Nûçe
Helbestvan Sêrko Bêkes wefat kir

Helbestvanê kurd ê navdar Sêrko Bêkes îro li Stockholmê koça dawî kir. Sêrko Bêkes di sala 1940 de li bajarê Silêmaniyê jidayîkbûye.
Bêkes di wêjeya helbestvanîya kurdî de navekî gelekî xuya û berbiçav bû. Wek helbestvanekî hevdemî xwediyê peyv û hestên xurt bû. Bêkes xwediyê gelek dîwanên helbestan e. Helbestên Sêrko Bêkes di gelek zimanên cîhanê de hatine wergerandin. Wî di sala 1988`a de li Swêdê xelata ser navê Tucholsky ji PEN a swêdî (Yekitîya Nivîskarên Swêdê) wergirtibû.
Li ser navê Dengê Kurdistan em ji malbata rehmetî re sebir û sersaxiyê hêvî dikin.
Bila serê gelê kurd sax be.
Dengê Kurdistan