Nivîsar

Her Tist

Her Tist
Ahmet Altan

Di dinyayê da tistê herî xedar eve ku, tu rasta merivekî bi hêz werî û qedera te di desta wî da be.Ev kes dikare te bavêje hepsê, te bisîne sirgûnê, an jî te serbest berde. Gave tu bi destê kesekî weha bê hepiskirin, an jî azad bibî, davîyê van tistan fena qencî û neçêyî ji hev cuda bin jî dîsa li ser te barekî giran dihêle. Ji ber ku di vê derheqê da qet mafê te yê axaftinê tune. Ev kes cubeyekî li xwe dikin û li ser kursîyekî berz, bilind da rûdinin. Ji wan kesan re dibêjin; Dadger. Helbet meriv qebul nake ku evqas hêz di destê kesekî da be, lê îhtîmal heye ku ev kes ev hêza xwe ya bêsînor ji bona biryara bi edlayî jî bi kar bîne.

Lê dema ku kesên weha xwedîyê hêza bê sînor guh nede heq û edaletê wê waxtê wê rews çawa be?

Di pirtûka Hemînway ya li ser sikestina leskerên Îtalyayê hatîye nivîsînê da bûyerekî weka fîlm tê pêskêskirin heye. Di wê dîmenê da serlesker di sikeftekî da leskeran darizînin, ango dadgeha leskerî çêdikin û li wir biryara îdama leskeran didin. Ev serlesker bi rehatî tevdigerin, dizanin ji bona ev karê hanê wê tu zerarekî nebînin. Lewra ev serlesker di dema biryar dayînê da sewqên xwe didin ser serê xwe û eskeran bi îdamê mehkûm dikin. Rock Hudson û Vîttorîo de Sîca wê fîlmê da ev rola bi hunerekî bilind va tînin ber çavan. Belê ev dadgerên serlesker biryara îdamê didin leskeran û wan disînin mirinê.

Ez waxtekî dirêj di hepsê da mam, lewra gelek caran derketim hemberê dadgeran. Wan tu caran guh nedidan ser gotinên min, min bêsucîya xwe dianî zimên û delîl ji wan re nîsan dida, lê wan qet guh nedidan ser gotinên min, fena ku ez li wir qet neaxivim. Wan her weka xwe ez tawanbar dikirim û gotinên xwe dubare dikirin. Wan dadgeran berê ewil cezayê muebetê dan min, dû re ev ceza kirin deh sal û nîv û pistre jî ez ji hepsê hatim berdan.

Lê ez neha, di dema nivîsandina vê gotarê da pê hesîyam ku mudeûmîmî, dozger dijî biryara serbest berdana min da îtraz kirîye û lewra wê dadger di vê derheqê da careka din qerarê bide. Ango îhtîmala hepiskirina min jî heye. Ez lewra bi mereqekî va biryara dadgerê dipêm, ev dikare min ji nûva bavêje hepsê.

Di nava waxtên cure da min ji devê dadgerê bihîstîbû him ji ceza muebetê û him jî ya serbest berdanê xwe. Him biryara cezaya muebetê û him jî ya serbest berdanê li ser sexsîyeta min da tesîrekî giran hist, lê min dizanî tu mafê wî dadgerê tune ku min serbest berde.

Ez ji hepse hatim rizgarkirin, lê bi hezaran merivên bêguneh li wir man.

Ev caxilmên hesinan, ji pas ev dîwarên qalin û mehkem derketim der, lê min li wir pas xwe da merivên belengaz histin.

Ez di hepsê da ji sê salan zêdetir tev du mehkûman di hucreyekî piçûk da jîyame. Qet tu sucê wan jî tunebû, kes guh nedida ser gotinên wan jî. Wan gelek caran ji dadgeran re digotin, em bê gunehin, lê fena dîmenên fîlma ‘ dest ji çekan berdin’ nê da ji alîyê hîn merivan ve dihatin ceza kirinê.

Di nav ev herdû mehkûman da yekî hebû emsalê lawê min bû. Dema ew ketibû hepsê hîna teze zewicîbû. Merivekî oldar bû, lê alaqaya wî li ser Felsefeyê û mereqa xwe li ser lêkolînên zanîstî hebûn.

Ji destên wî mehkûmê hemî cure kar dihat, ji îmkanên gelekî kêm tistên wusa çêdikir ku meriv ji ev karên wî re ecêb û metel dima. Ji pakêta xwê dumbell, ji çetelan ristik, ji kevçîyên çayê muçik çêdikir. Hîn malzeme dianî dikir nava nanê hepsê û nanekî teze dihat amade kirinê. Navê xwe Selman bû, tu îtraz nedikir. Wî wusa bawer dikir ku hemû tistên neçê hatine ser serê wî bi emrê Xwedê ne, lewra dijî qedera xwe gilî û gazinc nedikir.

Ji ber buyerên cure qet zîyaretçîyên wî tunebûn.

Lê di vê derheqê da jî gilîyên wî tunebûn.

Di rojekî da ez wame li ser masaya xwe ya pilastîkê da romanê xwe ya nû; Hayat Xanim ê dinivîsim, min ji hewsê hepsê dengê muzîkê bihîst. Dengê bilûrê dihat, ez derketim hewsê. Selman pista xwe daye dîwarê, çavên xwe girtine û bilûra xwe pif dike. Di wê gavê da dengê hucreyên derûdora hucreya me hatin birînê, her kesî guhdarîya dengê bilûrê dikirin ku kesî gûman lê nekirîbûn li wir tistê wusa çêbe. Dema dengê meqamê bilûrê qedîya, hema di carekî da îcar dengê takurdîyan dihat ji hucrêyên cîran yên hepsê. Mehpûsçîyan ji hucreyên derûdorê sîrînîyên ku wan ji kantîna hepsê kirîyabûn diavitin hewsa hucreya me. Ev yeka dihat mehneya çepik lêdanê û ya ‘bîs’ ê. Selman jî bi seatan li wir ma û bilûra xwe pif kir.

Dema derîyê holê hat girtinê min jê pirs kir, te ev bilûr ji kuva anî? Wî ev bilûr bi kartonê salnameyê çêkirîbû, di destên wî da hacetên pêyvandinê jî tunebûn, bi tilîyên destên xwe va navbera qulên bilûre eyar kirîbû. Qapaxa devê sûseyekî pilastîk yê sodayê jî jê kirîbû, kirîbû devfîtika bilûrê.

Ser rûyê erdê da tu hacetên muzîkê dengekî fena bilûra wî dernaxînin, dengekî cure bi cure û hinekî qalin bû. Gava wî bilûra xwe pif dikir, te digot hemû bi goranê nota yê lêdixe.

Wî ne tenê stranên bi ês û keder hîn caran jî yên govendê, sabûnê lêdixist,lê pir caran dengê bilûra wî ber bi meqamên bi ês, keder va dihatin rîstin û belav dibûn.

Yekî fena lawê min bû.

Kesekî halê wî nedipirsîya.

Wî qet ji bona vê yekê dilê xwe teng nedikir.

Ji qaxizê bilûrekî çêkir, pista xwe da dîwarê û lêxist.

Dema ez nîva sevekî da ji hepsê hatim berdan, ji min pirs kirin tu çi hîs dikîs Wan dixwastin bizanibin ka ez pistê evqas sal çi bersîv bidim. Lê min got; ez hinekî xemgînim. Min hezaran kesên bê guneh û Selman ê xwedîyê bilûra bi qaxizê çêkirî li wir pas dîwaran de histin.

Min dizanî bû sucekî wan tune bû, lê hêza min jî tune bû ku wan ji hepsê rizgar bikim. Kesî guh nedida ser gotinên wan. Ne tenê dadger, lê piranîya cîvata me bûbûn fena serleskerên sikeftê ku tê da ceza ji cenderman re dibirîyan.sewqên xwe didan ser serê xwe û ev disandin ber mirinê, carna vedigerîyan ser qûrbanîyên xwe yên dinan.

Dema min ev dîmenên ku di wê sikeftê da diqewimîn dîtin, ez bi ês û kedera mehkûman hesîyam, min guhdarîya dengê bilûra ji qaxizê çêkirî kir, lewra nedikarim ji hepsê azadbûna xwe sa bibim.Meriv xwe sêrikê gunehekî mezin dihesibîne. Di hepsê da tu jî ji wan kesan yekî ku, neheqî lê hatiye kirin, lê gava tu serbest dibî dîsa xwe sêrikê ev gunehkarîyê mezin ya li ser hepisçîyan bûye dibînî.

Ez dizanim di rûyê erdê da tistê herî xirab eve ku, tu rasta kesekî werî û qedera te di destê wî da be. Merivê hanê guh nade ser gotinên te, te diêsîne, piçûk dibîne.

Lê ez dizanim çawa hêvî û hesret dikarin bi dengê bilûra bi qaxizê were çêkirin ve belav bibin. Ez dengê bilûra hanê xwes nas dikim.

Dizanim îhtîmala careka din hepiskirinê jî heye, lê Selman ji xwe hepsê da ye.

Û ew emsalê lawê mine, ji pakêta xwê dumbell, ji qaxizê jî bilûr çêdike.

Zîyaretçîyên wî jî tune.

Qet gilîyê wî jî tune

Tenê pista xwe dide dîwarê bilûra xwe lêdixe.

Ev gotar bi îngîlîzî di rojnama The Observer 10.11.2019 de hatîye wesandinê

[Min ji T24 ê Tirkî ya wê wergerand Kurmancîyê.]

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button