HEYA ROJA AZADÎYÊ

Heval û xwendevanên delal,
Ev nivîsa min 20 sal berê di rojnama Roja Teze da derketi bû, bi navê Ferhad Can. Roja Teze rojnameyeke hefteyî bû û li Istembolê derdiket.
Bawer im, ev nivîs îro jî bala we bikisîne.
Kemal Burkay
HEYA ROJA AZADÎYÊ
Ji ber ku rojnama Hêvî midetek berê wesana xwe sekinandibû, min jî firsend ne dît li ser gelek tistan raya xwe binivîsim. Lê di vê navberê da guhartinên teze çêbûn.
Li Îmralî mehkema Ocalan dest pê kir û di nav mehkî da xilas bû. Mehkemê ceza dardakirinê da. Ev biryar di van rojan da diçe ber mehkema bilind. Xuya ye ew jî cezayê tesdîq bike. Pistî wê mesele tê ber Meclîsa Tirkan.
Li ser îfada Ocalan ku wî li mehkemê da, gelek axaftin çêbû û hîn jî dibe. Ocalan got: “Bo xatirê asitî û demokratîyê firsendekî bidin min. Da ku serê PKK bisekinînim, xelkê serê çîyê daxinim jêr. Bila êdî xwîn nerije.. Ez, pistî 20 salan teze pê hesîyam ku rîya ser sasî bû. Kar olaxên sîyasî yên asitîxwaz û demokratîk bastir in…”
Ocalan her usa jî got: “Ez dewleteke serbixwe êdî naxwazim. Heya federasyon û otonomîyê jî naxwazim. Ev daxwaz ne li cî ne.
Dewleta “unîter” bastir e. Ez tenê komara demokratîk dixwazim. Ez dixwazim xizmeta dewleta Tirk bikim. Eger min heya nuha gelek sasî kirine, dixwazim nah sunda jî sasîyên xwe telafî bikim. Hûn çi dixwazin ezê wê bikim…”
Ocalan her usa jî got: “Ew serhildanên Kurdan ên berê, ya Sêx Saît, Dêrsim û hwd. hemû kevneperest bûn, feodalî bûn, dijî Komara Tirkîyê bûn. Bona vê yekê jî Mistefa Kemal bi sikandina wan tistekî bas kir.. Lazim bû usa be. Kemalîzm îdeolojîyeke bas e û ez pêra me…”
Ocalan ji bo hukma Kurdî ya li basûr jî got: “Ew xetereke mezin e ji bo Tirkîyê ku bi destê Îngilizan pêk tê. Ez dijî wê me. Ez dixwazim Mûsil û Kerkûk jî di nav sînorên Tirkîyê da be, ango “Mîsaqî Mîllî” temam be…”
Belê xwendevanên delal, Ocalan -gotin bi gotin nebe jî- bi vî awayî qise kir. Konseya Serokatî ya PKK jî beyanek derxist û got: “Em bi Ocalan ra ne, ew çi dibêje li cî ye..”
Mesela parastinê li dadîgeha Tirkan da bi vî rengî çêbû. Ma hewce ye ku em li ser van gotinan raya xwe bêjin? Hertist ne zelal û eskere ye?..
Nah sunda wê çi be? Tirk Ocalan darda dikin yan nakin? Nizanim. Nikarim sedî sed tistekî bêjim. Dibe ku bêjin: “Ne hewce ye êdî, em wî darda bikin; ji xwe hatîye ser gotina me. Di hepsê da bimîne çêtir e…” Dibe ku dîsa jî wî darda bikin û pê dilê xwe sar bikin. Bêjin: “Kî ku dijî dewleta me derkeve dawîya wî ev e…”
Lê ez bi xwe dijî dardakirina Ocalan im û naxwazim tu kes darda bibe. Dardakirina wî xizmeta tu tistî nake. Ez dixwazim dewleta Tirk li rê-olaxên asitîxwaz bigere.
Lê asitî çawa çê dibe. Ev jî ne wek gotinên Ocalan, lê li ser dadîyê çêdibe. Divê Pirsa Kurd bi dadî û li ser bingehê wekhevîyê bê çareserkirin, heqê Kurdan bê naskirin.
Daxwazên milletê Kurd eskere ne, ne hewce ye ku ez, careke din yek bi yek ducar bikim. Heqên çandî, îdarî û sîyasî
Serxwebûn jî layîqî Kurdan e federasyon jî. Dewleta Tirk bo sed hezar Tirkê Qibrisê federasyonê jî kêm dibîne, konfederasyonê dixwaze. Ma em bîst mîlyon Kurdê bakûr çima nexwazin?
Xwezî Ocalan di mehkemê da ew gotinên sas nekira, bas ber xwe bida û doza Kurdan biparasta. Lê doza me bi merivekî û partîyekê ra girêdayî ni ne. Ev doza milletekî ye; meriv û partî tên û diçin, lê millet û doza xwe her dimîne.
Heya ku ev pirs li ser bingehê dadî û wekhevîyê çareser nebe, berxwedana Kurdan jî wê her hebe. Heya roja azadîyê…
Bila herkesek vê yekê bas bizane!
10 Tîrmeh 1999
Roja Teze 2
Dengê Kurdistan