de got ku, hin gavên ku çend sal berê ji aliyê hukumetê ve hatin avêtin wek; destpêkirina dersa kurdî wek derseke hilbijartinê û xwendina ziman û wêjeya kurdî di çend unîversîteyên de, dikaribû sûd bidana zimanê kurdî, lê wisa nebû. Partîya HDP, sendîkayên wek Egitim-Sen bi tundî li dijî wan gavan sekinîn. Propagandayeke wisa kirin ku di çavê kurdande res bikin, nehêlin kurd zarokên xwe bidin qeydkirin ji bo ku dersa kurdî hilbijêrin. Bê guman Hukumata Tirk niha gelek razî ye ku jimara zarokên qeydkirî gelek kêm e. Veroj di berdewamîya axaftina got ku ji nav bisthezar mamosteyên ku hildane kar tenê 3 mamosteyên kurdî hene.

Bîlal Zîlan jî li ser rewsa dimilî/zazakî gotarek xwe xwend. Pirsgirêkên heyî destnîsan kirin. Siyasetmedar û endamê Koma Kurmancî Hemîd Kiliçaslan jî li ser hin pirsên ziman sekinî û derbarî xebatên Koma Kurmancî de agadarî dan.

Sedat Çinar ku li ser navê HAK-PARê axaftineke xurt kir, got pirs di bingehê xwe de pirseke Yasaya Esasî ya Tirkîyê (Anayasa) ye . Divê em ji bo guhertina yasayi bixebitin. Rêlibergirtina Asîmîlasyonê weha dikare mumkun be. Divê perwerdeya bi zimanê kurdî di yasaya bingehîn de bête bicîkirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button