Hefteya Filmên Kurdî li Munîhê dom dike

Hefteya Filmên Kurdî ku bi sernavê “Peyam” roja 15ê sibatê li bajare München dest pêkirbû, her bi serfirazî û bi serketin berdewam e. Hefteya fîlmên Kurdî, li Gasteig, kitêbxaneya herî mezin ya Munîhê tê derbaskirin. Evder bi çand û çalakiyên cuda xemilî ye.
Hefteye filmên Kurdî ji alîye komela KOMKAR München û bi alîkariya Bibliothek ê va hat li darxistin. Ji bona vê çalakiye 2000 hezar belevok li München hatin belavkirin. Fîlmên ku di hefteye da cîh girtin ev bûn:
-Reseba (The Dark Wind) ku li ser êrîsa Daisa xof û wehs li Sengalê û serborîya xelkê me yî belengaz Êzîdiyan tîne ber çavan…
-El Clasico ku li ser jiyana du birayên ku wek vucud, (kleinwüchsig) kin mane hatîye amadekirin.
-Kilama Dayîka min (Song of my Mother) li Kurdistana bakur û li Stembolê derbaz dibe. Jiyana pênaberîya Kurdan tîne ber çavan.
-Bîranînên li ser kevir (Memories on Stone) ku li Kurdistana basur li ser Enfala Saddam derbaz dibe tîne ber çavan.
Yek ji fîliman dokumentar bû . Filîm ji alîye Düzen Tekkal va hatiye çekirine. Hawar- Meine Reise in den Genozid: Belgefilîm li ser jiyana gelê me yên Êzdî û li ser êrîsa Daisa xof û wehs ku li Sengalê kirî tîne ver çavan.
-Haus ohne Dach( Xanîyek bê ban) ku ji alîye Soleen Yusef hatiye amadekirin li ser jiyana malbatek Kurd ku li Almanya dijîn û çûyîna wan bo Kurdistan tîne ber çavan.
Çalakî heya roja yeksemîye ber dewam bike.
Rênas Sütçü
Denge Kurdistan Münih
Dengê Kurdistan