Nûçe

Helebçe: 825 birîndarên çekên kîmyawî hatine çareser kirin

Navenda çareserkirina qurbaniyên çekên kîmyawî li bajarê Helebçê ku di heyva 7 a sala 2009`an hatiye damezrandin û heya niha 1661 birîndarên li sînorê Helebçê û Hewremanê û Sarezorê dîtine, kariye çareseriya qurbaniyên çekên kîmyawî bike.

Çareserkarê derunî li navenda qurbaniyên çekên kîmyawî Mihemed Welî Ebdula ji PUKmedia`yê re ragihand ku: navenda wan di meha 7`ê sala 2009`an hatiye damezrandin û heya niha xizmeta birîndarên çekên kîmyawî dike û ji wê demê de ta niha 1661 birîndarên çeka kîmyawî li sînorê Helebçe, hewreman, Sarezor dîtine û karîne ta radeyeke bas çareseriya bo wan bikin.

Ebdula got: Tîmên navendên wan yên gerok 825 birîndar dîtine û çareserî bo wan hatiye kirin.

Çareserkarê derunî li navenda qurbaniyên çekên kîmyawî ev jî ragihand û got: di raportên pijîskî de hatiye ku ew jimare ji %52 berketiyên çekên kîmyawî ne û pêwîstiya wan bi çareseriyeke temam li welatên derve heye.
Hêjayî gotinê ye navenda çareseriya berketiyên qurbaniyên çekên kîmyawî li bajarê Helebçê li besda derunî, civakî , besê pijîskî û besa çareseriya xwazayî pêk hatiye û li piraniya bajar û bajarokên Kurdistanê navendên wan hene.

PUKmedia

Dengê Kurdistan

Back to top button