Nûçe

Heyeta kurd li Danîmark hevdîtinek li gel Partîya Sosyaldemorat pêk anî

Pistî êrîsên DAIS’ê ên li ser Basûrê Kurdistanê û xasima jî êrîsên li ser herêma Singalê ku bubû sedema komkujîyeke mezin li dijî Kurdên Êzîdî û koçberbûna bi sedhezaran xelkê deverê, 13 partî û rêxistinên kurdan jî li Danîmark ên ji her çar besên Kurdistanê bi sêweyekî awarte li hev civîyan û di nav xwe de li ser rewsa Basûrê Kurdistanê û karêsata Singalê hin biryar wergirtibûn.

Di civînê de komîteyek hevbes jî ji 5 kesan hatibû damezirandin. Komîteyê dest bi kar û barê lobîyê kiribû û wek yekemîn partîya sîyasî a Danîmark jî, di roja 02.09.2014’an de civînek li gel berpirsên Enhedslisten (Lîsta Yekîtîyê) pêk anîbû û ji bo pistgirîya wan a ji bo kurdan spasnameyek li ser navê partî û rêxistinên kurdan pêskêsî wan kiribû.

Di xeleka van hevdîtinên li gel partîyên sîyasî ên Danîmark de, duh (01.10.2014) jî heyetek ji 3 kesan pêkhatî (Sait Yolal ‘PDK), Hetem Cehangiri ‘ PDKI) û Yilmaz Yildiz ‘ PSK) li ser navê komîteya hêzên Kurdistanî civînek li gel berpirsekî bilind û serokê gruba parlamento a Partîya Sosyaldemokrat Henrik Dam Kristensen di parlamentoya Danîmark de pêk anî.

Îro li Danîmark Partîya Sosyaldemokrat desthilatdare û seroka partîyê Helle Thorning-Schmidt jî serokwezîrtîya Danîmark dikê. Henrik Dam Kristensen jî di hikumetên berê de gelek caran wezîrtî kirîye.

Heyeta kurd bi sêweyekî germ ji alîyê Henrik Dam Kristensen ve hat pêswazî kirin.

Civînê nêzîkî seatekê dewam kir û di vê navberê de gotubêj li ser rewsa li Basûrê Kurdistanê, xasima jî karêsata li Singalê û komkujîya ku ji alîyê DAIS´ê ve hatî serê Kurdên Êzîdî û koçberîya wan hat kirin. Heyetê herweha jî bahsa rewsa li Rojavayê Kurdistanê, koçberîya zêdeyî 150 hezar kurdan ber bi Bakurê Kurdistanê ve û dorpêçkirina herêma bajarê Kobanê ji alîyê DAIS’ê ve jî kir û bal kisand ser xeterî û metirsîya komkujîyan li himberî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê.

Pistî van dîtinan heyeta kurd ji bo pistgirîya Partîya Sosyaldemokrat û welatê Danîmark a ji bo gelê kurd li dijî rêxistina terorîst a DAIS’ê spasnameyek li ser navê partî û rêxistinên kurdan pêskêsî Henrik Dam Kristensen kir û daxwaz kir ku di vê pistgirîya xwe de her berdewam bin.

Henrik Dam Kristensen jî ji bo nameya kurdan spasî û kêfxwesîya xwe anî ziman û got ku ewê vê nameyê bigihînê hemû endamên gruba Sosyaldemokrat di parlamento de. Herweha jî bibîr xist ku di eynî rojê de, ango duh, wê hemû partî di parlamento de li ser sandina balafirên ser ên F-16 ji bo Iraq û Kurdistanê minaqese bikin û soz da ku ewê di serê li dijî terora DAIS’ê de rola xwe bilîzin û pistgirîya xelkê Kurdistanê û Iraqê bikin.

Civîn di nava atmosfereke germ û dostane de bi serkeftî derbas bû. Pistî hevdîtinê jî Henrik Dam Kristensen bi heyetê re xwe berda jêr û heta ber dergehê parlamento ê derve jî bi wan re hat.

Hêjayî gotinêye ku duh parlamentoya Danîmark li ser sandina balafirên ser negihistin encamekê, ji ber wê îro jî minaqeseyan berdewam kir. Pistî minaqese û gengesîyan di dawîyê de parlamento biryara xwe da. Parlamentoya Danîmark bi rêjeyeke gelekî bilind biryar da ku balafirên ser bisînin Îraqê da ku li dijî rêxistina terorîst a DAIS’ê ser bikin. Herweha jî biryar hat girtin ku ew hemwelatîyê li Danîmark ku herê besdarî serê cihadê ê DAIS’ê bibê, wê bê dadgeh kirin û bi cezayekî gelekî giran bê ceza kirin.

Yilmaz Yildiz / Kopenhag

02.10.2014

Dengê Kurdistan

Back to top button