Nûçe
Hatîce Yasar hat azadkirin

Mihemed Eren
Amed
Siyasetmedara Kurd Hatîce Yasar ku li ser biryara dozgerê Dadgeha 3-Emîn ya Istenbolê hatibû binçavkirin, pistî îfadewergirtina dozger hat azadkirin.
Siyasetmedara Kurd Hatîce Yasar ku Avahiya Dadgeha Çaglayan ya Istenbolê pistî ku îfade da serdozgerê Komarê, bi egera îdiayên ku derbarê wê de hatine kirin pûç derketine hat azadkirin.
Li gor parêzerê wê Rûsen Aslan, lêgeriya derbarê Hatîce Yasar de ku bi ‘Endametîya Rêxistina Çekdar ya Terorîst’ hatiye tawanbarkirin, dê li gel wê dosya 44 kesê dom bike.
Siyasetmedara Kurd Hatîce Yasar, di dadgehê de îdia û tawanbariya derbarê xwe de nepejirand û di dij derket.
Dengê Kurdistan