Helbest û gazîya Xalê Qasim, ‘Rica dikim werin cem hev’!
Xwendevanên delal, Qasim Demîralp xalê bavê min e. Wî roja, 09, ya heyva Qanûna Ewil, sala 1992 de kasetekî de bi dûr û dirêj li ser meselên ku li welatê me da qewîmîne qise kiribû û her wusa bi daktîloyê jî bi destên xwe hîn malûmat nivîsîne, min re sandîbû Elemanya Federal. Min ev gotinên wî ku qasetê de qise kirîbû nivîsîne, ezê wan tevî bîranînên bavê xwe di dûwerojê de fena kitêbekî biwesînim. Lê dixwazim neha çar helbestên wî ji bona xelkê wî yê belengaz û roj nedî nesir bikim.Heyanê careka din bimînin di nava xwesî û aramîyê de!
Qasim Demiralp di sala 1924 de li gundê Qelqebazarê, girêdayî qeza Kanîyares, ( Karliova)
bajarê Çewlîg ê de tê dunyayê. Bavê wî Resît Efendî ji ber mesela Sêx Seîdê ji gundê xwe tê surgûn kirinê û wî disînin Xarpêtê. Li wê derê tabî mecbûrî îskanê dibe û dije. Dema ku Qasim Demiralp dibe ses salî, bavê wî li Xarpêtê ( Elazig) de ji ber nexesîyê wefat dike.
Dayika wî Xezal pistî mirina mêrê xwe tevî zarokên xwe vedigere gunda Qelqebazarê. Xalê
Qasim du caran zewicîye, di sala 1945 û 1957 de, bi temamî 13 zarokên xwe çêbûne. Ew bavê
doktor Hatip Deniralp e. Hatip Demiralp kadroyeki sereke ya TKDP bû û di sala 1993 de pir mixab û heyfin ku,hîna di cîwanîya xwe de ji ber nexwesîyekî giran çû ser dîlovanîya xwe. Xalê Qasim jî 02. 08. 1998 de wefat kir. Pistî 1980 jî gelek caran dewlata Tirkan tehdayî û heqaret li Qasim Demiralpê kirine û birine qereqolan û anîne. Weka din wê xwendevan di derheqa wî de bi saya ev gotar û helbestên wî, wê bibin xwedîyê malûmatên rasteqîn.
HEREKET
Hereket kir Sêxê Seîd
Dîyarbekirê danî cengek cedîd
Mîslê cengê kesek nedît
Li ser dawa xwe ev bûye sehîd
Sêx Abdullahê Melekan
Hereket kir tev gelekan
Di cengê de nekir sekan
Dîyarbekir kirin mekan
Serok bû Xelid Begê Cibirî
Dawa giran wî vekirî
Wî ji Kurdan re wesîyet kirî
Gerek hûn vî dawa yê bibin serî
Qiyam kirin tev Cibiran
Destê hev girtin mîna biran
Wan ser kirin wekî sêran
Dunya li wan rabûn seyran
Kurdan bang kir gelî Zazan
Werin cengê mîslî Bazan
Em derkevin serê gazan
Dunya alem ji halê me bizan
Em hem sehîd û gazînin
Ji bo welat îxdam bunin
Dawa xwe de em heqlînin
Bi dijmin re hesabê emê bibînin
RICA DIKIM WERIN CEM HEV
Welat tevda Kurd û Kurdistan
Ev mesela me bû pir giran
Kurdê me ji hev bela nin
Rîca dikim werin cem hev
Serok divê dilfire bin
Doza xwe de li cem hev bin
Çavên Kurdan bi we vebin
Hûn lez bikin werin cem hev
Kurdistan kirine çar perçe ye
Dijmin girtî dora we ye
Xebera we ji we heye?
Pir lez bikin werin cem hev
Înat tistekî ne bas e
Bi vî halî doz namese
Li welat zêde dibin cehs e
Rica dikim werin cem hev
Di cengê de seyra hevdû nekin
Bi hevra bigrin tev ser bikin
Dijminên xwe zêde nekin
Hêvî dikim werin cem hev
Bi yekitîya we wê Kurd sa bin
Dilê dijminên we tevde res bin
Sehîdên Kurdistanê wê tev sax bin
Rica dikim werin cem hev
ÇÛM AMED’Ê
Çûm Amedê ji bo xwendinê
Min guh da ser halê Kurdan û dunyê
Bi derdê wan dinalim heta roja mirinê
Çûm Amedê, çûm Amedê
Amed ji bo me paytexte
Kurd û Zaza li wir tev selpeze
Sed heyfan li wan xortên teze
Çûm Amedê, çûm Amedê
Derdê Kurdan ji bîr naçe
Heta li me qiyam rabe
Eva derda tew sax nabe
Çûm Amedê, çûm Amedê
Pir nexwesim pir bê halim
Ji halê Kurdan re dinalim
Bi xelkê xwe re ez hevalim
Çûm Amedê, çûm Amedê
Ditirsim zû bimrim nebînim
Pir bê halim dil birînim
Di dozê re ez Cegerxînim
Çûm Amedê, çûm Amedê
KANÎ XETÎP
Bîst sal berê bû çûm Amedê
Bi hevalan re bûm di dozê da
Lê qedera Xwedê emrê min rê neda
Kanî Xetîp, kanî servan?
Emrê Xwedê- teala
Ez qetandim ji hevala
Sûna servan maye vala
Kanî Xetîp, kanî servan?
Servan diçe êdî nayê
Bang kin meta Eysê û Zehrayê
Emos, Gulê, kanî çira Newal nayê
Kanî Xetîp, kanî servan?
Emîn, Cewder, Dara û Osman
Ez helîyam ji ber derdan
Hûn bernedin ji doza giran
Kanî Xetîp, kanî servan?
Sewder, Dîlos piçûk manin
Ev zarokin, perîsanin
Derdên Kalo pir giranin
Kanî Xetîp, kanî servan?
Gazî ketî nava welat
Mujdat bihîst ji bo me hat
Ji bo Xwedê hûn bikin xebat
Kanî Xetîp, kanî servan
Feryat dikir Hecî Dirêh
Ji çavên Husêyn tev xwîn dirêj
Heval temam kir mest û gêj
Kanî Xetîp, kanî servan?
Mehmûd tev hevalan hat
Wan dil û cîgera hemûyan pat
Ji bona welat êdî kê bike xebat
Kanî Xetîp, kanî servan?
Koma mellan tev Husam hat
Wana bê heyran kirin xebat
Sîrac, Serwet derxist îcad
Kanî Xetîp, kanî servan?
Dua metê xwe çû biran
Xwedê da me ev derdê giran
Ji me girt sermîyanê biran
Kanî Xetîp, kanî servan?
Hevalên min tev mîslî sêrin
Waxta ku dijmin li wan dinhêrin
Serê hemîyan dikin jêrin
Kanî Xetîp, kanî servan?
Emrê Xwedê ez diçim qebrê
Xwedê bide we gelek sebrê
Yareb li min were rehmê
Kanî Xetîp, kanî servan?
Suphi Aydin