Hevdîtina Ebdulhemîd Derwês û Ezîz Mihemed

Duhî sevê, Sekreterê Gistî yê Partiya Demokratî Pêsverû Kurd li Suriyê Ebdulhemîd Derwês, Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê Mesûd Tek û Sekreterê Gistî yê berê Partiya Demokratî Kurd li Suriyê(El-Partî) Mistefa Îbrahîm serdana Sekreterê Gistî yê berê Partiya Komunîst a Iraqê û kesayetiyê bi nav bang yê Kurd Ezîz Mihemed kirin.
Dengê Azad/Hewlêr
Di hevdîtinê de behsa rewsa Kurdên Suriyê û xwepêsandanên ku li Suriyê diqewimin hate kirin.
Di hevdîtinê de herwisa aliyan li ser rewsa siyasî ya Kurdistanê nêrînên xwe anîn ziman. Bûyerên vê dawiyê yê herêma Behdînanê jî mijareke din yê vê hevdîtinê bû.
Ezîz Mihemed ku di tevgera komunist a Rojhilata Navîn de bi nav û bang e, di hevdîtinê de diyar kir bûyerên ku li herêma Behdînanê qewimî, îhtîmale bi destê dijminan ve hatiye kirin lêbelê Kurd jî di vê bûyerê de kêmasiya xwe bizane.
Hejayê gotinê ye, di hevdîtinê de Serokê berê yê KOMKARê Bekîr Topgîder, Nunerê Herêma Kurdistanê yê Partiya Demokratî Pesverû Kurd li Suriyê Elî Semdîn û Nunerê Dihokê yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Bedo Xarpêtî jî amade bûn.
Dengê Kurdistan