Nûçe

Hemîd Derwês û Mistefa Hîcrî ji Kemal Burkay re nameyên sersaxîyê sandin

Sekreterên PDPKS Hemîd Hecî Derwês û Sekreterê PDKÎ Mistefa Hîcrî
ji Kemal Burkay re nameyên sersaxîyê sandin. Em nameyên herdu rêzdaran li jêrê belav dikin.

Biruska sersaxîyê
Birayê hêja Berêz Kemal Burqay Bi dilgiranî min ew bûyera xemgîn bihîst, ku têda Keça we ya hêja (Dr. Hêlîn Burkay ) canê xwe ji dest da û çûye ber dilovaniya xwedê.

Ez xemgîn bûm, û êsa xemgîniyê bi we û malbata we re par vedkim. Hêvîdarim ku xwedê sebr û aramîyê bixînê ber dilê we, û serê we û malbatê saxbê birayê hêja.

Birayê we HEMÎD DERWÊS
Sekretêrê Partîya Demuqrata Pêsverû ya Kurd li Sûrî

Qamislî – 8/4/2017

***

Hevalê rêzdar kak Kemal Burkay,

Silav û hurmet

Nûçeya ve bûyera nexwes ku bir sedema jiyanjidestdana Hêlin a keça we, em gellek xembar û dilgiran kirin. Di vê derheqê de, em sersaxiyê dibêjne we û malbatê rêzdari, û r xwe di xem û kovana we de hevpar û sirîk dizanin.

PDKÎ
Sekreterê Gistî
Mistefa Hîcrî

Dengê Kurdistan

Back to top button