Hevdîtinek bikêrhatî

Rêveberîya Komela Pistgirîya HAK-PARê û berpirsê Cîvata Kurd-Almanya rûnistinek pêk anîn.
Di 12.10.2013 an da berdevkê Cîvata Kurd-Almanya berêz Mehmet Tanriverdi, rêveberîya Komela Pistgirîya HAK-PARê zîyaret kir. Hevdîtin li bajarê Siegburgê di büroya Komela HAK-PARê da pêk hat.
Li ser navê Komela HAK-PARê Fettah Timar, Mehmet Tanrikulu, Necati Tank û Musa Ataman besdar bûn. Mamoste Fettah hemû besdar, taybetî jî berdevkê Civata Kurd berêz Mehmet Tanriverdi silav kirin, dilxwesiya xwe li ser navê hemû endamên reveberiyê anî ser ziman û weha domand: Cîvata Kurd ne komeleka nû ye. Ya ku ez dizanim dîrokeka wê ya 15-20 salan heye. Ev komel di dema xwe da endamê DEM-KURDê bû, me gelek kar û xebat gel hev û di kirîye. Lê îro we carek di ev komel ji nû ve ava kirîye, mala we ava be. Gor hejmara Kurdên ku li Almanya dijîn, hejmara komelên me ne gelekin, dibe ku hewcetiya vê ji hebû. Ev dikare reqabetê di navbera komelên kurdistanî da pêsta bibe. Ya pêwist ew e, ku em bikaribin mil bidin hev û di, tevayî bixebitin. Em hîvî dikin hûn valahîyekê dagirin. Em gelekî dilxwes bûn, ku we berê xwe berbe me jî zivirand. Em ji bo we serkeftinê dixwain.’
Ji pistî wan gotinên Fettah Timar, Mehmet Tanriverdî dilxwesîya xwe anî ser zimên ku, ev hevdîtina pêk hat. Wî silavên serokê Cîvata Kurd temamya rêveberiyê pêskêsî besdaran kir û hinekî qala program û armancên Cîvata Kurd kir. Tanriverdî gotinên xwe weha berdewam kir: ‘Em dixwazin bi hemû sazî, rêxistin û sexsîyetên kurd ra bidin û bistînin, tevxebatê xurt bikin. Lê armanca me ya sereke ew e, ku em neheqîya ku di vî welatî da Kurdan dibe, ji hole bidin rakirin. Ev jî bi dîplomasî û tevxebata di nava partî û sazîyên vî welatî va dibe. Em dixwazin taybetî li ser naskirina nasnama kurdên li vî welatî bixebitin. Tevxebata gel we yê me kêfxwes bike, carek di sipas ji bo vê malîvanîya we.’
Ji komîta reveberîya Komela Pistgirîya HAK-PARê, Mehmet Tanrikulu, Musa Ataman û Necatî Tank jî di heman babetê da dîtinî û dilxwesîya xwe anîn ser ziman û amade bûna xwe ji bo tevxebatê eskere kirin.
Di dawîyê da Fettah Timar carek di ji bo vê zîyareta wate bilind sipazîya xwe anî ser zimên û serkeftin ji bo kar û barên wan û armancên wan xwestin. Civînê saet û nîvekê domand û bi dil û hêvîyên germ hate dawî
Komela Pistgirîya HAK-PARê- Almanya
Dengê Kurdistan