Hevdîtinên heyeta hevbes a PDKÎ-PSK li devera Behdînanê

Heyeta hevbes a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ û Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, li devera Behdînanê çend hevdîtinên digel partiyên siyasî û saziyên civakî û kulturî pêkanîn.
Dengê Azad/Dihok
Heyeta hevbes a PSK-PDKÎ ku ji Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek, Endema Deftera Siyasî a PDKÎ Rustem Cihangîrî û Nunerê PSKê yê Hewlêrê Ararat Jînwar ve pêkhatibû, di rojên 17 û 18ê Nîsanê de li devera Behdînanê çend hevdîtinên digel partiyên siyasî û saziyên civakî û kulturî pêkanîn.
Heyeta hevbes di 17ê Nîsanê de serdana Liqa 20 a Partiya Demokrat a Kurdistan-PDK li navçeya Sêxanê kirin û ji aliyê Liqa vê partiyê Elî Ewnî ve bi germî hatin pêswazîkirin.
Heyeta hevbes herwisa li Sêxanê besdarê Festîvala Werzîsî a Dibistanan jî bûn.
Heyeta PDKÎ û PSK pistre serdana Lales a Nûranî kirin û besdarî cejna Pîroz a Çarsema Sor bûn. Heyeta hevbes li Lales a Nûranî serdana Babasêx kirin û cejna wî û Kurdên Êzîdî pîroz kirin.
Heyeta hevbes di 18ê Nîsanê de li Dihokê ji bo pîrozbahiya cejna Çarsema Sor serdana Bingeha Lales kirin û ji aliyê Serokê Bingeha Lalesê Sêx Semo ve bi germî hatin pêswazîkirin.
Heyeta PDKÎ û PSK di dawiyê de serdana Partiya Kildanî-Asûrî a Liqa Dihokê kirin û ji aliyê Endamê Serkirdayetiya vê partiyê Albert Gîso û Berpirsê Dihokê yê vê partiyê Ednan Îshaq ve bi germî hatin hatin peswazîkirin.
Di hevdîtinê de aliyan li ser rewsa Kurdistan û Rojhilat a Navîn guftugoyekî germ kirin. Herwisa endamê Serkirdayetî ya Partî Nistimanî Asûrî Albert Gîso jî spasî ya xwe ji bo serdana heyeta hevbes a PDKÎ-PSK derbirî û daxwaza berdewamkirina têkiliyên her sê partiyan de kir.
Dengê Kurdistan