Nûçe

Hikumet Tinazê Xwe Bi Me Dike

Li gor nuçeyên, ku di medyayê da cî girtine, Hikumeta AK Partî xwe amade dike, ku di dibistanan da Kurdî wekî ‘zimanê biyanî’ û ‘bi dilxwazî’ were xwendinê.
Serokwezîr Erdoxan jî ragihand, ku ev yêka hanê ‘soreseka mezin e.’
Bi gor amadekariya hanê ya hikumetê, zarokên Kurd wê zimanê kurdî wekî zimanê biyanî bixwinin!
Hikumeta AK Partî bi vê yêkê va tinazê xwe bi me dike.
Hikumeta AK Partî ya ‘serdema hostatiyê’, dibêje, ku ‘pirsa Kurd nine, pirsa teror û hevwelatiya Kurd hene.’
Amadekariya hanê ligel siyaseta AK Partî ya ‘serdema hostatî’ digunce. Lê belê pirsa kurd çareser nake, nikare safî bike.
Pirsa Kurd li ser bingeha wekheviyê tê çareser kirinê.
Perwerde bi zimanê zikmakî yek jî mafên mirov yên serekî ye. Yek ji daxwazên Kurd yên bingehîn, bi kar anina zimanê Kurdî di hemu qonaxên perwerdeyiyê da ye. Kurd heta bi dest xistina mafê hanê wê xebat bikin.
Hikumeta AK partî divê vê rastiyê fêm bike, dev jê tinaz kirinê berde, ji bona ku zimanê kurdî bibe zimane perwerde gavên pêwîst bavêje.
Ji ber ku perwerde bi zimanê Kurdî rê xwes dike, ku pirsa Kurd bi rêka diyalog û bi siveyê asîtiyane were çareser kirinê.
13 Xezîran 2012
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Dengê Kurdistan

Back to top button