Hemîd Hecî Dewrês jî Koça Dawî Kir

Li ser Wefata siyasetmedarê Kur Hemîdê Hecî Derwês, Serokê Weqfa Riya Azadî, nivîskar û siyasetmedar Kemal Burkay mesajeke serxwesiyê sand. Burkay weha dibêje:
Xeber giha ku, Sekriterê Gistî yê Parti Demokrat û Pêsverû ya Kurdên Sûriyê (PDPKS), birêz Hemit Hecî Dewrês li Qamislo wefat kiriye.
Kek Hemît ji sala 1980 vir da rû bi rû dinasim. Gelek caran bûm mêvanê wî li Qamislo. Me bi hevra, her usa jî tevli gelek serokên hêja yên din, ji bo avakirina Kongra netewî ya Kurd gelek kar û xebat kir. Wî jiyana xwe ya dirêj ji bo azadiya gele Kurd bi kar û xebateke bê westan derbaz kir. Ew karê giranbuha di dîroka gele Kurd da ciyê xwe girtiye û ji bîr naçe.
Ev resmê jorin li sala 2012 da, pistî vegera min ji der welat, li Istembolê-Kadiköyê hatibû kisandin.
Ez ji hemû heval û hogirên Kek Hemît ra, ji Xanima wî hêja Xuska Leyla ra û zarokên wî ra sersaxî û sebir dixwazim.
Kemal Burkay
24-10-2019
Dengê Kurdistan