Herî, kelpîç!
Mirovan ji hezarê salan ve bi sêweyên cûr bi cûr, sûn û cîh û warên xwe li ser zemînê di nav ber û teht û çiya û dest û newalan de ava dikirin, ji av û ax û pûs, herî, kelpîç û yarim çêdikirin, hosteyan bi wan alavên heyber mîna, bêr, mer, teneke, dewil, kevçî, tefso, çakûç, tirazûyê (Zi,ibeq), ben û bilbil (Saqûl) û bi alîkariya karkerên xwîn germ û can sivik, xanî û koçk û dîwar lêdikirin, di demên berê de û ta roja îro hosteyên pir jîr û navdar hebûn, hem endezyar bûn û hem jî karker bûn, û ew zû bi zû jî bi destê her kesî nediketin, carinan mirov ji bo xaniyek yan dîwarek ji xwe re ava bikra, bi mehan li benda hosteyekî avakirinê dima, ji ber ku hosteyan tenê karîbûn xanî û dîwarên bi rêk û pêk û xwesik ava bikin, xaniyên ku ne bi destê hosteyan bihatana avakirin, ji dûr ve rêzên kelpîçên wan yên xwaromaro xuya dikirin, ji lewra rola hosteyên zîrek û zana li ser hemû asteyên jiyanê di hemû çerxên dîrokî de giring e.
Li dor salên heftê û heystêyî ji sedsala bîsta li gundên Kurdan yên dikevin navbera bajarê Qamislê û Amûde de yên ku cîh û warê êla Boblaniya û Mêrsîniya û Gabara ye li herêma Cizîrê, hosteyekî pir jîr bi navê hoste Benik (Sofî Benik) hebû, gundiyan di derbarê wî de weha digotin: ‘Carekê Sofî Benik li gundekî xaniyekî avadike û benikê xwe li malê jibîr dike, çaxê ew benikö xwe nabîne, radibe doxîna serwalê xwe vedike û dike benik û pê rêzên dîwarê xênî rast dike, ji wê çaxê ve gundiyan navê wî kirin hoste Benik (Sofî Benik), û dibêjin ku hoste Benik ji gundê Herem res û Herê Sêxo ta bajarê Qamislê û Amûdê bê dest Piskilête xwe dajot, û hineka li ser wî digotin, ku Sofî Benik piskilêt bê dest dajot û bi dengekî xwes stranên kurdî dilorandin û pêre jî riya xwe kur dikir’.
Di vir de gerek e, em ji bîr nekin, ku hosteyên ne pir jîr jî hene, lê cardî jî di nav civatê de navên wan hoste dimîne, bê çawa hosteyên avakirinê hene, her wisa hosteyên wêrankirinê jî hene.
Li Qamisloka paytext hoste Hecî û du sê karkerên din dîwarekî ji biloka lêdikin, pistî bi dawî dikin, di hewsê de xwediyê malê destê xwe davêje bêrîka xwe pera jê derdixîne ji bo bide hoste Hecî, ew pera dihejmêre û di bere jî sipasiya Hecî û hevalên wî dike, Hecî jî dilê xwedî xwes dike û jêre dibêje: ‘Xalo bi Xwedê ji bo te em gelekî bi vî dîware re westiya ne û me pir bas avakiriye, hîna ew pera didin dest hev, ji niskave ew dîwar tevde diherife û têt xwarê, hoste Hecî û hevalên xwe kor posman wê rojê bê pere vedgerin malê.
Lê gelo, dema ku encamên kar û avakirina avayiyekê ne bi rêk û pêk bin, û bi salan dirêj bikin ta ku bi dawî were, gunhê hoste ye, yan jî yên karkerên li ber destêd wî ne?
Rojekê dostekî min ku bi xwe efyonkês e, weha serpêhatiyeke xwe li ber destê hosteyekî avakirina ji min re got: ‘Ez û çend hevalên din li Qamisloka paytext, me alîkariya hevalekî xwe dikir, em heft heyst xort bûn, me herî û kelpîç û yarim û kêstek didan destê hoste, me demjimêrekê didoyan kar kir, bû dema bêhnvedanê, û ji bo rûmetgirtinê, hevalê min (Hîsef) rabû çixarên hesîsê ji me re peçan, û me jî têr serê xwe dagirt, hayê hoste jê tuneye ku me serê xwe dagirtiye û gerdon li ber çavên me li hev dizîvire, hevalêd min herî û kelpîçan didin destêd min û ez jî li ser mêrdewanê didim destê hoste, çend kêlîk derbas bûn, wê hesîsê bas serê me girt û me nema ber xwe didît, em sist bûne û nema tevger ji me çêdibe, yê hoste li ser dîwarê xanî bang dike û dibêje: ‘Herî!’ Ez lê vedigerînim û ji hevalê di binya xwe re dibêjim: Herî! Ew jî ji yê din re dibêje Herî!, heya dighêje cem hevalê ku bêr di destê wî deye û heriyê dadigre (Hîsef), lê ji ber ku wê çixara hesîsê bas serê hevalê me girtiye, ew jî bang dike û dibêje herî! Lê ew nikare heriyê dagire’. Hoste cardî bang dike:’ kelpîç!’ Ez lê vedigerînim û ji hevalê di binya xwe re dibêjim: Kelpîç! hevalên din jî yek bi dû yê din de dibêjin kelpîç! Hevalê li ber kelpîçan rawestiyaye, ew jî bang dike û dibêje, Kelpîç! Lê ew ranahêje kelpîç, ji bo em bidin destê hoste, yê hoste bala xwe dayê ku nema kesek ji me xwe dilivîne û kar dike, rabû ji me re got: ‘Mala we nebe, mane hûn tev xort in, hey hawar! Ev deh car in, ez dibêjin herî, kelpîç! Kes ji we xwe naleqîne, ma çi bi we hatiye, ma hûn dixwazin ez dakevim herî û kelpîçan ji xwe re derxînim jor? Bavo, heger wilo be, meheke din jî avakirina vî xanî bi dawî nabe’, wê rojê hoste ji ser xanî daket û me dev ji kar berda’.
Ev serpêhatiya kurt nimûyek pir balkês e, dema em wê di Kurdistana basûrê rojava de (Kurdistana Sûriyê), bi rewsa xebatê û rêzaniyê û civakê û welatparêziyê ve girêbidin.
Ji not salî ve û ta niha li vî besî, pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, li ser milê xebatkarên Kurd barekî pir giran bû, pir hoste û xebatkarên zana û jîr li vî besî ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê û avakirina sîstemek dîmoqrat û pêsketî di Sûriyeyê de xebitîne, lê pir mexapin ku gelek caran hevkarî di nav van bijarteyên pêkhatiyên li Sûriyeyê tunebûn, rikbera Kurdî heye, û armancên wê pir zelal in, lê lawaz e, rikbera erebî bê ser û ber e, û armancên wê ne zelal in, lê ew jî lawaz e, recîma Alba,is hemû benê hêzê di dest de ye, lê ser li hundir û hawîrdorê wê ye, kesayetiyên di nav civatê de naskirî ne û welatparêz in, mane bê nirx, kesên berî niha li hundir û derve peyayên ewleyiya recîmê bûn, îroj di nav civatê de xwe xistine sûna xebatkaran de, û her yek ji wan benekî diksîne û bi navê rikbera Sûriyeyê diaxive, îro li hemû kolanê bajarên Sûriyeyê kustin, malwêrankirin, talan, wundakirin heye, ji xwe her roj bi milyonan hevwelatî koçber dibin, di vê rewsa aloz û bêçare de, hemû pêkhatiyên li Sûriyeyê bêhêvî mane, belkî pirên wan nema dikarin helwestên rast û sas ji nav hev derxînin, pirên wan bûne mîna mirovên nexwes û benckirî, nema tevger ji wan çêdibe, gerdon li dora wan digere, baweriya wan nema bi kesekî têt, ew tenê dibin qurbana vî serî, dewletên li herêmê deng ji wan nayê, dewletên mezin bazirganiya xwe bi vî serî dikin, û dewletên misilman ne dîn ne îman (Ne ol û ne bawerî).
Lê gelo hosteyên ku dikarin vî serî li Sûriyeyê û li Kurdistana basûrê rojava (Kurdistana Sûriyê) bi dawî bînin hene yan na?
Di nerîna min de ev hoste pir in, lê yên bi wan re kar dikin, mîna wa karkerên me yên hesîs kisandibûn û nema karîbûn xwe bilivînin.
Hosteyên me bang dikin û dibêjin:’Werin! Em li hev rûnên û çareseriyekê ji bo rawestandina vî serî bibînin’. Em bîst û sê milyon hevwlatiyên Sûriyeyê hemû bi dû de dibêjin: Werin! Em li hev rûnên û çareseriyekê ji bo rawestandina vî serî bibînin, lê heya dighêje yê dawî, ew jî wek me tevan vê daxwazê dûbare dike, lê ne ew û ne yên din ji cihê xwe jî ranabin û wî karî nakin.
Hoste bang dikin û dibêjin: ‘Werin! Em herêma xwe biparêsin û çareseriyeke siyasî ji van kêse û qeyranan re li Sûriyeyê bibînin’. Em bîst û sê milyon hevwlatiyên Sûriyeyê hemû bi dû de dibêjin: Werin! Em herêma xwe biparêsin, lê heya dighêje yê dawî kesek ji me ji cihê xwe ranabe û naçe wê herêmê naparêse û ji wê çareseriya siyasî re jî naxebite.
Hoste bang dike û dibêje: ‘Werin! Em alîkariya hevwelatiyên xwe bikin’. Em bîst û sê milyon hevwlatiyên Sûriyeyê hemû bi dû de dibêjin: Werin! em alîkariya hevwelatiyên xwe bikin, lê heya dighêje yê dawî ew jî pista hustê xwe dixwirîne û ti tevger jê çênabe.
Hoste bang dike û dibêje: ‘Werin! Em çareyekê û sînorekî ji vê koçberiyê re li herêma Kurdistana basûrê rojava (Kurdistana Sûriyê) deynin, Kurdistana me ji Kurdan vala dibe, û sûna wan Ereb lê nistecî dibin’. Em çar milyon Kurd gotina wî dûbare dikin û dibêjin: Werin! Em çareyekê û sînorekî ji vê koçberiyê re li herêma Kurdistana basûrê rojava (Kurdistana Sûriyê) deynin, û .. lê heya dighêje yê dawî ev daxwaz dibe mîna stranekê hevawaziya wê li ber guhê me tevan xwes tê bihîstin, lê ji ber ku gerdon li serê me geriyaye û em tev mîna wan heyst hevalan serê me hatine dagirtin, em ji cihê xwe jî nalebitin, û sed carî mexapin ku em roja îro ne li dê û bavên xwe û ne jî li welatê xwe xwedî derdikevin.
Li gor vê rewsa ku em têde bi sergiranî û sergêjî dijîn, hosteyên me jî gelek caran bê çare dimînin, û dem jî zû derbas dibe, lê karker û hoste nikarin erk û karên xwe di dema guncaw de pêk bibînin, ji lewra ew bi dengê bilind bang dikin, ji bo karê xwe bi dawî binînin û dibêjin: De werin! Em pev re van avayiyan ser rast bikin, de werin! Em ê nûjeniyê ji we re biafirînin, em ê we ji vê rewsa wêran rizgar bikin, Werin! ji bo ku gul û gulistanên me timî ges bimînin, gereg e em careke din wan av bidin’. Û dawî jî bi dengekî herî bilind bang li karkeran dikin û dibêjin: Herî, kelpîç!’ Lê Hîsefê efyonkês serî giran kiriye, ew ne heriyê û ne jî kelpîçan nade destê hoste, û bi dû hoste de dibêje:’ He he he he, her her her her, herî herî herî herî, ke ke ke ke, kel kel kel kel, kelpî kelpî kelpî kelpî, kelpîç kelpîç kelpîç kelpîç’.
Lê hosteyên jîr û zana di her demê de dikarin jîrbûna xwe bikar bînin û dikarin kar û civat û miletê xwe ji kêse û astengiyan rizgar bikin.
Bawere-Omeri@hotmail.com
Bawerê Omerî