Nûçe

Hemu Rojên We Newroz Newroza We Pîroz Be!

Gelê zilmdîtiyê Kurdistanê,

Em di zirufeka gelek hestyar û nazîk da pêswaziya Newroza 2713 (2013) dikin. Pêshatiyên siyasî yên dawî û ber bi pês çûna diyaloga MIT-Imraliyê bûne sedemên hendê, ku hêviya nemane ser û tundutijiyê li Kurdistana Bakurê xurttir be. Ji ragihandina Hikumeta Tirkiyê û berdevkên Ocalan xuya dibe, ku herdu alî jî li ser proseya nehistina ser pêgîr in.

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan pistgiriya proseyê, ku bi armanca ne nehistina ser û asayî kirina zirufa siyasî û civakî destpê kiriye, dike. Ji ber ku Partiya me hertim gotiye û dibêje, ku kêseyê Kurd bi tank û top û firokê, bi kustin û girtin û nefî kirinê ve nayê çareser kirinê. Û jî mêjve eskere bûye, ku xebata çekdarî ya PKK, bi taybetî ya du salên dawî, ne tenê di xizmeta berjewendiya gelê Kurd da nebû, her usa keseyê Kurd aloztir kiribû û bibû astengek li pêsiya xebata asitî û azadî û demokrasiyê.

Partiya me ji Hikumeta Tirk daxwaz dike, ku pabendê qewlê Serokwezirê Tirkiyê Erdoxan be û dema derketina gerîlla ji dervayê Tirkiyê, pêsiya operasyonên leskerî bigre.

Zahmetkêsên Kurdistanê,

Bê guman nemana ser û tundutijiyê bas e lê belê pirsa Kurd tenê bi vî yêkê ve çareser nabe. Çareser kirina bingehin a pirsa Kurd nasandina mafê çarenus e, ku mafên hanê di gelek peymanên navnetewî da ci girtiye. Divê biryara destnisan kirina dehatuya xwe di destê gelê Kurd da be û ew bi xwe destnisan bike, ku çawa û ligel kî bijî. Her usa divê ji bîra me neçe, ku ci be ci kirina mafê çarenus proses e û di zirufa îro ya herêm, Tirkiyê û Kurdistanê da proseya hanê proseyeka dur û dirêj e.

Ji bona ku Tirkiyê bibe welatekê demokrat û rê li ber çareser kirina pirsa Kurd bê ser û tundî û bi rêka diyalogê xwes be, divê gavên jêrî bêne avêtin:

– Divê li Kurdistana Bakurê, perwerde di hemû qonaxan da bi zimanê Kurdî be;

– Divê damezrandina her cure rêxistin bi nasnameya Kurd azad be;

Sîstema casîtî bêne hilwesandin; saziyên mîlîtarîst wekî JITEM û Hêzên Taybet ji Kurdistanê derkevin û kiryarên wan yên kirêt bêne eskere kirin;

– Leborineka gistî bê îlan kirinê;

– Divê hemu astengên li ber gundiyên bêne hildan, daku bikarin vegerin gunden xwe yên kavilkirî û bê qeyd û sert zirarê wan bêne tazmîn kirinê;

– Azadiya dîn û bîr û bawer bê qeyd û sert bêne nasin;

– Di Destura nu da nasname û mafên serekî ya Kurd û gurubên din bêne naskirin û mafên wan bêne desteber kirinê.

Zahmetkêsên Kurdistanê,

Hêz û aliyên siyasiyên Kurd,

Newroz destpêka fasla bihar e, destpêka jiyana nu ye;

Newroz ronahî ye; asitî ye;

Newroz remza berxwedan e, sembola yêkitî û xebat û serketin e.

Werin em Newroza 2713 bi gor naveroka xwe pîroz bikin;

Werin, em vê derfetê bas û nû ji dest nedin, bi hevra pistgiriya proseya nemana ser û tundî bikin;

Werin em mil bi mil ji bona bi dest xistina mafên xwe yên netewî û demokratîk xebat bikin, daku bihara me jî dest pê bike, seva tariyê biçirînin, ronahiya bibînin.

Hemu rojen we Newroz, Newroza we Pîroz Be!

19 Adar 2013

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Dengê Kurdistan

Back to top button