Hevpeyvîn bi Prof. Celîlê Celîl ra

Ez qedera çend meh berê, besdara Pêsenga Pirtûkên Kurdî ya Vîyanê bûm. Pistê girtina pêsengê, em bi malbatî bûne mêvanê Prof. Dr. Celîlê Celîl. Em ketine nav pirtûkxanê wî. Me bi saetan li vê xezîna kurda temasa kir. Me du roj li ser gelek tistan sohbet kir.
Di wan rojan da min bi mamoste Celîlê Celîl ra hevpeyvînek çêkir, da ku hûn jî li ser kar û xebat û dîtinên mamoste piçek haydar bin.
Necla Morsümbül
Mamoste, berê her distî ez sipas dikim. Niha ew mala ku em du rojan tê da mêvanin, bi rastî jibo Kurdan xezîneke pir dewlemende. Cenabê te vê xezînê li Vîyanayê da li ser hev kom kirîye.
Pirsa min ya ewil ev e: Gelo te çima vê pirtûkxanê li Vîyanayê avakir?
Prof. Celîlê Celîl: Welatê me Kurdistan e, lê, em sed sal berê mecbûr bûne ji welatê xwe koçber bûn, bên Kavkazyayê bijîn. Kal-bavê min pey serê cihanêyî pêsîn, ango li sala 1918 welatê xwe qeza Dîgorê (li ser wîlayeta Qersê) berdane, revyane hatine li Ermenistanê hêwirîne. Dema sovyetê da me zêde xerîbî nedikisand. Navê gelê me di rêza hemû gelên sovêtêda hebû, zimanê xwe diparast, bi kurdî xeber dida, dinivîsî, dixwend. Dema sovyet hilwesya, him jîyan bi abûrî giran bû, him mafên me yên berê nema. Ji mera pir dijwar bû. Hemû gelên sovêtê ser erdê xwe bûn, serbixweya xwe destanîn, em bê erd û bê welat, wek mêvan ser erdê xelqê man.
Gelek merî hebûn, ku li ser erdê cînar diman, ewana gisk hemwelatyê sovêtê bûn, pir salan li ser van erdan jiya bûn, lê ewana jî mecbûr ji cîyê xwe derketin, çûn gihîstin gelên xwe yên îdî serbixwe bûn. Ermenîyê Azirbêcanê hatine Ermenistanê, azerîyên Ermenistanê çûne Azirbêcanê, usa her yek wek teyrên bê cî ji cîyê xwe sihitîn, çûn gihîstine qewmên xwe. Welatê me Kurdistan heye, lê em jê xerîb mane. Çi bêjî, welat bi xwe jî bindeste.
Ez car caran ji bo konferanasê kurdzanîyê dihatim Ewrupaye û dîsa vedigeryam mala xwe li Yêrêvanê. Li sala 1992 da ez hatim wexandin Viyênayê bona tevî karê konfêransa navneteweyî ser pirsa gelê kurda bivim. Çend hevkar û nasên minî zanistyê li Vîyênayê hebûn, pêsnîyar kirin, ez li Avustryayê bimînim, gotin: ‘Hevce heye kurdzanek li vira, ûnîvêrsîtê, li akadêmyayê ser ziman, dîrok û çanda kurdî kar bike’. Ez mam, heta niha ji ez li virim. Çend cara mira gotine, tu dikarî cinsyata Avustryayê werbigrî, lê ez neçûme, min daxwaz nekirye, mame ser cinsyata xwe ya berê. Ger Kurdistana azad hebûya, minê gorî dilê xwe biryar bigirta û rêyek ji xwe ra bidîta.
Avustrya welatekî xwese, bi çîyayê xwe, sirûsta xwe gelekî rengîn û dewlemende, dîroka vî erdî berz û zengîne. Huner, edebyet, saristanîya Vîyenayê dinyaê naskirîye. Sovyet jî belav bû, sînor kisandin navbera gelên, ku berê wek bira dijyan, xeribî kete nava miletan. Nirxa rewsenbîryê ket… Min vira li ûnîvêrsîta dewletê 15 salan dersê ziman, dîrok û çanda kurdî da, li akadêmîya zanistyêda lêkolînên xwe berdewam kir. Sîstêma karkirin û jîyana Evropayê û Sovêta berê ji hev gelekî dûr bûn. Meriv vira dikare bi xwe nivîs-lêkolînên xwe çap bike, bi xwe bifrose. Tistê ha li Sovêtê gunehbarî bûn. Naka li Sovêtê jî her tist hatîye guhastin. Sovyetê da sistêm êdî hatîye gûhastin. Ji Sovêta berê tu tist nemaye.
Meriv ku karibe di xerîbiyê da zimanê wi welatî hîn be, dikare hêdî hêdî jiyan û karê xwe jî rêk û pêk bidomîne.
Ev pirtûkxane ne tenê ya min e, ya malbata meye. Wek min sêrîda jî got kar û jîyana zanyara, hunermenda, yan rewsenbîra çawa li Sovêta berê, usa jî li Ermenistanê, bi taybetî li salên hilwesina sovêtê nirxa xwe undakir, milet jî êdî der dorê me kêm bû. Nava çend salan ku jîyana min li Avustryayê bingeha xwe girt, min jî biryar girt hebûna xwe, pirtûk desnivîsar û arxîva xwe top bikim bînim Viyênayê. Pirtûkxana min arsîv parçê jîyana min bûn, ku ji min dûr û xerîb mabûn, min anî gîhande xwe. Vira ji kurda û ji xelqê Avustryayê gele xwendewan, zanyar, nivîskar hene, ku kurd bala wana diksînin ser xwe. Pirtûkxana jî ji wanara bû bingeheke baldarîyê.
Gor agahtarîya te, pirtûkxwane ne tenê yê te ye, ew xazînaya kurda çawa çê bû?
Prof. Celîlê Celîl: Na, hilbet na. Naka pirtûxana min pir mezin bû ye, min pirtûkxana û arsîva bavê xwe, ya Casimê Celîl û ya birayê xweyî mezin Prof.Dr. Ordîxanê Celîl jî anî gîhande pirtûkxana Vîyenayê.
Dest ne dest e, ger tilî pêva nebin. Dest dê û bavê me bûn. Tilî jî em herçar zarok bûn. Pirtûka pêsin ku bûne bingeha pirtûkxana kurdî, ku li ser navê Casimê Celîle, ew pirtûkên pêsin bû, yên ku li Yêrêvanê li sala 1929 bi zimanê kurdî çap bibûn. Bavê min li sala 1929 da li bajarê Bekuyê li dibistana leskeryê bû, gava bihîst ku du pirtûkên kurdî çap bûne, van herdû pirtûkana ji Ermenistanê xwest û wek ronaya çavê xwe parast, heta ewana gihîstin destê me. Daxwaza sirûstî bû, ku pey dû salan sûnda dewleta Ermenistanê wî dewatî Yêrêvanê dike, tîne li wesanxana dewletêda li para wesanên bi zimanê kurdî dike berpirsyar û rêdaktorê sereke. Ji sala 1932 heta sala 1938, roja girtina çapamanya kurdî, bi sedan pirtûkên kurdî ser tendirûstyê, zanistyê, bîrûbawaryê, malhebûna gundîtyê, avakirina jîyana sovêtê, edebyetê û wergerên berhemên klasîkên dinyayê wesand û navê bingedarê çapamanya kurdî li Sovêtê qazanc kir.
Evîna berbi pirtûkan bi gistî, di nava andamên malbata me, bi saya hilwesta bavê me gihîstye me û heta îro jî maye ser dereca herî bilind. Bona parastina pirtûkan bavê min qewl û sertên taybetî danîbû ber me: Pista pirtûka neskênin, lêvên rûpera netewînin, bi tilîyên sil pelan venekin û her weha. Dê û bavê me sêvî mezin bûne, em herçar zaro ji wanara him bira bûne, him xûsk, him dê û him bav…
Ew tenêbûn dewreke giring lîst, wekî em her çar zaro jî tevî dê û bavê xwe bi jîyan, his û pisporya zanistîyê bi hevra bestî bimînin. Bingeha vê hevgirtinê hisa mezin bû, ku bavê me di ruhê meda çand: Bi rîya kurdzanîyê xizmeta zanistî, ziman û çanda gelê xwe bijîn. Barê ku dê-bavê me danîn ser pista me, bi dilsayî me bi xwe ra birye heta em gihîstine ahiltiya xwe. Bo me ev hilwest bûye serefeke mezin û rênîsa jîyana me.
Mamoste, çima te ew pirtukxane di Kurdistana azad da çênekir?
Li Kurdistana azad pirtûkxane pirin. Hijmara wana sal bi sal wê hên zêde be, di çarçova ûnîvêrsîtê û înstîtûtada jî dikarin bên avakirin, lê em divê bifikirin, wekî bingehên çandî, rewsenbîrya kurdan ji bona kurdan û xelqên Evropayê jî çêbikin, wekî ji wanara xizmeta ragîhandinê ser kurdan û kurdzanyê bikin. Gelek kesan nikarin herin Kurdistanê, ji ber ku imkanê wana tûne.
Em kurd li Evropayê ji hev dûr nînin, nêzîkin û her kes dikare bê bibe mevanê me. Ji bo her kesan ra, çi bîyanî çi kurdên diyasporayê, dergê pirtûkxana me vekirîne. Bi dîtina min heger pirtûkxaneyên wek ya me, li gele bajarên Evropayê bêne avakirin, wê bivin bingehên kêr hatî bona berfire danisandina çanda kurdî li nava Evropîya. Bingehên ha dikarin rewsenbirên me dora xwe bicivînin û wan nêzîkî hev bikin, bi hevra kar bikin. Bingehên wa bêsik wê nav û hurmetê gelê me hên bilind bikin, bi firayî gel û welat li Evropayê bidin naskirin.
Merivên Avusturyayê, sîyasetmader, yan zana û rewsenbîr minra dibêjin: ‘Te ev xanî çekiriye û dîyarî welatê me kirye.’
Kurdên me li Ewrupayê, piranî restorant, dikanên doneran, dukanên din wedikin, ev kar bona abûrîya wana giringe, lê ji wana tu kes xwe nakire bi kîsê xwe bingeheke çandî û kurdewarî ava bike. Bo pir kesan ev yek tistekî xerib e. Lê bi dîtina min ev kareke piroz e. Ez bextewarim ji bo wi kari, ku min kirîye.
Bi rastî cenabê te karekî piroz kiriye, li Ewrupayê ji vê hêlê da hê tistek usa tune. Te îsal di meha gulanê da pir civanên kurd di mala xwe da mêvan kir. Ew cîvanên kurd çuma hatin cem te, wan te ra çi dixwastin?
Prof. Celîlê Celîl: Tu dizani çi bu? Donzdeh-sezdeh malbetên Kurdên Viyanayê, bawer dikim gistiya wana hevalên Komkarê bûn. Ez eskere dibejim, yalîye xandin û rewsenbirîyê da kurdên dora Komkarê bi xwendinê pispor bûne û pês ketîne. Demeke dirêje ewana li Vîyanayê dijîn. Çend malbat nav wanda mamosta bûn. Rojekê hatin cem min, ji min ra got in: ‘Mamoste em dixwazin mevanê te bin.’ Min got xêr e?’ ‘ ‘Em dixwazin bi zarokên xwe va mêvanên te bin. Em yalîyê perwerdayî da ser jîyan û çanda kurdî çi bêjin têra wana nake. Em dixwazin tevî zarokên xwe bên û ewana bi çawe xwe pirtûkxana kurdî bivînin. Evê baweriyek mezin be bona ciwanan.’
Me program çêkir, 50-70 merivî hatin. Ez gelek sa bûm. Rastîya jîyana me eve: Der û dora me meriv bi çand, ziman û edetên xwe va cûdane. Naka bere-bere xelqên xerîb jî tên mêvanya me, bi çawê xwe dibînin, axaftina ser dîroka kurda dibihên. Gava kurdên me, bi taybetî xortên ji cîla nû bên bi çavê xwe bibinin, bibihîsin, ew gelek giring e.
Di dengxana pirtûkxanêda bi hezaran dengnivîsên stranvana, çîrokvana, dastanbêja hene. Hewceye, wekî wan dengana zarokê me bibihên, ne axir ew dengê kal û pîrên wane. Dema ciwanên mêvanên pirtûkxanê wan dengan bihistin, çûn dinyayek din.
Çiqas kasetên kevn, cem te hene?
Prof. Celîlê Celîl: Têêy! Duhezar kasêtî zêdetir heye…Ew gerek bibe dijital. Pir tistek balkes heye. Gelek kasêt hane ku bûne dîrokî, dengê stranvanên navdar hene, ku xudî îdî nemane. Min ra alikari lazim e, ez nagihînim her tist bi rêk û pêk bikim.
Kasetên cûr be cûr in. Ez kijan kasetî guhdari dikim, çawa hatiye nivisandin di bîra mindane û bûyar, dengbêj, têbêjî zêndî dibin, ber çavê min radiwastin. Salên dirêj ez û Ordîxanê birayê min, xwiska min Cemile, em gund û bi gund gerîyane zome bi zome geryane, me dengbêja, çîrokbêja guhdarî kirine û dengê wana girtiye. Ew kesana îro îdî tunene, lê dengê wana çem me têne parastin.
Mamoste, wi noxtê da dikarim distek bipirsim: Kurdên me di yalîyê siyasetê de pir tist dikin. Lê, yaliyê edebiyat û hunerê da tistek zede nakin. Tu ne tenê di yalê edebiyatê da, di alîyê netewiyatê da tistên balkes diki. Niha tu dibejî di arsîva min da hezaran stran û lorik hene. Niha ez bi kurti dixwazim bipirsim. Gelo, lorik û stranên kalik û baven xwe zarokên kurd nebihîsin çi dibe? Gora min heger Lorikên dayîk û pîrikanê me nekevin guhên zarokanê me, ew wext rihuyeta netewiyatîyê nakevin dil û mêjîyên zarkon. Tu çi difikirî?
Prof. Celîlê Celîl: Pirsên te balkêsin. Tistên dilê min dikelinin, tu wê dipirsi. Tu dibejî siyaset. Siyaset ji bo çiye? Ji bo azadiya me ye, pejirandina mafê me ya netewîye, em dixwezin kurdbûna me binpê nekin, em çandê xwe, navê xwe bidin naskirin, wekî em inda nebin, usa nîne?
Nav parastin çiye? Tenê navê me hildin, bêjin, erê tu kurdî û kurd hene, hilbet, ew ne bese. Divê hemû rê ber me vekirî bin, wekî em karibin jîyan, abûrya xwe, çand û zimanê xwe pêsdabixin, gelê kurd bi dîroka xwe di rêza saristanya gel û welatên dinyayê cîyê xwe bigre, bê naskirin. Evin sêrtên giring, ku me wek gel, netewe, xwedîyê erd û welatê xwe wê zêndî bihêlin. Nahêlin em bi zimanê xwe biaxifin, bixwûnin, binivîsin, ji ber vê em roj be roj dimirin.
Çima dimirin?
Em siyaset dikin – jorê axaftine, jêrê, linge me, lase me ji binî diçe, qut dibe. Lasê me zimane, zarokê me ne, çandê me ye.
Rewsenbîriya me, ku bi piranî siyasetêva giredayîye, dest û pîyê xwe jî girêdaye, xwe kirye bin rêxistina sîyasî û nikare bi baskê xwe azad û bilind bifire. Rewsenbîr ji ber ku karîn û hêza xwe datîne bin biryar û daxwazên rêxistineke sîyasî, ew îdî nabe berpirsyarê daxwaz û çalakya xwe.
Îro ji rewsenbîr û sîyasetmaderên me tê xwestin, hemû hêz û karînên xwe berî pês daynin ber xizmeta parastina ziman û çanda gel. Eve îro sîyaseta mezin û rojane. Ziman di nava gelda giringaya xwe unda dike, ji nava gel radibe, hewcedarya wê bona jîyanê, rewsa sosyal, çivakî û aborî bona bi hezaran û mîlyona meriva bênirx dibe û kêrhatina xwe unda dike. Îro em ber vê metirsyê sekinîne. Rewsa zimanê me îro û 30-40-50 sal berê em berhevdin, emê bibînin me çiqas xwe sar kirye, zimanê xwe unda kirye. Li gundada dibistanada, nav bajêr, çarsû û kolanada hezarî carekê tê rastî zimanê kurdî be. Dibistanên tenê bi zimanê tirkî, ew karxane û fabrîqayên kustina zimanê kurdîne. Ji ber tirsa mamostan, zarok ditirsin bi zimanê dayîka xwe bi hevra biaxifin.
Metirsîya mezin ewe, wekî malbat û zarokên rewsenbîr, sîyasîyên kurda ji zimanê kurdîra xerîb bûne. Dê û bav bona duaroja zarokên xwe dixwazin çalakîya wana di zimanê tirkîda xurt be. Çima? Ji ber ku bi zanîna zimanê kurdî ewana di îs û karê xweda duarojê nikarin cîyê xwe bigrin, rewsa jîyana xwe rast bikin, bas zanin, wekî dergê daîreyên dewletê ber merivên kurdîaxêf venabin.
Gelo tê bîra te, cara yekem tu ji dîya xwe kijan lorin û kîjan tistenok hîn bû yî?
Prof. Celîlê Celîl: Na! Lorik nayên bira min, wî çaxî ez gelek piçûk bûme, lê, tistê ji 3-4 salîya min di bîra min da maye ev e:
Hêklo mêklo
Çalim çêklo
Hestîyê kewê li ber kewê,
Kewkê firî, çêta gurîî.
Firrrrrrrrr.
Pasê, lîstikek hebû, dîya min timê bi mera dileyîst. Me kulmê xwe dadanî ser hev û wê bi tilîyê destê xwe yî dinê herkulm ji binî dihejmart, heta dighîstê kulma sero, digot:
Xul, xul, xul,
Dest ser dest, di vê kuna kulmda gîha hebu. Gîha kanê?
Me digot: Me da çêlekê,
– Lê çêlek kanê?
– Me ser jê kir xar.
– Gostê para min kanê?
Me danî ber pencerê, pîsîk xarê.
-Ax tu pisîka dizek, de piste, here.
Bi nermî li kulma ser hemya lêdixist, guva pisîkê wêda davît û ew hijmartina kulma û dîyalog dîsa berdewam dikir, heta kulma dawî dima.
Em bi wan leyîstikên kurdî mezin bûn, bi wan çîrokan, ku dîya me zarotya xwe da ji dê û pîrka xwe bihîstibûn. Navê wana ji bîra min qet naçin, ‘Pisko nirno’, ‘Hevka hinêr’, ‘Meymûn xatûn’, ‘Elê newêrek’ û gelekên mayîn. Çîrokên birayên Girîm, yên çîroknivîsên almana. Tê bîra min, navê çîrokekê ‘Hênzêl, Girêtêl’ bû. Dîya min vê çîrokê bi xemgînyeke mezin û heybeta kûr ji mera digot, ser perîsanya xwûsk û bira, herdû zarokên sêwî digot û sêwîtya xwe bîr danî.
Gelo, ji bîra kîjan zarokî çîrokên dayîkê wî bi zimanê kurdî wê ji bîrê here? Bona min, tevî zimanê çîrokên kurdî, bandûrmezin bûne usa jî stranên kurdî. Stranê dîya me ji mera him nîsanê sabûnê û him nîsanê xema giran bûne. Stranên kurdî ne çîrokin, ew rêberin bona her kesî ji salên zarotyê heta ahiltiyê, heta mirinê. Gotin û awazên lorîyên kurdî pir xurt û bi hisa xwe kirin. Mînakekê bînim, lorîya Binefsê ji dastana ‘Binefsa narîn û Cembelîyê mîrê Hikarîyê’ ku Mehmût Kizil distrê, ez nikarim bê heybet wê bibihêm. Dengê wî dilê min tevli hev dike, hêsir ji çavê min xweber têne xar. Hezar opera û sîmfonya bibihêm bandûra wana ser min ewqas mezin nab, çiqas ya stranên kurdî.
Sirûsta çîyayî ya rengîn ser pisîxologya her kurdekî bandûra taybetî hîstye. Çîya di jîyana kurda da bi dijwarî û sextiya xwe va, bi nazikayî û cuwanya xwe va sopa mezin hîstiye ser ruhê kurdbûnê. Bandûra vê ya erênî ser jîyana kurda çiqas mezin û berçavane, lê belê dîsa nayê qîyas kirin, ew bê sînore, bê despêk û bêdawîye. Axaftina ser vê bandûrê, bervedan û makirina wê, bawar dikin, zar û ziman bona wê têrê nakin. Kurdbûna me da hisek heye, ku bûye bingeha çand û ruhîyeta me û ew xuru ya kurdane. Dengê bê, xulexula ava çem û kanya, dengê pêz û dewar, mike-mika berx û karikan, ewte-ewta kuçikan, vizînîya mozan, wîte-wîta çivikan di hundurê me da bi hevra dengê sîmfonyayê dihûnin, dibin awazên stran û dîlanê me.
Xortanîya xwe da wexta havîna ez diçûme gundê Sîçanlyê, despêka dema gîhadirînê dibû, min xwe deverû direjî ser erdê dikir, pozê xwe dikire nav kulîlk û karzya, digîhande xwelîya binpîya wan gul û gîhayên hezar rengî û ji bîna wana têr nedibûm. Bîna xwalyê, ew bîna gîhayê nû dirûtî, wize-wiza mês û mozan ber guhê min, dengê wisîna gîha ber bayê nermik, min dîn û gêj dikirin.
Lê zozan? Jîyana li zozana ew jîyaneke ecêb xwese. Ser wê axaftineke taybetî gereke. Zozan jîyana kurda da rola fîltirê, parzûnkirinê lîstine. Zozan her çar-pênc mehên havînê, hemû undakirinên me yên çandî, hunerî û zimîn, xisûsyeta kurdbûnê, serenser vedigerandin. Bi taybetî zozanên kurdî li serê çîya, bin kon û çadirên kal û bava, hertist çi bi tirkî bû didan bîrkirinê û kurdbûnê vedigerand. Lê tu were binhêre, îro dewleta Romê zozanên me ji destê me girtine, çîya ji kurda vala kirine, kurdbûna zozana kustine. Zaroye me perîsan kirine.
Dijmin çima û çawa, zozanên me ji destên me ra girtine?
Prof. Celîlê Celîl: Em jiyana xwe yê zarokatiyê bînin bîra xwe. Hersal zarokan bi malbatî diçûne zozanan. Zozana da zimanê fermî Tirkî tune bu. Jîyan, giha, çiya, av, ba, heva, her tist zozanvana ra bi Kurdi, bi zimanê kal û bava xeber didan. Zarok, dema xandina salê li dibistanan xilas dikirin û mehên hêsabûnê despê dibûn, diçûn zozanan. Di zozanan da her tist ser kurdîyê vedigerya. Dewlet naha rê ber zozanvana girtîye. Zarok temamya rojê, bîst û çar saet, danzdeh mehên salê ser hev bin giranya asîmîlasyonê da, mihobûnê da maye. Dema xwe zarok ber televizyona bi tirkziman rûdinîn û bi bernameyên sporê, sanoyan têne xapandin, zimanê kurdî kar naynin.
Tistê herî giring di jiyana mirova da çiye,?
Prof. Celîlê Celîl: Bona kurda ew Dem e. Tistê mezin bêy ku em texmîn bikin em unda dikin, ji me diçe, ew dem e. Dewlet dem ji me didize, nava demê da kurdbûnê di hele-bela jîyana herrojî da dihelîne. Her roj dengbej, stranbej, zanayên zimanê kurdî, çirokbêj dimirin, ji me xerîb dibin û zanîna zimanê kurdî bi xwe ra dibine gorê. Zarok mezin dibin, dibistana dewletê bi zimanê tirkî xilas dikin, lê kurdi nizanin. Zimanekî wa dewlemend û pêsketî çawa zimanê kurdîye, bê undakirin, ew xemirîna rengînya saristanya pir milet, pir ziman û pir renge li ser topa zemîn.
Em kurd dewlemendin bi çand û hunera xwe va, lê perîsan û zîndanîne bi mafê xwe, nahêlin em bibin xwe yê vê gencînyê. Em pir mezinin. Kurdistan azad be hêja emê mezinaya xwe û zengînya çanda xwe nasbikin. Binêrin ser welatên Ewrupayê çend dewlet û gel qasî me mezin hene, kêmin û dîsa em bi çanda xwe ya bindest ji geleka zengîntir, têr û tijîne.
Mamoste em çawa dikarin ruhatiya ku tu dibeji bidin zarokên xwe?
Prof. Celîlê Celîl: Rewsa jîyana me kurdan ji du parapêk tê, yek jîyana kurdan li welête, ser axa Kurdistana parçekirî û para dinê jîyana kurdên dîyasporayê ye, jîyana kurdên mihacir, yên mecbûr bûne weletê xwe berdin û hêwra xwe li Evropayê, Amêrîkayê û cîyê mayîn bibînin.
Em kurdên diyasporayê ne. Ji erdê xwe dûr ketine, hatine erdeki xerîb. Em hev dipirsin, peyvendîyên ma bi hevra heye. Lê ev dîsa hindike. Ger peywendya me bi welate me tunebe, peyhatyên me, zarokên me, nebî, nebîçirkên me bere-bere wê bi ziman û pisporya xwendinê di nava çand û jîyana Evropayê bihelin, undabin herin. Belkî navê kurdbûnê li ser zarokê me bimîne, lê xuyatî û zimanê kurdî ji wanara namîne.
Kurdên pirmîlyon ser axa Kurdistanê, heger kurdî hîn nebin, xuyatya xwe ya ji kal û bava girtî unda bikin, Kurdistanê wê çawa çêbe?… Zimanê Kurdî ji holê rabe, wê çi di destê me da bimîne?
Divê her roj em bêjin: ‘Hewar û hewar, zimanê me dikujin, ji kurdîtyê me tazî dikin û perîsan dihêlin.’ Divê em gazî û hewara xwe li dinê xin, bêjin: ‘Em dixwazin zimanê kurdi, bona xwendinê, axaftinê û nivîsandinê bibe fermî’. Gel divê bi vekirina parên kurdzanîyê ûnîvêrsîtê, wesandina çend pirtûkan neyê xapandin. Divê dibistanên kurdî yên fermî di hemû gund û bajarên kurda da, herdera nava çivaka kurdî bêne vekirin.
Milete ku zimane xwe dizane, namire. Îro zarokên me kurdî hîn nabin. Îro divê berxudaneke mezin dijî mesa ber mirinê ava bikin.
Di çar parça da cuda cuda diyalekt hene, Yaliyê gramatikê da jî cudati hene. Siyasetê da cudatî tê fêmkirinê. Lê heta niha me çima li ser zimanê xwe da wekhevîyek çênekiriye?
Prof. Celîlê Celîl; Nava gelek miletanda da pir zaravi heye. Tu niha binêre gor standartê dinyayê almanî pir pêsda ketiye. Di nav almanî da çiqas zaravên ji hev cude hene. Ez Viyanayê, gundên derû dorê, cîranên xwe dinêrim, axaftinên wana ji hev gelekî dûrin, Kîjan zimanî li Evropayê hildî zaravên wana hene, lê ji ber ku çivaka wana di mesa dîrokê da xurt bûye û dewletli ziman xudî derketîye, ewana bi rîya dînamîk gihîstine avakirina zimanê standart bona nivîsandinê, xwendinê û rêwebirya dewleta xwe.
Mesa hevgirtina zimanê me ya edebîyatî di van dehsalîyên dawî gelekî bi xurtî pêsda çûye. Gazinê me ji vê mesê bê bingehe. Raste hene nivîsarvan ku ser zar û zimanê herêma xwe dinivîsin, lê dîsa prosêsa hevgirtinê, standartkirina zimanê me ser bingeha zaravê kurmancî gelekî pêsda çûye. Pirsa xemêye, wekî rewsenbîrên me zêde hev naxwînin, daxwaza ji hev hînbûnê kêm dîyar dikin. Her kes rîya hêsa dide ber xwe ser axaftina herêma xwe dinivîse. Vê pirsêda giringe dewra întêrnêtê ye. Divê xudîyê van malperan bala xwe bidine ser armanca avakirina zimanê standarta kurdî-kurmancî. Rewsenbîrya me ya îro rêke mezin, dirêj û bi rûmet derbas bûye.
Bi texmînkirina min, xem û metirsîya undakirina zimanê kurdî îro siyasîyên me jî rehetîyê nade, bi taybetî ser vê pirsê disekinin û dengê xwe bi xurtî bilind dikin. Îro giringe navbera rewsenbîr û sîyasîyên me hevgirtina mekin çêbe, wekî ewana bona jîyandirêjya zimanê meyî sîrin bivin yek deng, yek hêz.
Ew kar ê kî ye, an ji karek çawa be?
Prof. Celîlê Celîl; Ser pêsxistina zimanê kurdî, yekîtîya zimanê nivîsandinê û xwendinê ser zaravekê, yan jî ser bingeha elfabeyekê, divê herdera, konfêransada, çivakêda bê gengesekirin, bi wê mebestê, wekî ew dan û standin prodûktîv be, xizmeta hevserwextbûnê û hevgirtinê bike, ne ku me ji hev dûr xe. Pirsa zimanê me pirseke hêsa nîne, bi gele faktorên dîrokî, çivaki û rewsa sîyasyêva girêdayîye. Di vî karîda bînfiryeî lazime, divê rêza hevgirtinê amade be, tolêrans bin ber raman û pêsnîyarên hevkarên xwe. Divê ji wana ra xerîb nîbe, rastîkî, ku gelê me dikare bimîne ser bingehên avakirî, xudîye du, heger lazim be sê zaravên lîtêratûrî. Eva jî zengînîyeke. Divê xudana xwe birêjin, wekî zaravên nivîskî diha nêzîkî hev bivin, daxwaza mezin hebe, wekî xwendevan karibin bi hêsanî nivîsarên bi herdu (yan hersê) zarava biaxivin, binivîsin û bixwînin.
Pirsa du zarava, navbera soranî û kurmancî, avakirina ‘zimanekî yekgirtî’, dîroka wê dirêje. Di nava salanda konfêrans û civînanda gele gengesî çêbûne û li ser wê nivîsandin belav bûne, lê mixabin, ancemê dîskosîyona timê cîyê xemgînyê bûye, ji ber ku argûmênt û pêsnîyarên herdu alya konstrûktîv nebûne, ser bingeha rêzgirtina zengînî û hêjatya herdu zaravan, yên ku bi dîrokî îdî cîyê xwe girtine ava nebûne, bêbingeh mafê hev û du binpê kirine.
Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê du yan sê, çar zimana diaxifin. Sureta hînbûna pirzimana nava kurdên dîyasporayêda jî bercavane. Ew jêhatin bona ji hev hînbûna zaravên hevdu: Zazakî, soranî, kurmancî lewaz bûye, qels bûye. Eva jî cîyê xemgînyêye. Vê pirsêda divê hisa netewatyê, xwe hisina welatperwerîyê cîye pês bigre. Bi gilîkî, wek mezinê meyê bigotana, xîreta me hindike. Fikirdariya êtnîk bandûra xwe ya neênî ser fikirdarya neteweyî hîstîye.
Heta kingê ew tengasî wê bidomîne?
Prof. Celîlê Celîl; Bona dawî anîna vê gengesya birîndar, divê zimanzan, ronekbir pê mijûl bin, û birîya zanistiyê bersivê bidin. Pirs tenê konferansekê, yan dudava çaraser nabe. Zimanzan, zanyar divê lêkolînan bikin, wutarên zanistiyê bona gengesîyê belav bikin.
Em dikarin bejim, kîngê Kurd azad be, zimanê me jî wê azad be?
Prof. Celîlê Celîl; Belê, hilbet dikarin. Çima? Ez bêjim. Pey hilwesîna text payê sultan û avakirina komara Tirkîyayê, serdestên nû giring dîtin ji zimanê osmanî û elfaba erebî dest biksînin û zimanekî nûyî ‘paqis’, ser bingeha herfên latînî ava bikin. Rastîyêda dewleta tirka ji xwe ra zimanekî cûda çêkir. Berê ser zimanê osmanyê ji sedî 60-70% bandûra zimanê erebî hebû, zimanê Quranê hebû. Wekî zimanê tirkî îro rex zimanê osmanyê daynî kes fem nake, ancax yên medrese xilas kirine bikaribin bixwûnîn û fem bikin.
Lê dîsa di zimanê tirkî da îro dîsa hijmara gotinên erebî, kurdî û farisî kêm nînin. Xwendekar van peyva pejirandye û wek malê xwe qabûl kirîye. Heger rêk û pêkkirina ziman, pêsxistina ziman bona xizmeta netewe bê mesandin, divê ser bingeha zanistyê, bi alîkarya zimanzana ew kar bê amadekirin, pêsyê divê pisporên ziman qirar bigrin.
Mamoste ez sipas dikim. Ez dixwazin dawiyê da, tu ji me ra stran an ji helbestekê bixwînî?
Prof. Celîlê Celîl; Na, bi daxawa nikarim bistrêm. Di nava nîvsedsalya buhurîda, di demdirêjya karê minî hizkirî da: Berevikirina zargotina kurdî da min bi hezaran stran û awazên kurdî bihîstine û li ser qeytana dengnivîsokê girtîye, lê tu bêjî yekê bistrê, ez nikarim, lê hema stranvanek çeft bistrê, ez cîbicî texmîn dikim.
Ez dixwazim dawiye da bejim, wekî bawerya min xurte, ez zanim milete min wê bigîhîse armanca xwe, azadya welêt û li çand û zimanê xwe xudî derkeve. Daxwaza min ewe, wekî ez jî wê azadîyê bibinim. Kesera welatê azad di dilê minda nemîne.
Poz bilindî ji mêra ra ne lazime. Em gerekê tewayi, bi hevra bifikirin. Eger em ji hev dur bisekinin, hevra nebin pal û pist, zengînya ziman û çanda me unda be. Em Hesenkeyf inda bikin, cardin em nikarin vegerînin. Ziman jî usane te unda kir nikarî bi zengînya xwe va dagirtî vegerînî. Zarav dewlemendîya zimanê mene. Mixabin hewgirtinî di ara me kurda da kême.
Sipas dikim mamoste.
Prof. Celîlê Celîl; Sipas xwes. Ev naweroka min e.
Dengê Kurdistan