Helepçe Li Amedê Hat Bibîranîn

Komeleya ÇIRA;
‘Qedera zordaran mehkûmbûn e, ya mazlûman jî serkeftin û azadi ye.’
Komeleya Diyarbekir ÇIRAyê bi mebesta bîranîna tevkustina Helepçeyê çalakiyek li dar xist. Di daxuyaniya hat xwendin de hat gotin ku di tevkustina Heleçeyê de 5000 kurd bi fermana Sedam Huseyîn bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin û bi sedan kurd jî li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê ji serma û birçîbûnê sehîd ketine. Pistî daxwuyaniyê komisyona sanoyê ya Komeleya Diyarbekir ÇIRAyê tevkustina Helepçeyê bi leyîstikek sanoyê li pês çavên mirovan raxist.
17yê Adara roja semiyê endam û alîgirên ÇIRAyê bi awayeke girseyî ji komeleyê ber bi AZC PLAZAyê mesiyan. Li wir li ser navê komeleyê daxuyaniyek hat xwendin. Daxuyaniya ku ji aliyê birêvebirê komeleyê Diyar Arcan ve hat xwendin de hat gotin ku ji vir 24 sal berê, çend roj beriya Newrozê, balafirên Iraqê bi fermana Seddam Huseyin ê dîktator, bi çekên kîmyewî Helepçeyê bombebaran kirine û di encama bomberandinê de bi jin û zar û mêr û extiyar ji 5000î zêdetir kurd hatine qetilkirin, bi hezaran kurd bi xedarî birîndar bûne û bi hezaran jî seqet mane
Diyar Arcan got ku di Serê Cihanê yê Duwemîn de Amerîka li du bajarên Japonyayê, li Nagazakî û Hîrosîmayê bombeyên atomê bikaranîbû. Îraqê jî ew çekên kîmyewî yên ku pistî karesatên Hîrosîma û Nagazakî hatibûn qedexekirin li himber kurdan bikar aniye. Arcan got ku wê hingê li gel dewletên rojhilata navîn, dewletên rojavahî jî li himber vê karesatê bêdeng mane û vê serma res, wek karê navxweyî yê dewleta Iraqê binavkirine û karesatê sermezar nekirine. Arcan da zanîn ku ev çekên kîmyewî, bazirganekî Holandî firotibû Seddam Huseyînî.
Arcan diyar kir ku pistî vê êrîsa hov, bi hezaran kurd ji warên xwe koç kirine û berê xwe dane Tirkiye û Îranê. Bi dehezaran kurd, pistî ku bi rojan li ser sînorên Tirkiye û Îranê tî û birçî mane wek pênaber hatin bicihkirin. Her weha li ser sînoran jî bi sedan kurd ji ber serma, tîbûn û birçîbûnê sehîd ketine. Arcan weha dewam kir; ‘Wek ku hun jî dizanin Seddam Huseyin, Elî Hesen El Mecîd ê ku wek Elî Kîmyewî jî dihat naskirin ji ber Enfal û Helepçeyê hatin darazandin û her weha tawanbar hatin dîtin û hatin cezakirin. Lê ev yek jî ês û jana Helepçeyê ku dilê me de peyda kiribû, sivik nekiriye. Ji wê demê de ye gelê me tim û tim bi xemgînî û bi sikestin Newrozê pîroz dike. Lê em serbilind in; ew axa ku bajarê Helebçeyê jî tê de ye îro azad û serbixwe ye.’
Di dawiya daxuyaniyê de Arcan got ku gelê kurd yê ku rastî zilm û zordariya Seddam Huseyîn hatibû îro azad e û yên zordar jî beriya mehkemeyan di ûjdanê mirovan de hatine cezakirin. Arcan got ku dîrokê careke din bi mirovan daye zanîn ku gel bi kustinan naqedin. Qedera zordaran mehkûmbûn e, ya mazlûman jî serkeftin û azadi ye.
Pistî daxuyaniyê komisyona sanoyê ya komeleyê leyistikeke bi navê ‘Helepçe’ leyistin û tevkustina Helepçeyê bi çend dîmenan be jî li pês çavên gelê Amedê raxistin.
Dengê Kurdistan