Helbijartina zû destpêk
Em hemû dizanin ku di sala 2014 an de li Kurdistana Bakur helbijartin hey e. Hikûmeta AKP ê dixweze ku vê cara jî ser bikeve. Bo vê yekê, AKP ê dest bi çareserkirina pirsa kurdî kirîye û xwe digire ewleyî (garantî) yê. Bi teybetî serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dixwaze ku tim mezin biaxive û kêm mafê kurdan bide. Hemû hewîdana Recep Tayyip Erdogan bo helbijartinê ye.
Lê belê va jî nehêsan e. Hikûmeta AKP ê dixwaze ku qanûna esasî ya Tirkiyeyê biguhore û sîstema serokatiyê ava bike û hewcatîya xwe bi pistgiriya BDP ê heye. Mixabin BDP jî li rola xwe xwedî dernakeve.Hertim wiha dibêje:’Ocalan di vî warî de mixateb e.’
Di vê rewsê de niyeta serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan heye ku bi pistgiriya Abdullah Ocalan û BDP ê qanûna esasî ya nû bi rîya referandumê li gelê Kurd û Tirk bide qebûl kirin û him jî heger mimkin be gerîlayên PKK ê li bakurê Kurdistanê derxe û rêke basûrê Kurdistanê.
Ez wakû navê xwe dizanim ku mirovên AKP ê û PKK ê hemû xebatin sîyasî bo partîyên xwe û bo helbijartinê dikin. Xuya dike ku van herdû partiyan jî bo dengên milet rê nadin hevdû.
Gelo heya helbijartinê çi dibe?
_ Zimanê kurdî dibe zimanê helbijartin,Kurd dikanin bi navê’ Kurdistan’ partîyên sîyasî ava bikin,navên gund û bajaran Kurdistana Bakur dibin kurdî,TRT-6 berdewam dibe ,ev ser radiweste ,baraja sedî deh radibe û bo hemû mirovan af derdikeve . Ji ber ku Erdogan dixwaze genaralan ji girtîxanê bide berdan û bike mêranîya xwe.
Bi rastî bo kurdan gavekî pêsdaye û lê belê têri kurdan nakin. Gelê Kurd gavên mezin û radîkal dixwaze.Ango ev mesele ji bingeh ve bêt çareser kirin û Kurd bi destê xwe bên îdare kirin. Va jî bi partiyek lagal û bi programa wakû hevî dibe.
Li Kurdistana Bakur partiya legal HAK-PAR heye û federasyon girtîye programa xwe. Federasyon jî têri piranîya kurdan dike. Dibe ku vê cara helbijartinê de HAK-PAR dengê xwe zêde bike û bibe alternativ. Askereye ku HAK-PAR vê cara ji herdû partiyan jî dengan komdike. Tesqeleya AKP ê û BDP ê jî vaye. Ji ber ku ew naxwazin ku ji wan bêtir tu kes hebe.