Heyeta HAK-PARê Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzani ziyaret kir

Heyeta HAK-PAR’ê, ku ji serokê Partiyê Bayram Bozyel, Kemal Burkay û Celal Yildiz pêk tê, seva dinê ji Enqerê bi teyarê hat Hewlêrê û iro di saet 15.00 da li bajarê Selahaddin Serokê Herêma Kurdistanê birêz Masud Barzanî ziyaret kir.
Dengê Azad/Hewlêr
Di hevdîtinê da birêz Barzanî kêfxwesiya xwe nîsan da ji bo vegera Kemal Burkay a welat, pistî 31 salê li xurbetê, got ev yek jî nîsana guhartineke erênî ye. Birêz Barzanî her usa jî, ji bo çareseriya pirsa Kurd bi rêyeke astiyane li ser girîngiya bêdengkirina sîlehan sekinî. Got me di waxtê da ji bo maf û azadiyên xwe dest avête sîlehan û bi salan ser kir. Lê îro rewsa dinyayê û herêmê gelek guhariye. Di rewsa heyî da ser ji bo çareseriyê xizmet nake, lê dibe asteng. Gelê Kurd bi rê-olaxên astîyane dikare bigihîje armanca xwe. Birêz Barzanî got ‘Li ser vê yekê min gelek caran bi berpirsiyarên PKK ra qise kir, ew jî dibêjin rast e, lê mixabin pistra bûyerên ne bas wek Silîvan û Daxlica diqewimin, dîsa xwîn dirije û diyalog qut dibe.
Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel û Kemal Burkay jî gotin di vî wari da wek hêja Serok Barzanî difikirin. Her usa jî gotin xelk, him Kurd him jî Tirk ji ser û pevçûnê bêzar bûne û çareseriyeke astiyane dixwazin. HAK-PAR ji bo bêdenkirina sîlehan gelek kar û xebat dike, heya dixwaze ku PKK yekalî be jî sîleyan berde. Eger PKK dev ji sîlehan berde siyaseta Kurdan xwe bastir rêz bike û rews ji bo çareseriya pirsa Kurd wê bikemile.
Hevdîtin qasî saatekê ajot. Hêja Barzanî li ber dêrî pêsiwaziya mêvanên xwe û kir ew bi rê kirin. Heyet sibê jî Polîtburoya PDK zîyaret bike û her usa, di rojên pêstir da ger û hevdîtinên xwe li Kurdistana Basûr wê bidomîne.
Dengê Kurdistan