HEKÎM û ÇIRAX
Hekimek rojekî çû ser nexwesekî. Çiraxê wî jî li cem bû.
Hekîm, pistî ku nexwes mayene kir, vegeri xwediyên malê û got: ‘We herhal pirasa pê daye xwarin, ne usa?’
Gotin: ‘Belê.’
Hekîm got: ‘Cardin nedinê. Prasa lê nayê ’
Û dermanek jî da nexwesî, bedêla hekîmiya xwe girt û tevî çiraxê xwe derketin çûn.
Pistî ku ew çûn, xwediyên malê di nav xwe da qisekirin, gotin: ‘Helal be ji vî hekîmî ra, çawa jî zane ye!’
Di riya vegerê de Çiraxê Hekim jê pirsî: ‘Te çawa zanî Apê Hekîm, ku pirasa dane wî nexwesî?’
Hekîm kenî û got: ‘Ma te ne dît, li ber derîyê malê qafikên pirasê hebûn ’
Çirax got: ‘Himm!..’
Pistî wê rojê Çirax xwe bi xwe got: ‘Bas e, ez sirrê hekîmiyê hîn bûm, êdî dikarim bi serê xwe jî vî karî bikim…’ Û dev ji karê çiraxiyê berda, çû li ciyekî din dikanek vekir, li ser derî nivîsand: ‘Hekîm’.
Pir ne borî, rojekî hatin li derî xistin, gotin: ‘Keremke Hekîmo, li nexwesê me binêre!’
Hekimê me yê ciwan derket bi wan ra çû. Dema giha wê malê bala xwe dayê, gelo çi heye li ber dêrî? Dît ku semerekî kerê heye li wir
Hekimê me yê teze, pistî ku nexwes mayene kir, vegerî ji xwediyê malê ra got:
‘Ma we semer bi vî merivî daye xwarIn?’
Xudiyê malê sas bûn man. Gotin semerê çi, Hekimo, ma tu henekê xwe bi me dikî?
Hekîm got: ‘Înkar ne kin, we semer bi vî nexwesî daye xwarin, sedemê nexwesiya wî ev e!’
Xwediyê malê aciz bûn, gotin: ‘De here lo, tu ne hekîm mekîm î!’ Û pîhnek lê xistin û ew kirin der.
Di riya vegerê da hekîmê me yê ecemî, xwe bi xwe qisedikir û digot: ‘Hella hella, pekî ew semerî pist derî çi bû?!.’
C E M A L Î