Haber

Hewildaneka kelecan ji bo xebata HAK-PAR

Di çarçowa biryarên ku, di civîna Bottropê da bi yek dengî ji alîyê Kordinsyona Derveyî Welêt ya tevxebata li Ewropa va hatibû binxet kirinê, li tevaya welatên Ewropa her usa li Almanya jî dengveda.

Gelek deveran hevdîtin, civîn têne pêkanîn. Komikê xebatê (KX), insiyatif an jî komel têne damezirandinê. Em dikarin bêjin ku kelecaneka ber bi çav heye.

Çewaku hatibû eskere kirinê, Almanya wek sê besan hatibû dabes kirinê. Ji bo her besekî du kes ji bo Kordînasyona Dervayî Welêt hatibûn wezîfedar kirnê. Kesên ku ev kara hildabûn ser milên xwe, gelek hevdîtin çêkirin. Ji pistî van civîn û danûstandinan ra, di 20.12.2015 an da li bajarê Bottropê civînek hate pêkanîn. Ji pistî danûstandineka dûr û dirêj, biryara ji bo her bajarekî Almanya Navîn (Eyaleta Ren-Westfalya Bakûr) hate standinê. Ev kesên ku hatin destnîsan kirinê, wê di bajarên xwe da komikên xebatê (KX) an jî insîyatîfan pêk bînin.

Van hevalên ku ev kara hilgirtin ser milên xwe, di heman demê da endamê komîta vê herêmê ne. Kesên ku bûne endamê komîtê biryar girtin, ku du mehan carê civîneka dan û standinê pêkbînin.

Di danû standina li ser rewsa herêma me da, hate tesbît kirinê ku, kêm-zêde 25-30 endamên me hene. Cîhê dilxwesîyê ye, ku tevaya besdaran wî lezî bûne endam. Aksiyona endametiyê berdewam e.

Em wek komîta Almanya, ya navîn ji tevaya heval û hogirên xwe ra serkeftinê dixwazin. Ev karê kurdistanî karekî pîroz e.

Her bijî HAK-PAR!

Bijî azadiya kurd û Kurdistan!

Komîta Almanya Navîn

Dengê Kurdistan

Back to top button