Nûçe

HAK-PARê sert û mercên qanûnî yên pêwîst ji bo besdarbûna hilbijartinan wek partî pêk anîn

JI RAYA GISTÎ Û ÇAPAMENIYÊ RE

Weke tê zanîn; ji bo partäya HAK-PARê û hin partiyên din, qada siyaseta legal ya li Tirkîyê, bi qedexeyan û gelek astengiyên xwe ve wek rêyeke mayînkirî ye. Di serî de yasaya bingehîn (Anayasa) û Qanûna Partiyên Siyasî, gelek astengî û qedexeyên taybet rê li ber van partiyan digrin. Mafê wan ê besdarbûna di hilbijartinan de hebe jî, nabe ku ew daxwaza sert û mercên wekhev û adilane bikin.

Yek ji neheqîyên ku ji ber astengiyên li pêsiya partiyên muxalefetê çêdibin ew e ku alîkariya xezîneyê nadin hin partiyên ku besdarî hilbijartinan dibin. Dema ku hin partî ji xezîneyê alîkariyên madî yên mezin distînin, HAK-PAR û hin partiyên din ji vê alîkariyê bê par in.

Digel hemû sert û mercên neyînî jî HAK-PAR wek partî besdarî hilbijartinên 2015an bû û di encama kampanyaya hilbijartinê ya ku bi derfetên kêm pêk anî, bala civakê kisand ser xwe.

Tevî her tistî, HAK-PAR ku tenê bi heqê endametî û bexsên endamên xwe besdarî hilbijartinên 2015’an bû û bi 110 hezar dengan bala hilbijêran kisand ser xwe, hingê rejîma heyî dixwest ev partî ji pergala hiqûqî bê dûr xistin.

Çima? Ji ber ku HAK-PARê bal kisand ser pirsgirêkên bingehîn ên civakê, bi taybetî pirsgirêka kurd û çareseriyên adil û hemdem pêskêsî civatê kir. Wan bi awayekî neqanûnî, bi manevrayên burokratîk ên curbecur, jimara endam û rêxistinên Partiya me li gelek deveran sifir kirin, tune hesibandin. Bi vî awayî nehîstin ku wek partî besdarî hilbijartinên navçeyî yên sala 2018ê bibe.

Pistî kongreya xwe ya 9. HAK-PAR neçar ma ku hema hema ji sifirê destpê bike, xwe ji nû ve birêxistin bike. Bi berpirsyariya afirandina alternatifeke ku gelê me bi dil û can dengê xwe bidê, xebateke dijwar mesand û careke din sert û mercên qanûnî yên besdarbûna hilbijartinan bi dest xist.

Nuha HAK-PARê li gor sertê ku li 41 bajarên û ji sêyan yek (1/3) ê navçeyên wan bajarên bên birêxistinkirin, bi cih anîye.

Em niha bi hêsanî radigihînin ku; Eger rejîm rêyên ne qanûnî dernekexe û bi pêpeskirina qanûnên xwe jî astengên nû dernekexe, HAK-PAR wek bijardeyeke astiyane û demokratîk cihê xwe di qada siyasî de girtiye ku ji hemû pirsgirêkan re, nemaze çareseriyên adil, yên hevdem derdixe pês, ji çareserkirina pirsa Kurd re rêberî dike û sîdetê ji holê radike.

HAK-PARê sert û mercên qanûnî yên pêwîst ji bo besdarbûna hilbijartinan wek partî pêk anîn.

Ev destkefta ku di eynî demê de wê derfetê bide ku daxwazên rasteqîn ên gelê me derbixe holê, rojeva xwe ya taybet biafirîne, siyasetê bike an jî bandorê li siyasetê bike, derfetek e ku divê her kes bi taybetî welatparêzên Kurd, yên ku li ser bingehê têkosîna astiyane û alîgirê demokrasî û azadiyê ne.

Ji vir ve em bang li hemû welatparêzên dilpak ên ji bo astî, demokrasî û azadiyê diparêzin dikin; Werin em dest bidin hev hîleyên hêzên tarî yên ku ji Kurdan re rêxistin û serokên sexte tayîn dikin eskere bikin û nehêlin ku wan bikin amûra serê desthilatdarîya xwe ya navxweyî.

Em dibêjin:

Werin em dest bidin hev, alternatîfeke bihêz derxînin meydanê, ya ku nûnertiya gelê kurd bi destê xwe pêk bîne, çareserîyên siyasî biafrîne da ku hebûna gelê kurd di destûra bingehîn de bête naskirin; hemû mafên gelê me yên demokratîk, statuyeke xwe-bi xwe îdarekirin jî di nav de bên garantîkirin, di serî de zimanê kurdî li gel tirkî wek fermî bête qebûlkirin. 17/12/2022

Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button