Nûçe

Heyeta HAK-PAR`ê Mesûd Barzanî pêswazî kirin

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî îro danê sibê, bi konvoyeke mezin, digel hunermend Sivan Perwer, bi riya bejî hate Diyarbekrê. Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR û jimareke mezin hevwelatîyan ew pêswazî kirin.

Heyeta HAK-PAR`ê ya ku ji cîgirên Serokê partiyê Resît Delî û Hasan Dagtekîn û serokê HAK-PAR a Diyarbekrê Vasif Kahraman û gelek endamên partiyê û hevwelatiyan pêkhatî pêswaziya serok Barzanî û hunermend Sivan Perwer kirin.

Hak-Pariyan bi pankartên mezin ku li ser “Bijî serok Barzanî!” “Bi xêr hatî rêzdar Serokê Kurdistana Federal!” nivîsandî û resmên bavê Barzanî Mele Mustefa Barzanî çû pêsiya wan. Ji ber qelebalixa mezin serok Mesûd Barzanî nekarî ji erebeya xwe derkeve derva. Bi konvoyeke dirêj ketin navenda bajêr û derbasî Green Park Hotêlê bûn. Serok Mesûd Barzanî wê bi bernameyeke dagirtî wê du rojên xwe li Diyarbekrê derbas bike û gelek dan û standinan pêk bîne. Hêjayî gotinê ye ku ji çar alî Kurdistana Bakur hejmareke mezin kes ji bo Barzanî û Sivan Perwer hatine Diyarbekirê.

Dengê Kurdistan

Back to top button