Hevpeyvînek gel pesmergeyê hardu sorisan General Mîrza

Xwandevanên hêja, dilsozê Kurd û Kurdistanê, pesmergê sorisên Îlonê û Gulanê, berêz Mîrza Bozanî bû mêvanê Komela Hevaltî Bottropê. Min jê tika kir, ku ez hevpeyvînekê gel cenabê wî çêkin. Wî jî ev daxwazîya min pasta nezivirand û me li ser van xalên jêrîn sohbetek kir. Min gotinên berêz Mirza bê guhartin û lê zêde kirin wesandin.
F.Timar: Berêz Mirza Bozanî, bi kerema xwe, hûn dikarin xwe ji bo xwandevanan bidin nasîn?
Mîrza Bozanî: Ez wek kurdekî Êzidî, pesmergeyekî partî û bizava Barzanî yê nemir im. Navê min Mîrza Bozanî ye. Xelqê Kurdistanê me, ji gundê Bozanê, yê ku bi Qeza Sêxan va girêdayî ye. Wekî mîrovekî kurd, min tim û tim xebata xwe ya kurdistanî, ya ku erka li ser milê her kurdekî ye, mesandîye. Roja ku min fehm kir, ka sîyaset çi ye, hetanî îro, di nava rêzên PDK da kar û xebat mesandiye, xizmeta ku ji min hatîye xwestin anîye cîh. Ez îro jî sond dixwim, ku ez ê hetanî ku ez sax bim, her pesmerge bimînim, di nava rêbaza Barzanî da xebata xwe berdewam bikim, dijî hemû dijminên Kurd û Kurdistanê ser bikim.
F. Timar: Kek Mîrza, hûn dizanin, ku îro serekî qirêj li hemberî gelê Kurd tê mesandinê. Jenosîdek li Singalê hember Kurdên Ezidî hate mesandin. Bi wê va jî nema, ser berfirehtir bû. Ji Zummar ta Xaneqînê Pesmergê Kurdistanê di nava sêr da ne. Gor nêrîna we, ev sera di ber xizmeta kê da ye? Sedema vî serî û destên tarî, yên di pist vî serî da ne, kî ne?
Mîrza Bozanî: Rastî, wekî ku em dibînin, va sera, ne wekî serê hemû cara ye. Lê belê dijminê gelê Kurd dîsa her ew dijminê, ku wextekê bi cekê kimyewî me didan, ew kesên ku em derbeder dikirin, Kurdistan bi çekên kimyewî disotin, mîrovê kurd di zîndanan da dirizandin, an jî unda dikirin. Gundên me wêran dikirin, dest didan li ser mal û milkên me. Dewlemendîya ser erd û binerd hemî talan dikirin. Jixwe ya 8 hezar barzanîyan, 182 hezar enfalîyan û 5000 hezar qurbanîyên Helepçe tên zanîn. Lema dibêjim dijminê me hema dîsa ew dijmin e. Ev dîsa binpêkirina mafê gelê kurd e. Ji alî kî ve jî yek dikare bêje, ev hesûdî ye, çavnebarî ye. Ew dixwazin tolê ji gelê Kurd bistînin. Va hewildana neyaran xizmeta wê dike, ku pêsîyê li vê pêstaçûna Kurdistanê bigirin, carek di hildin bin badora xwe. Ew bi vê rewsa Kurdistanê ne dilrehet in. Kurdistana Basûr roj bi roj berbe dewletbûnê dimese. Di nava van çend salan da avadanîya ku li Kurdistanê pêk hatîye, dem û dezgehên bingeha dewletbûnê hatine danîn. Kesayetiya kurdistanîyan ya netewî roj bi roj qewîn dibe. Ekonomî, çand û kultur, perwerde roj bi roj pêsta diçe. Hemû dewletên dagirker vê pêstaçûnê temase dikin. Em dikarin bêjin, ku ji bo pêsî lêgirtina van guhartinên erênî û gav bi gav berbe dewletbûnê çûn sedemekî vî serî ye.
F.Timar: Niha yen ku vî serê qirêj dimesînin terorîtên DAIS in. Gelo destê kîjan dewletan di pist vî serî da heye? Hûn dikarin nav bikin?
Mîrza Bozanî: Bawerîya min, hema di destpêkê da dîyar bû, ku destê tevaya dagirkerên Kurdistanê di nava vî serî da hene. Lê êdî ne vesartî ye, ku têkilîyên dewleta Tirk gel vê û gelek komên îslamîst yên ku li Surîyê dijî rejîmê serdikirin hebû û îrojî heye. Heta bêjî perwerda wan jî li Turkîya yê dibû. Terorîstên ku ji Ewropayê dihatin li Turkîyayê dikirin mêvan, perwerde dikirin û alîkarîya wan dikirin, ku ew derbasî Surîyê an jî Iraqê bibin. Çewa ku min got, ne tenê Turkîya destên gelek dewletên wê herêmê di nava vî serî da hene.
F.Timar: Lê ez dixwazim suwaleka hema nêzîkî wê suwalê dîsa ji cenabê we bikim. Cewa ku tê zanîn, gava ku teroristên DAIS bajarê Musulê dagir kirin, hema çendekî kurd arxayîn kirin. Rêveberîya Kurdistanê jî wê bawerîyê bû, ku DAIS êrisiyê nabe ser deverên kurdan. Lê usan nebû. Pirsa min ev e. Gelo çima di sêrî da kurd arxayîn kirin, lê pasê bi tevaya qeweta xwe va avêtin ser Kurdistanê û taybetî jî li Sengalê ev jenosîda pêk anîn. Gorî nêrîna cenabê we, çima Sengal ne bajarokêkî di?
Mîrza Bozanî: Ev pirsa cenabê we gelek pirseka giring e. Ez ê bicedînim bersiva vê pirsê bidim. Rast e, dijminê dev bixwîn, çima Sengal ji xwe ra kirin hedefa yekê? Armanca dijminan ew bû, ku di nava kurdistanîyan da dubendîyekê, dijayetî û cudahîyekê pêk bînin. Di navbera kurdan û turkman, kildan an jî suryanîyan da nakokîyan derxin berbe pês. Ji alîkî da jî, wan dixwest di navbera kurdên musulman û yên ne musulman da, an go Ezîdî, Feylî, Kakai û yen mayîn, nakokîyan derxin berbe pês. Lê wana nizanin, ku ev gelên ji olên cuda bi sedan va salin wek cînar, wek bira tev dijîn. Her çiqas dijminan her dem xwestîye di navbera wan da dijminatîyê tûj bikin, lê tu car serneketine. Vê carê jî dijminên dev bixwîn Sengal kirin hedefa xwe ya sereke. Ji sedeman yek ew bû, ku Sengal cîhekî stratejîk e, di navbera Musul û Surîyê da. Ya dudan, Sengal ji deverên Kurdistanê yên di hatiye qut kirinê, ji ber vê jî parastina wê ne hêsa bû. Ya sisyan û her e giring, li Sengalê Kurdên Êzidî dijîn. Tu sik tune, ku Êzidî Kurd in û heta dikarî bêjî kurdên xas in. Wan dixwest, ku di navbera Kurdên Êzidî û desthilatdarîyê da bêbawerîyek pêk bê. Lê ji alîyekî di va jî, ev tolhildan bû. Wan dixwest ji kurdan tolekê bistînin. Ev jenosîda ku li Sengalê pêk anîn ceribandineka li ser tevaya kurdan bû, dilê tevaya kurdên bi vijdan dax bû. Bi Êzidîbûna rûnistvanên Sengalê va jî dixwastin di navbera kurdên Êzidî û musulman da kestinekê pêk bînin. Divê bê zanîn ku ev jenosîda jî, yek ji wan jenosîd û karesatên ku li Kurdistanê hatibûn kirinê ye.
F.Timar: Kek Mîrza, pirseka min, ya bi vê pirsa jôrîn va girêdayî, taybetî bi Sengalê va girêdayî heye. Cenabê we dizane, ku di medya û çapemenîyê da agahîyên gelekî qîrêj hatin belav kirin. Cenabê we ji nava serê germ tê. Hûn xwe ezidî ne û pesmerge ne. Tê zanîn ku DAIS a terrorist gelek kurdên êzidî kustin, serê zarokan li ber cavên dê û bavan jêkirin, dest avêtin namûsa kurdan, gelek qîz û jin revandin. Agahîyên we di derheqa hejmara mîrovên ku (zar, jin mêr) di destê DAIS a terorist da hene?
Mîrza Bozanî: Mamosta, ez xwe wek sexis nikarim bêjin hejmar ev qas e, an çend e. Lê rastîyek heye, ku bi hezaran mîrovên me di destên wan da ne, derbeder in. Kes nizane, ku ew kustî ne, exsîr in, an li ku derê ne. Gelek mîrovên ku wenda bûne, li hinek dever û dewletê cuda derketin holê. Hinek ji wana li Surîyê bûn, hinek li Suudîyê, hinek li dewletên Xalîcê derketin. Qîz û jin firotine deverên cuda, lê hejmarek e eyan di destê me da nîne. Yen ku li Iraqê di bin destên wan xwînxaran da ne, hinek caran bi riya telefonê va agahî dane, ku ew dijîn, an li kuderê ne. Hinek ji destên wan revîne û xwe gîhandine cîyayê Sengalê. Hinek jî hene ku bi alîkarîya mîrovê bi ûjdan hatine xelas kirinê. Min di destpêka bersiva xwe da got, ez nikarim bêjin çend kes, lê belê hejmareka mezin di bin destê wan da ne.
F.Timar: Cenabê we ji sengerên sêr tê. Ez berê bipirsim, îro rews çewa ye? Lê ez dixwazim suwaleka di jî pêvakim. Gelek deverên ji axa Kurdistanê, di bin kontrola DAIS a terrorist da ne. Ta niha, Rabia, Zummar tevî gundên der û dorê, Celawla û Mexmûrê pasta hatin girtin. Hinek dibêjin, Basik û Behzan ji Rabîa`yê nêzîktir in. Pesmerge çima wan herdu bajarokan azad nakin? Hûn dikarin wek pesmergeyekî bersiveka çewa bidin? Ez vê pirsê ji cenabê we dikim, ji ber ku gelek kes hene, ku bi vê meselê va dileyîzin, bo ronî kirinê dipirsim:
Mîrza Bozanî: Rastî, ez wek pesmergeyekî kontrola Zummar û Rabia yê wek wacibê xwe dibînim. Ez dikarim di derheqa devera ku ez lê me, hemû tistî zelel raxim ber çavan, ronî bikim. Lê belê mexseda cenabê we Behzan û Basik in. Dibe ku hinek mîrovên me dibêjin, çima pesmerge berê Behzan û Basikê rizgar nakin? Sedem çi ye, ku berê Rabîa û Zummar têne rizgar kirinê? Qasî ku agahîyên min li ser van pirsgirêkan hene, ez dikarim ha bersiva vê pirsê bidim. Em hemû pesmerge ne. Wekî dîyar e, di vê derê da hinek plan û sedem hene. Hinek caran pesmerge jî nikare ji derî van plansaziyên ku hatine danîn, ji ber xwe da serekî bê kontrol bimesîne. Ji sedeman yek ew e, ku pesmerge û teyarên dewletên hevpeyman bi kordîneyekê va, vî serî dijî DAIS terorist dimesînin. Gorî plansazîya ku hatîye danîn, gelek caran pesmerge hîvîya bombebarana teyaran disekinin, heta bêjî, hinek caran ji pesmergan ra tê gotinê, ku xwe pasva bigirin. Ji alîyekî va jî di navbera Hukumata Merkezî, Hukumata Kurdistanê û hevpeymanan da danûstandinek heye. Ew li ser planekê dixebitin, ku tevayî êrisekê, gor plansazîya hevpeymanî bimesînin û terora DAISê lawaz bikin, heta bêjî tevda ji holê rakin. Hemû deveran rizgar bikin û di Musulê da jî dorê lê bipêçin. Mesela Behzan û Basik, dibe ku kontrol kirina wan herdu deveran ne gelek zehmet be jî. Divê bê zanîn ku ev herdu bajarokana bi gistî di bin destê DAISa terorist da nînin. Gelek caran li wan herdu cîhan ser jî dibe, mifrezê me caran hetanî nava Basik û Behzanê jî çûne. Em dikarin bêjin, ev jî parçeyekî plansazîya serê gistî ye. Serê pesmerge jî gorî planê dimese. Di demeka kurt da em ê hemû deveran rizgar bikin, însalah.
F.Timar: Kek Mirza, min dixwast ji we bipirsim, we jî got însalah. Hûn wek pesmergeyekî hîvî dikin, ku di demeka kurt da dawîya vî serî bê, tevaya deverên axa Kurdistanê têkevin bin kontrola pesmergan?
Mîrza Bozanî: Ez dixwazim bi kurtî bersiveka ha bidim. Mamosta, ev alîkarîya hevpeymanan, moral û alîkarîya gelê kurd, yekdengîya Hukumata Kurdistan, her usa canfîdayane serkirina pesmerge li alîyekî, lê ya her e giring jî, bi biryar li ser azadîya deverên Kurdistanê polîtîka mesandin û heta bêjî, li sengeran, di nava pesmergan da cîh girtina Serok Barzanî temînata azadîya Singal û hemû deverên dinê ye. Mesud Barzanî sond xwarîye, ku Singal wê bê rizgar kirinê û ji berê bastir bê avakirinê. Gelek caran pesmerge ji bo êriskirinê amade ye, lê belê ji ber sedemên ku, min li jor behsa wan kir, karê me 4-5 rojan texîr dibe.
F.Timar: Di vê rewsa hanê da, hûn helwesta Hukumata Herêmê, helwesta partîyên kurdan çewa dibînin? Di çapemenîyê da resimekî neyînî hate belavkirinê. Hema ez nav bikim. Cenabê we di vî serî da, helwesta YNK, Goran, partîyên Islamî, PDK û PKK çewa dinirxîne?
Mîrza Bozanî: Bi rastî ez ê wek pêsmerge û kurdistanî bersiva we bidim. Bawer bikî, ez dibêm partîyên kurdistanî ji dîroka xwe gelek tist fêrbûne. Di vî serî da, tevaya partîyên herçar perçên Kurdistanê vê care dest dane hev û di, bi yek helwestê va tekosîn dan û didin jî. Ev polîtîkaye, hinek cudahîyê jî hebin, hemû wekî hevdu nînin, lê dîrokê da tu caran ev qasî nêzîkî hev û di nebibûn. Cîhê dilxwesîyê ye, ku em dibînin ji herçar perçên Kurdistanê dengê pistgirîyê bilin dibe. Ez wê bawerîyê me, ku ev ha berdewam bike, kesek nikare êdî têkeve nava partîyên kurdistanî û em ê roj bi roj berbe azadbûna Kurd û Kurdistanê bimesin.
F.Timar: Pirseka di jî mesa pesmergeyê Kurdistanê, ya ji Hewlêrê ta Kobanê ye. Cenabê we dizane, ku pesmerge ji Zaxoyê derbasî Kurdistana Bakûr bûn. Kurdên deverê jî pêswazîyeka wek serhildanekê pêkanîn. Vê bûyerê li seran-serî dinyayê dengveda, kurd pê serbilind bûn. Cenabê we ev mesa pesmerge, ji ser besekî Kurdistanê ra derbasbûn û ji bo alîkarîyê çûna Kurdistana Rojava (Kobanê) çewa dît, hûn dikarin çi bêjin?
Mîrza Bozanî: Mamosta ev mesa pesmerga ji bo tevaya kurdan cîhê sanazîyê bû. Ji Kurdistana Basûr derbasbûna Kurdistana Bakûr an go perçê di bin destê dewleta Turkiya û wê derê jî çûna wan hewarîya xûsk û birayên xwe yê Kobanê, pêswazîya li Kurdistana Bakûr wek serhildaneka serkeftî dilê tevaya xwerxwazên azadîya Kurdistanê xwes û ges kir. Ez bawer dikim, ev mesa pesmerge, destûr dayîna Dewleta Turkiya, wek leskerê nîzamî çûna wan ya Kobanê guhartineka dîrokî bû. Ji alîkî va nezîkî hevdu bûna kurdên basên Kurdistanê, ji bo bawerîya navbera partî û rêxistinên kurdistanî, ji bo parastina mafên kurdan, li herçar perçen Kurdistanê gaveka dîrokî bû.
F.Timar: Niha pirseka nêzîkî vê heye, ku gelekî li ser hate axaftin, heta bêjî hineka bi zanetî agahîyên sas jî belav kirin. Hûn jî dizanin, hinek kesên berpirsîyar li devera Singalê eka ku diket li ser mile wan nehanîn cîh, gel neparastin, pista xwe dane gelê derbeder û revîn. Hineka got, ev ixanet e, hineka wekî xemsarî nav kir. Lê ev bû sedema gelek nakokîyan. Hûn vê bûyerê çewa dinirxînin?
Mîrza Bozanî: Belê, gelek agahî hatin belavkirinê, lê dive bê zanîn, ku li hemû deran di nava hêzên eskaran da, ne tenê li Kurdistanê an jî pesmergeyên Kurdistanê, xwe pasta vekisandin, an jî kestin hatine dîtinê lê belê gelek caran jî serkeftî bûne. Ew tistên ku li Sengalê û li çîyayê Sengalê pêk hatine di medya û çapemenîyê da deng da, gelek niqas hatin mesandin. Hetanî bêjî gelek kesan ev bûyer wekî hacetekî suxulandin û di nava kurdan da cudatî derxistin berbe pês. Ew jenosîda ku li Sengalê pêk hatibû, dilê tevaya kesên ku xwe wek mîrov dibînin êsand, taybetî jî mesela jin û zaran. Lê ew kesên ku vacibê xwe nehanîne cîh, erka ku diket ser mile wan, hema em rasterast bêjin, layîqî wezîfa xwe gorî pêdivîyê cîh nehanîne. Lê gelek sedemên wê hene. Dibe ku wêrek nînbûn, an jî mecala wan tunebû ku tistekî di bikin, bi sîlahên destê xwe va nikaribûn dijî dijmin berxwe bidin, belku îhmala ku li ber çavên gel wek îxanet tê dîtinê hat hole.
Bi dîtina min, nêzîkbûna Serokê Berêz rast e. Divê ev pirsa ji alîyê eskerî, sîyasî û cîvakî va bê sîrove kirinê. Pêdivîya zelalkirinan kêmasîya wan kesana heye, lê riya ku me daye ber xwe ji wê îxaneta wan mezintir û dirêjtir e. Pesmergên qehreman serê dijî dijminên devbixîn dimesînin. Em wê hîvîyê ne, ku di demeka kurt da hemû deverên ku di bin destê dijmin da ne, taybetî jî Sengal bê azad kirinê û sîstemeka usan bê danîn, ku carek di zulmeka wek vê care di ser kurdan da neyê, kesek nikaribe jenosidan li ser axa Kurdistanê bimesîne.
F.Timar: Cenabê we jî dizane, di navbera kurdan da, taybetî jî nava Kurdên Êzidî da kestina bawerîyê pêk hat. Ev bawerî li hemberî Hukumata Herêmê, Serokatîyê, tevaya partîyan taybetî jî hember pesmerge gelekî lawaz bû. Gelek kes û partîyan jî ev mesele manîpule kirin, pê leyîstin. Hûn dixwazin di derheqa vê ji hevûdi dûrketina kurdên êzidî da çi bêjin? Nêrîna we, li ser hewildanên kurdên musulman çi ye? Ji pistî jenosîda Singalê musulmanên kurd Sengalîyan xwedî derketin?
Mîrza Bozanî: Divê ez berê bêjim, têkilîyên mala Barzanî û îro jî nêzîkbûna Serok Barzanî gel kurdên êzidî û bawerîya wan tistekî dîrokî ye. Her usa PDK jî, ji roja damezirandina xwe ta îro, xizmeteka zor kirîye. Kurdên êzidî jî, tim û tim qedrê mala Barzanî û partîyê girtîne. Rast e, di dine da gelek guhartin hene, hemû civat têne guhartin, her usa ezidî jî têne guhartinê, lema jî em dibînin ku di nava êzidîyan da alîgirê hemû partîyan hene. Hurmeta wan ji bo hemû partîyan heye, lê piranîya wan îro jî gel PDK ne. Ew bîr û bawerîya tu caran tune nabe. Hinek partîyan, kesan di medya û çapemenîyê da propaganda qirêj mesandin, da ji boy ew di navbera PDK û kurdên êzidî da nakokîyan derxînin. Min jôrê jî got, kêmasîyên hinek kadroyên newêrek kirin hacet ji bo armancên xwe yên polîtîk. Êê, ev jî normal e, dibe ku ev jî alîyê demokrasîyê, yê qîrêjin.
Mesela li Singalîyan xwedî derketina kurdên musulman jî, em gelekî pê dil xwes in. Hemû deveran, kurdan ji bo kurdan derê mala xwe vekirin, alîkarîyeka zor dane malbatan. Em hîvî dikin ev lê xwedî derketina dayîmî be. Lê ez tistekî bêjim, wan jib o kurdan, kurdistanîyan derê xwe vekirnê. Ev jî erka li ser mile her kurdekkîye.
F.Timar: Kek Mîrza, cenabê we jî dizane, dema ku dijminê xûnxwar berê xwe dane Kurdistanê, taybetî jî ji pistî jenosîda Sengalê, gelek kurdên ku li Ewropayê dijîn, berê xwe dane Kurdistanê, kincên pesmergetîyê xwe kirin, çeka xwe hildan destê xwe û gel pesmerge mil bi mil ser kirin. Hûn vê helwestê çewa dinirxînin?
Mîrza Bozanî: Mamosta, ev roja, roja xîretê ye, roja namûsê ye. Ez vê ji bo hemû layan, alîgirê hemû partîyan dibêjim. Çi li Kurdistanê çi li Ewropayê dive hemû kurd bergirîya welatê xwe bikin. Karê dîplomasîyê jî karê bergirîyê ye. Lê belê, yên ku dikarin, yên ku xwedan derfetin, dive bêne Kurdistanê, mil bidin pesmergeyan, welatê xwe azad bikin, heyfa Singalê hildin. Em pê serbilindin, ku ew pesmergên berê, îro jî hatine û mil dane mile pesmergan û ji bo welatê xwe, ji bo gelê xwe berxwe didin. Hinek wana birîndar bûn, hinek sehîd bûn, wek gorbehîst Sebrî Bamernî.
Banga min ev e: Hewcetîya Kurdistanê we hemûyan heye. Kurdên musulman, êzidî, mesihîyê Kurdistanî, keremkin werin welatê xwe azad bikin. Ji dûr va doza Sengalê neyê mesandinê. Keremkin werin em serê azadîyê gestir bikin. Doza me doza welat, milet û mafê azadîyê ye, hetanî kengê em ê ji dûr va tenê rexne bikin. Carek di dibêjin, hewcetîya Kurdistanê we heye.
F.Timar: Cenabê we banga gistî kir, lê hîvîya we ji kurdên diyasporayê çi ye? Ew dikarin dervayî welêt çi bikin?
Mîrza Bozanî: Me disopand, kurdên li welatên Eropa taybetî yên li Almanya texsîr nekirin. Bi bangan, mesînan, hevdîtin û pêsangehan va bûne dengê Kurdistanê, bûne dengê keç û jinên kurdên êzidî yên ku di destê DAISê dane, kesek nizane li ku ne. Her usa alîkarîya piralî (peretî, kinc) gîhandin Kurdistanê. Lê daxwazîyeka min ji kurdên Almanya heye. Dive rojên oxirmên giran da hemû rêxiraw, partî, kesayetî dest bidin hevûdi. Dengê wan wê bastir bigîhîje ber guhên ewropayîyan. Çewa ku pesmerge îro pesmergê hemû perçen Kurdistanê ne, ferq û cudahî nemaye, hûn jî li Almanya dest bidin hevdu.
F.Timar: Kek Mîrza, di dawîyê da bangawazîyeka we ji bo partî û rêxistinên seranserî Kurdistanê heye? Cenabê we dixwaze çi bêje?
Mîrza Bozanî: Wek pesmergeyekî banga min ji bo partî û sîyasetmedaran ev e. Dagirkerên me xedar in. Ew xwedanê tecrubeyên dewletbûn û rêveberîyê ne, her usa tecrube û tevxebata dagirkerîyê ne. Eger, em jî dixwazin besên Kurdistanê yek bi yek azad bikin, dive hemû partî, rêxistin, kesayetî dijayetîya hevdu berdin, mil bidin kar û xebatên hevûdi, di nava demê da yekitîya xwe xurt bikin. Êdî bes e, ku her dagirkerek sêwirmendîya me yekî bike. Her bijî Kurd û Kurdistan.
F.Timar: Kekê Mîrza, seheta we xwes be. Gelek sipas dikim, carekê ji bo van gotinên bi wate, carekê jî, ji bo wê ku hûn ji Almanya çûne û we dîsa çeka xwe ya pesmergetîyê hilgirtîye destê xwe û di nava gelê xwe da kar û xebatê dimesînîn, bergirîya Kurd û Kurdistanê dikin. Gelek sipas
Mîrza Bozanî: Ez jî gelek memnûnim, mamoste. Bi wê hîvîyê ku hûn carek di bêne Kurdistanê, wek her car pesmergan zîyaret bikin. Ev ji bo morale me giring e. Ez jî sipas dikim.
Bottrop
Dengê Kurdistan