Nivîsar

Helbijartina Heziranê

Di 7. Heziranê de li Tirkîyê û Kurdistana Bakur helbijartin heye. Li dor 30 partîyên siyasî ji niha va xwe amade dikin ji bo besdarîyê. Di nav van partiyan de partiyên kurdan jî hene. Ji wan partîyên kurdan a ku çareserîya pirsa Kurd li ser bingehê wekhevîyê dixwaze û ji bo statuya dewleta federal dixebite tenê Partiya Maf û Azadiyan -HAK-PAR e.

Hemû Parti li gor îmkanên xwe têkosîn dikin. Lê belê îmkanên vana jî ji hevdû cudane. Benda helbijartinê ya ji sedî deh jî barê serbar re.

Rohelata navîn de jî nexwasîyaka mezin heye. Dema helbijartinê de piranîya mirovan dengên xwe didin partiyên bi hêz. Ew kesan mirovên xwe diparêzin û li programên partiyên dinê jî nanêrin. Gor dîtina min va jî nexwasîya mezin ne.

Di programa Partiya Maf û Azadîyan de „federasyon’ heye. Sîstema federal jî kêmasî bi du miletan dibe û di maf û azadîyan de weke hev bûna wan e. Va programa HAK-PAR-ê jî têri piranîya Kurdan û Tirkan dike. Lê mixabin Kurd û Tirk di hilbijartinên berê de li gor partiyên bi hêz dengên xwe nadine wê da ku ew rola xwe bi xurtî bi cî bîne.

Pirsa kurdan pirseke netewîye. Partî, kom û kesayetîyên ku ji bo mafên neteweyî dixebitin, divê destê xwe bidin hev, bi hevra doza maf û azadîyên Gelê Kurd bixebitin. Li Kurdistana Bakur çareserî nabe eger yekîtîyeke demokratîk û netewî pêk neyê. Yek sens dimîne li pêsîya partiyên Kurd. Ev jî bi hevra ketina helbijartinê ye.

Hûn jî dizan ku partîya HDP tim bi çepê tirkan ra mijûl e. Bi partîyên kurdan ra jî bawarîya xwe tûne. Ez jî bawar nakim ku HDP partîya kurdan be . Bo vê yekê bastir re ku partîyên Kurd bi HDP-ê ra nekevin helbijartinê.

HAK-PAR-ê biryar girtîye ku bi navê xwe bikeve helbijartinê. Va jî bo partîyên kurdan sensek e. Partîyên Kurd dikanin ku navbera xwe de „grûba serban’ avakin û bi navê HAK-PAR-ê bikevin helbijartinê.

Bi vî awayî’ grûba serban’ jî bo HAK-PAR-ê dibe pir rengî û bi vê yekê ve bawarîya gelê Kurd ji bo pêserojeke ronî xurttir dibe. Destê gelê bi hêztir dibe. Bi hêvîya ku hemû partî, kom, platform û kesayetîyên welatparêz di hilbijartinê de bibin yek û alternatîfeke netewî derxin holê.

Balkêş e ?
Close
Back to top button