Nûçe

Heyeta Kurd civîn li gel Sefareta Almanya û Sefareta Norvêçê li Danîmark pêk anî

Di xeleka civîn û karên xwe ên lobîyê de, komîteya partî û rêxistinên kurdî li welatê Danîmark, di rojên 06-07.10.2014’an de civîn li gel sefaretên Almanya û Norvêçê li Danîmark pêk anîn û ji bo pistgirîya wan a ji bo kurdan a li dijî rêxistina terorîst DAIS’ê spasnameyek pêskêsî wan kir.

Heyeta Kurd ku ji Said Sooltanpour (PDKI) û Yilmaz Yildiz (PSK) pêk dihat, di roja 06.10.2014’an de li Sefareta Almanya li Danîmark civînek pêk anîn û ji bo pistgirîya wan a ji bo kurdan spasnameyek pêskêsî sefaretê kirin. Di cînê de li ser rewsa Basûrê Kurdistanê, karêsata Shingalê û Rojavayê Kurdistanê û xasima jî rewsa li Kobanê gotûbêj hat kirin û daxwaz ji Almanya hat kirin ku di pistgirîya xwe de her berdewam bê. Li ser navê sefîr kesekî bi navê Olaf Iversen spasnameya kurdan wergirt û spasî û kêfxwesîya xwe anî ziman û soz da ku nameyê bigihînê destê sefîr.

Herweha di roja 07.10.2014’an de jî heyeta kurd civînek jî li gel Sefareta Norvêç li Danîmark pêk anî û spasnameyek jî pêskêsî wan kir. Civîn li gel sefîrê Norvêçê, Ingvard Havnen, bi xwe hate kirin. Invard Havnen pêswazîyeke germ li heyeta kurd kir û spasî û kêfxwesîya xwe ji bo nameya kurdan anî ziman.

Di civînê de dîsan li ser rewsa Kurdistanê û rêxistina terorîst a DAIS’ê hat axaftin û heyetê bal kisand ser komkujîya li himberî Kurdên Êzîdî li Singalê û metirsîya komkujîyeke din li Kobanê û daxawaz kir ku Norvêç rola xwe di civaka navnetewî de bilîzê û pistgirîya kurdan, ne tenê bi alîkarîya mirovî, lê herweha alîkarîya kurdan bi cekan jî bikê. Sefîr got heta niha Norvêçê alîkarîya mirovî kirîye û got ewên di vê alîkarîya xwe de jî her berdewam bin, lê îhtimal heye ku ew jî êdî pistî ku Danîmark û çend welatên din, ku dest bi pistgirîya eskerî kirine, li ser vê yekê bifikirin.

Di vê derbarê de heyeta kurd bal kisand ser wê yekê ku îro kurd ne tenê ji bo xwe û ji bo asîtî û aramîya nava Kurdistanê serê DAIS’ê dikin, lê herweha kurd di vî serî de ji bo demokrasîyê, ji bo nirxên mirovatîyê û ji bo asîtî û aramîya cihanê tev da ser dikin û anîn ziman ku heger îro kurd di vî serî de têk herin wê êdî sibe gelekî dereng bê û wê DAIS bibê belayeke mezin ji bo Ewropa û hemû cihanê.

Sefîrê norvêçî jî ev dîtina kurdan parve kir û got ku rewsa ku kurd tê de ne bas fêhm dikê û anî ziman ku raste DAIS bûye belayek mezin ji bo tevaye mirovatîyê. Sefîr dubare spasîya partî û rêxistinên kurdan kir ji bo nameyê û soz da ku ewê nameya kurdan bigihînê Oslo’yê.

Hêjayî gotinêye ku hemû naveroka civînê ji alîyê karmendeke jin ve di protokolê de dihat nivîsandin.

Yilmaz Yildiz
Kopenhag

08.10.2014

Dengê Kurdistan

Back to top button