Haber

Hêmin Hewramî li Kopenhagê semînerek li dar xist

Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag

Berpirsê sîyasî ê derve û endamê meclisa Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Hêmin Hewramî, ji bo ku besdarî kongreya Partîya Sosyalîst a Gel (SF) li Danîmark bibê, li bajarê Kopenhagê bû. Bi vê minasebetê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), rêxistina Danîmark di eynî rojê de semînerek li ser rewsa sîyasî a dawî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji bo hemwelatîyên kurd bi tevlîbûna Hêmîn Hewramî wek axaftvan amade kir .

Semîner li bajarokê Ishøj nêzîkî Kopenhagê pêk hat û bi sêweyekî serkeftî derbas bû. Girseyeke mezin ji hemwelatîyên kurd ji her çar besên Kurdistanê besdarî semînerê bûn û guhdarîya rewsa dawî a li Kurdistanê, rewsa sîyasî a di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rewsa dawî li Rojhilata Navîn û li tevaye Kurdistanê ji devê Hêmin Hewramî kirin. Di derbarê pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê de, Hêmin Hewramî pistgirîya partîya xwe a ji bo dîalogê û pêkanîne asîtîyê dubare kir û bal kisand ser wê yekê ku çênabê ku li Rojavayê Kurdistanê partîyeke bi tenê xwe li ser hemû partîyên din ferz bikê û tenê xwe bibînê. Pistî ku Hêmin Hewramî axaftina xwe bi dawî anî, gelek besdaran pirsên xwe kirin û Hêmin Hewramî jî bi sîngekek fereh pirsên wan bersivandin. Semînerê zêdeyî 3 seatan dewam kir.

Dengê Kurdistan

Back to top button