Haber

Hevpeyvîn bi Seroka Partîya Keskan Claudia Roth ra

Seroka Partîya Keskan Claudia Roth, Erdogan sirîkê sîyaseta binpêkirina mafên kurdan e.

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij

Koln (Rûdaw) – Li Almanya hefteya derbasbûyî hilbijartinên gistî pêk hatin. Partîya Kesakan (Die Grunen) di encama hilbijartinan de % 8,4 dengan bi dest xist û bi vî awayî bû hêza çaremîn ya di parlementoya Almanya yê de. Em bi Claudia Roth a ku hevseroka partîya keskan e, li ser sîyaseta partîya wê ya li ser koçberên li Almanyayê û kêseyên li Rojhelata Navîn axifîn.

Hûn Partîya Keskan çawa didin nasandin?

Partîya Keskan (Die Grunen) di sala 1980 ande hat damezirandin. Vê gavê Partîya Keskan bi tevkarîya komên Dijî Atom û tevgera derûdor û tevgera nû ya sosyal hat damezirandin. Polîtîkaya Kesk li ser rêgezên ekolojî, aborî û sosyalî tê pêkanîn. Babetên me yên herî girîng pêk anîna % 100 enerjîya kû dikare were nûkirin, polîtîkaya çandinî ya pêketî û her ûsa pêkanîna civatek edaletperwer kû hemû mirov têde xwedîyê sansên wekhevin, ne. Em polîtîkaya rojane nakin. Em ji 1983 virva li Parlementoya Federal de ji bo îdealên xwe têdikosin. Wê gavê 68 parlementerên me hebûn. Niha Partîya Keskan di 6 heremên federal de serîkê hikumetê ye.

Ji bo hilbijartina Parlementoya Fedral ya 2013 an babetên Keskan yên girîng çi bûn? Hûn bi kîjan motîvasyon, kîjan sîaran çûn hemberê dengdêran?

Dirûsmeya me ya hilbijartinan ew bû, „ Dema guherandin e ji bo keskan’. Partîya me di komcivînek endamên xwe de ji bo hilbijartinan neh projeyên sereke tespît kir: pêkanîna enerjîya ku dikare were nû kirin, dawî anîna bi girseyî serjê kirina heywanan, delva pêsveçûnê de refah, bicîh kirina muçeya kêmtirin, rakirina tenduristîya du çînî, kontrol li ser bankayan, sinorkirina firotina çekan, ava kirina hêlînên zarokan, tekosîna dijî nîjatperestî.

Navbera Keskan û partîyên din de çi ferqên esasî hene?

Em ji hilbijartinên dahatî wêdatir difikirin. Ji bo me tistê herî girîng berdewamîbûna biryaran e. Em ji bo gel, ji bo derûdorek û ji bo dahatîyek bastirîn polîtîka dikin. Em demokrasîya bingehî dixwazin, wek mînak hilbijartinan de hem hilbijartina namzetan de, hem ji derheqa babetên esasî de endamên me biryar dan.

Divê em îro hin tistan bigûherînin kû nifsên dahatî bikaribin wek dilê xwe bijin. Em dixwazin civakek wekhev, edaletperwer û modern kû cudahîyên navbera feqîran û dewlemendan kêmtir dibe, pêk bînin. Divê civakê de rewsa zarokan, derfetên perwerdebûnê ji bo zarokan ne girêdayîya kokên dê û bavên wan bin. Em hewl didin kû heta sala 2030 % 100 enejîya kû dikare were nû kirin pêk bînin. Partîyên din de ew armanc nîne.

Niha li Almanya pirsgirêkên herî girîng çi ne?

Gava mirov îro ûsa dinihêre rewsa aborî bas xuya dike. Lê tenê ew rewsa bas ya aborî nikare berdewamî be, gava ew li ser pista xira kirina sirustê be. Almanya ji welateke kû tê de 2,5 milyon zarok û ciwan rewsa hejar de dijin. Cudahîya navbera dewlemendan, xwedîyên milk û belengazan her diçe berfireh dibe. Ji penc kesan yek kes ji bo muçeyek pir kêm disoxile, 6,8 mîlyon mirov seatê de 8,50 € kêmtir pere distinîn. Divê gavek zutirin warên perwerdeyî û avahîyên bingehîn de xebatên girîng werin kirin kû dahatîya Almanya ji usa bimîne.

Polîtîkaya we ya koçberî çi ye? Li gor dîtina we pirsgirekên herî girîng yên koçberan çi ne?

Integrasyona koçberan babetek girîng yê Keskan e. Em dixwazin polîtîkaya întegrasyonê bi polîtîkayek dabesbûnê va temam bikin. Edî divê koçber xwe hemwelatî bibînin û dabesê hemû tistên vê civakê bibin. Edî pêdivîya zarok, torin û zarokên torinan ya întergrasyonê nîne. Ew ne li derveyî civaka me ne, ew serî de di nav civatê de ne, parçeyek vê civatê ne. Pêdivîya wan di warên perwerdeyî û karê de wekhevîya derfetî heye. Ji ber wê em dixwazin di hêlîna zarokan de kursên integrasyonê û hîn kirina zimane bastir bikin, kursên almanî ji bo herkesî vekin, pir zimanî wek sansek bikarbînin û dîplomayên biyanî hesantir nasbikin. Em dixawzin hemû însanên kû li vir dijin ji kîjan kokê dibin bila bibin dabesê civatê bikin. Ji ber wê em dixwazin koçber zutir û hêsantir hemwelatîya Almanya bigirin. Em dixwazin hatina kesên bi hevra zewicî hêsantir bikin, ango azmûnên (imtîhan) zimanê ku li derveyî welat tên pêkanîn, werin rakirin. Ji ber kû navbera Tirkîyê û Yekitîya Ewropayê de pêymanek heye, em dixwazin mafên hemwelatîyên tirkîye bastir bikin. Em dixwazin hemû koçber bikaribin li Alamnya di daîreyên dewletê de wek karmend (Beamter) kar bikin.

Hûn Polîtîkaya Tirkîyê ya dijî kurdan çawa dinirxînin?

Dînamîzma reformîst ya Hikumata Erdogan ya destpêkê ya guherandina Tirkîyeya kevn, pasva kisandina leskeran ya baregehên xwe, zêdetir demokrasî û azadî anî. Me pistgirîya ew polîtîka kir û me bi rexneyên xwe anî ziman kû divê Tirkîye heta bi cîh anîna pîvanên Kopenhagenê ew rêyê bidomîne. Nasandina mafên kêmnetewan û çareser kirina demokratîk- huquqî ya pirsgirêka kurd ji bo polîtîkayek demokratîk ya bawerkirî nîsanên esasî ne. Hewldanên kû heta îro hatine çekirin ne bes in. Ji bo endambûna YE divê pîvanên Kopenhagenê, Peymana Mafê Mmirovan ya Ewropa werin bi cîh kirin, mafên kurdan û yên kêmnetewan werin garantî kirin. Niha bi hezaran çalakvan, rojnamevan, serokên saredarîyan û ciwan li girtigêhê da ne û di herema Kurdîstan de her tim mafên mirovan tên pêpes kirin. Ji ber ku Erdogan aktîv serîkdarê ew polîtîkayê ye, em Hikumeta Erdogan rexne dikin.

Nihal i Rojhelata Navîn û bi taybetî li Surîyê serê navxweyî didome. Almanya ji dewletek mezine û her pirsgirêka dinyayê de rola xwe heye. Hûn bi taybetî ji bo çareserkirina pirsa Surîyê çi peskes dikin?

Em dixwazin krîza Surîyê bi rêyên dîploatîk were çareser kirin. Peymana navbera Amerîka û Rusya ji bo kontrol kirin û tune kirina çekên kîmyevî gavek bas e. Divê rejîma Esad daxwazên Amerîka û Rusyayê bîne cîh û bawerî bide kû rejîm ji bo danûstandinan amade ye.

Divê encama danûstandinan de komîteyek ewlehîyê were saz kirin û gavek zû çekên kîmyevî yên Surîyê werin tune kirin. Divê mîsyonek Yekitîya Ewropa were ava kirin û ew mîsyon xwedîyê derfetên teknîkî û fînansî be. Em dixwazin Almanya ji aktîv ew mîsyonê de cîh bigre.

Hûn çekdayîna hêzên opozîsyonê çawa dinirxînin?

Em wek prensîp çek sandina heremên ser red dikin. Çek dayîn hemû heremê zêdetir destabîlîze bike û serê navxweyî zêdetir ges bike. Çek dayîn ji bo çareserîyek asitî dibe asteng.

Hûn li ser eriskirina çekdarî ya navnetewî ji bo Surîyê çawa dinirxînin?

Ew ji bo çareser kirina polîtik ya krîza Surîyê hewl didin. Ji bo wê ji divê xebatên dîplomatîk werin mesandin. Bê biryara Yekitîya Neteweyan (RYN) eris kirina Surîyê li gor huquqa navnetewî ne mesru ye. Em ewî red dikin. Dive civîna RYN`yê de hemû endamên girîng bi hevra reyêk ji bo agirbestek û konferansek navnetewî ya asitîyê bibînin.

Dengê Kurdistan

Back to top button