Her Kurdek gerekê bibe pêsmergê azadiya Kurdistanê
Van salê axiryê li Rojhilata Navîn bûyarên ecêb qewimin. Bûyarên niskêva yê usa, ku kes hîviyê nîne.
Di bin navê Bihara Ereba da gelek deshilatdarî û dîktatorî erdê pelisîn, ji îslama sîyasî ya fanatîk canawirekî xezeb bi navê DAIS -çê bû. Wî cenewirî tema xûnê dît û ez bawarim wê serê geleka bêsîn e, hema serê gelê îslamî bibe bela.
Ew canawir çêjika wan dagerkirên dewranane, ku Kurdistanê di bin nîrê wan da bi dewrana dinal e
Canawir berê ewil neyare gelê Kurd e.
Ewên, di pist van bûyara û canawir da sekinîne, ez bawar im gem ji destê wan jî derketiye û dibe ew jî ji ser hespê xwe bêne xar
Girya bûyaran hatiye çok daye li ber derê Kurdan. Berê Kurdistana Rojava, naha jî Basûr
Gotina pêsya heye : ‘Heta ewrên rese tarî li hev nekevin, teyrok û birûsk bi hevra neteqin, sîngê esmên neçirînin , hewa safî nabe,tav dernakeve , keskesora rengîn cihanê hemêz nake.
Di nava vê tevgerê lîstikvaniyê ya xezeb da Kurd di dîrokê da cara ewlin taximê sereke ne
Alîkî sabûne, dilxwesiye:li ser perçe erdê Kurdistanê bîna biharê tê, kulîlka mizgînya azadiyê gupik daye, li ber vebûnê ye, xewn û xiyalên kal-bavê kurdan li ber mîyaserbûnê ne: Kurdistaneke serbixwe, azad li ser xerîta cihanê, bi reng û ala xwe,ji bo çêbûnê hazir e
Ji alyê din sik e, sika tel: gurên çavbixûn, neyarên bav û kalan ji herçar alya va bi dijminatî li Kurdistanê dinhêrin Xiyaneta navxweyî bin perda welatparêzyê da xwe telandiye, hîvya dema xwe ye Olperestên fanatîk dijî netewa xwe diçin cem birayên xweye axret û îmanê û serê kurda jê dikin.Û ewqas tistê dinê xwe dîharkin.
Rêvabir û zorbên cihanê ketine pey berjewandiyên xwe. Di nav vê tevlihevyê-qir-bir, qetil-qan, zulm, koçberî, malwêraniya evdên feqîr da paryê mezin digerin.
Gerekê serokatiya Herema Kurdistanê dijweryan ra hazir be û vegerasûnda tunebe.
Xêr e Kurda ciyê xweyî qels tê derxistine, rabûne ji bo parastina xwe. Gumanê gerekê daneynin ser kesî. Qewata kurda kurdin. Yekîtî, tifaq, welatparêzî- tek karin van destanînên Basûr biparêzin û Rojava xilazkin. Têkçûna Basûr têkçûna temamya gelê Kurd e, têkçûna netewa Kurd e li herçar perçê Kurdistanê , têkçûna her evdekî kurd e li temamiya cihanê.
Têkçûna wê xûnê ye ku gel bi dewr-zemana rêtiye, tekçûna navê Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Mele Cizîrî, Qazî Mehmed, Barzaniyê Mezin,Cegerxwîn, Celalêt Bedirxan û bu hezara sihîdên Kurd û Kurdistanê ye.
Her kurdek, ku xûna kurdîtiyê tamarê wî da heye, zane ew kurde û welatê wî Kurdistan e îro gerekê bibe pêsmerge, parêzvanê welatê xwe.
Her beseke Kurda gerekê bi wezîfa welatparêzyê rabe bo parastina Welatê xwe:
Niha wezîfa rewsenbîra jî ew e ku ruhê welathizyê, welatparêzyê, yekîtyê, mêrxwesyê di nav gelê kurd da bilind bikin, gel rakin têkosînê ku gel û weletê xwe, mezel û pîrozayên pêsiyê xwe ji vê neheqiyê, ji vê nepakiyê, ji koletya dewrana azadkin, biparêzin.
Îro kîjan hêza kurdistanî aliyê serxwebûna Kurdistana Basûr nesekne usane heta niha çi kirye, çi gotye ji bo azadiya gelê Kurd gisk derew e.
Vê carê jî gelê Kurd Basûr da dader firsendeke wa carke din degme çêbe.
Asteng û kelemên mezin pêsya rêvabirya Kurda hene. Ji kap û bendên ‘îreqiyê’ azabûn wê rehet nîbe. Tu gav gerekê pasda nayê avîtin. Gel dibêje: ‘Zor gizêrê radike!’
Malîkî Sedem Huseynê dudane, dijminê gelê Kurd e- Tu bawarî wî û yên wek wî gerekê neyê anîn.
Bawari ji dagerkira jî nîne.
Serketin yekîtî, hêz û hevgirtina Kurda ne.
Qedera kurdên êzdî serketina netewa wan va girêdaye
Dema mirov tevgera DAISê mêze dike, wesîtya hêzên ku komkujiyên li ser Êzdiyan bi dewrana pêk anîn e, ferman li Êzdiyan rakirine tînin bîra mirov. Merem ‘talankirin, wêrankirin,sewitandina cîû warê wan, zengînbûn bi habûn, milk û malên Êzdiyan,ji xwera birina keçû bûkan, bi barbarî kustina xelkê bê sûc û guneh, ku herine ‘Buhustê’
Dîsa ew Wes hatiye nêzîkîÊzdiyan û bi çavêxûn, a’cSengala Êzdiyan dinhêre.
Kurdên Êzdî li ber fermana hebûn-nebûnê sekinîne, bi komkujî, qelandin û gênosîdeke xezeb ra rû bi rû ne.
Nayarê wan nêzîk li rex wane.
Lê, eger Pêsmerge nîbûna û Xwedê neke DEIS biketa Sengalê, halê Êzdiya wê çawa bibiya?
Ez bawarim komkujîke mezin wêçêbiya. Ew tevayên devbixûn, ew wewîkê e bê dîn-îman, bê rehm û wîjdan wêSengalaÊzdiyan,Êzdiyan ra bikirana goristan, wêtalankirana, bisewitan dana, wêrankirana.
Tunekirina Sengalê tunekirina temamiya Êzdiyan e.
Eva rastiya ji dîrokê tê. Rastiya dewranane. Tel e lê rastî ye.
Base, di vî halê giran da gelê kurd, netewa Kurd rabiya ûÊzdî tenê, bê pist neman e.
Qedera kurdên êzdî serketina netewa wan va girêdaye.
Lê eger halêÊzdiyên Sengalê ya nahaçêbûyî halê Êzdiyên Serhedêbûya di dema herba cihanêye ewlinda ?
Êzdîneyarê xwe ra tenê rû bi bû bimana?
Salên 1914-1920 a,Êzdiyên Serhedê bêxweyî tenê tev Ermeniyan li ber gênosîdeke xezeb sekinîn..
Demeke dirêj bû Êzdiyên Serhede gumana xwe împêratoriya Rûs va girê didan, ew welat ji xwera wak ciyê xilazbûnê didîtin.
Herba cihanîya ewlin û serketina sorisa Oktobirê li Rûsiyayê herêmê da her tist ser û binî hev kir. Hêzên Rûsa ji wê deverê kisiyan çûn. Herem bû warê anarxiyayê, ser û dewa.
Hidûdên Rûsiyayê berbi Bakûr dûr ketin. Sorisa bolsêvîka Rûsiya bi siyasî, aborî, kûltûrî ji tev li hev kir, hukumdarîya padsê hilsiya , bolsêvîkê hatibûn serê dewletê tek ji bo parastina deshilatdariya xwe difikirîn.
Dîsa cihana xirîstan, raya musulmaniyê ya bi wîjdan pirî- hindikî xweyî Ermeniya derdiketin, derdê wana dibihîstin, derheqa neheqiya li ser wan dinivîsîn, sitar didan koçberan, alîkariya aborî hêsîrên ji cîhilbûyî ra disandin, sêwîxane vedikirin.
Êzdî nediketin bîra kesî, Êzdî bêxweyî bê pist û bê kes mabûn, tu nivîs li tu cî derheqa halê Êzdiyên Serhedê da wê demê nehate nivîsar, tu kes wan xweyî derneket, dilê kesî ser wan nesewitî.
Dengê kesî ji bo Parastina Êzdiyên Serhedê cihanê da bilind nebû.
Di wî halê hebûn-nebûnê da Êzdî bi xwe xweyî derketin, komên çekdar çê kirin û bi qewata xwe xwe parastin.
Bi serokatiya serokê Êzdiyên Rûsiyayê Ûsiv beg û mêrxwesya Zor Cangîr axê Êzdî ji tunebûnê xilaz bûn û bi undayên mezin xwe parastin.
Ji 81 gundî 8,5 hezar man û derbazî Ermenistana îro bûn.
Bi hezara çekdarê êzdiyan ji Qeza Wanê, Surmelyê, Qersê heta Elegeza Ermenistanê rabûn tevî hêzên Ermeniya bûn dijî Roma Res
Serên here mezin da çekdarên Êzdiyan bi mêrxwesiya xwe dîroka xwe xemilandin,yek weke deha derket, tevî Ermeniya Pista Roma Res skênandin
Îro, navê Ûsiv beg û Cangîr axê di nav Kurden êzdî yê Rûsiyayê da bûne efsene, sond û due’a.
Sengal bi dewr û zemana kela berxudanê ya nealtbûyî, warê mêrxas, egît û sêra bûye.
Îro jîSengal gerekê wî navî bilind xweyîke
Çiqas jî pêsmerge Sengalê diparêzin, her êzdîkî Sengalê, her êzdîkî cihanê gerekê bibe pêsmerge û kêleka Pêsmergên qehteman bi çek û sîlih wek mêrxwesekî bisekine.
Bi biratî, bi dilê safî, helaltî, mil bi mil, pist bi pist
Êzdiyên Sengalê tenê nînin, netewa wan, temamya Kurd û Kurdistanê pista wan e.
Êzdî jî gerekê zanibin Qedera wan, bextê wan, pêsîroj û serketina wan netewa wan va girêdaye. Rojê oxirmê giran da rastî derdikeve holê.
Ez jî, wek evdekî kurd, xweziya xwe wê rojê tînim ku mecal minra jîçêbibe, li Kîrkûkê, li Sengalê ez jî di nava Pêsmergên Qehreman da, derkevim dijî neyarê gelê xwe.
Eger sihîdbûn hebe, bira dewsa cîwanan ez sihîd bim, bibim sihîdê azadya KURDISTANA xwe.
26.06.2014.
Eskerê Boyik