Nûçe

Hevdîtina gel partiyên Kurdistana Basûrê Rojava

Di 28.03.2017 an da li bajarê Bottrop li navenda Komela Pistgiriya HAK-PAR ya Ewropa dan û standineke geleki germ pêk hat.

Di vê hevdîtinê da herdu cihgirên Serokê HAK-PARê berêz Arif Sevinç û berêz Abdullah Çelebî, her wisa endamê Meclîsa Partîyê, serokê basa Izmirê berêz Sait Demir û serokê Komela Pistgiriya HAK-PAR ya Ewropa besdar bûn.

Ji partiyên Kurdistana Basûrê Rojava Berêz Bavê Azad û bavê Sebrî ji Partiya Pêsverû, berêz Bavê Rania ji Partiya Yekitî, Qeyîdî PDK Basûr û hinek kesayetîyên din besdar bûn.

Di vê hevdîtinê da tevaya besdaran ramanên xwe li ser rewsa rojhilata navin û herçar perçên Kurdistanê anîn ser ziman. Li ser rola dewletên dagirker, Rusya û Amerika, her wisa rola rêxistin û partiyên wek PKK û PYD jî bû babeta hevdîtinê.

Berpirsiyarên partiyan li ser rewsa Kurdistana Basûr, serê dijî Daisê, resa Sengalê û rola dewletên wek Iran û Tirkiyê jî dan û standin kirin.

Di dawiyê da pirs hate li ser referandumâ ji bo azadiya Kurdistana Basûr û bilinkirina Alaya Kurdî li Kerkukê. Di vê çarçowê da hevdîtineke gelekî berfireh hate mesandin, berêz Arif Sevinç li ser referanduma ji bo makezagona Tirkiyê jî agahî dan. Biryara Partiya Maf û Azadiyan ji bo besdaran bi sedeman va anî ser ziman.

Dan û standinê raxiste ber çavan ku, divê partîyên kurdan gelek caran hevdîtinan pêk bînin, jî ber ku rojev gelekî zû tê guhartin. Tevaya besdaran bi dilxwesî xatir ji hevûdi xwestin.

Bisarê Zeynê

Dengê Kurdistan

Back to top button