Nûçe

Hikumeta AK Partî Divê Dev Jê Parastina Qetilan Berde

Li ser qetliama Roboskî 5 meh derbas bû.
Serokkomarê Tirkiyê, serokwezîr û berpirsên hikumet û AK Partî gelek caran ragihandin, ku bûyera hanê were vekolînê, berpirsan werîn eskere û dadigeh kirinê.
Lê belê, ne tenê di vî warê da çu gav nehatiye avêtin, her usa karbidestên dewletê dixwazin qetlîema roboskiyê bidine ji bîr kirinê. Zabitên Tirk yên navçe, gefa malbatan qurbanan dixwin û ji wan dixwazin, ku dev jê vê meseleyê berdin. Bi tavanê ‘qaçaxçi’ û ‘êrîs kirin li ser Qaymeqama Uludere’ derheqa gelek gundiyan da deva hatiye vekirin.
Serokwezir û Wezirê Navxweyiya Tirkiyê, ku di duxuyaniya xwe ya li ser getlîema Roboskiyê da, heqerek li Kurdan kiribûn, di vê dawiyê da dibêjin, ku ‘xortên, ku hatina kustin, qecaxçi bûne, alîgîrê PKK bûne û navçe jî navçeya teror e. Bona vê yekê jî rûdana bûyerên hanê tistekî asayî ye.’
Berpirsên hikumeta AK Partî bi vê gotinê xwe ve bûne mertala qatilan.
Halwesta hanê ya hikumeta AK Partî, nisana naveroka serdema hostatiya vê partiyê ye.
Halwest û gotina dawî ya berpirsên Hikumeta AK Partiyê nisan dide, ku di serdema hostatî da, partiya hanê guhê xwe nade bangawazên asitîxwaz, zimanê tundûtijiyê bi kar tîne.
AK Partî qewl dabû, ku sîstema dewletê bigore. Lê belê, suna ku sîstemê bigore, xwe gorî û ji bona çareser kirina pirsa Kurd siyaseta dewletê, siyaseta tundûtijiyê girte ber, ku siyaseta hanê ne tenê keseyê Kurd çareser nake, her usa aloztir û tevlihevtir dike.
Erdoxana serdema hostatî, her usa pozbilind e, zimanê wî tîj û tehl e. Erdoxan çendek berê digot ’emê dijî terore ser bikin, ligel siyasetê jî giftugo bikin.’ Behsa muzakere li gel BDP û hevditîna MIT ligel PKK kiribû. Îro jî hemu prensib û bînamayên exlaqa siyasî binpê dike û dibêje, ku ‘BDP bêbext e’.
Zimanê hanê ji bona vesartina tundûtijiya dewletê ye, vesartina zilm û zordariya hêzên ewlekariya Tirk e. Zimanê hanê ne zimanê giftugo ye, zimanê tundûtijî ye.
Li Tirkiyê, binbesta tundûtijiyê, ku astengeka herî mezin e li pesiya proseya asitî, demokrasî û diyalogê, herku diçe kûrtir dibe. Bûyer û peshatiyên berê nisan didin, ku tundûtijî nikare pirsan çareser bike. Ji bona vê yekê erkê derketin ji vê binbestê, ya hikumeta AK partî ye. Bona vê yêkê:
Hikumeta Ak Partî, divê dev jê ziman û siyaseta tundûtijiyê berde, pêsiya operasyonên leskerî bîgre, ji bona rê xwes kirina diyalog û giftugo gavan bavêje;
Hikumeta Ak Partî, dev jê gotina ‘me zirarê qurbanên Roboskiyê qerebo kir, êdî çi dixwazin’ berde û berpirsên vê qetliame eskere, daxwaza lêborinê ji malbatan bike;
Hikumeta dev jê êrîs û heqaret li siyaseta legal a Kurd berde, ligel terafan bi siweyê samîmî giftugo bike;
PKK divê dev jê çalakiyên çekdarî berde. Ji ber ku xebata çekdarî her usa zirarê digihine kurdistana Basur. Ji bona vê yêkê PKK dive guhê xwe bide bangawazan, agirbes rabigihine û li ser stratejiya xwe ya xebatê çekdarî bifikire.
Bi baweriya me, bê besdariya hêzên, ku wekhevî û dadperwerî dixwazin, kêseye Kurd nayê çareser kirin. Ji bona vê yekê jî divê hêzên hanê destê xwe bidine hevdu, zext li ser Hikumeta Ak Partî bikin, dijî çalakiyên PKK, ku zîrar digîhîne sîvîlan, derkevin û li ser daxwaza ragihandina agirbes pêgir bin.
30 Gulan 2012
PSK-Partiya Sosyalist a Kurdistan

Dengê Kurdistan

Back to top button