Hilbijartin, rojev û dîmena welat

Turkîyê 1’ê Mijdarê diçe ser sandoqan û hilbijartina xwe dubare dike. Base çî qewimî ku hilbijartin dubare dibe. ? Bi raya min encama hilbijartina 7’ê Pûsberê ne bi dilê hin kes û sazîyan bu. Deshilat ji destê AK PARTI’ê semitî û ew nekari bi tenya serê xwe li ser kar bimîne. Her wiha AK PARTI û serokkomar Receb Tayib Erdogan jî ,dilnekirin ku koalisyonek di navbera hin partîyan de çêbe û deshilatek nu û hevpar were serkarîya welat.
Her weki ku tê zanîn encama hilbijartinên 7’ê Heziranê,peyamek ji bi xwe re deranî. Li demeke nû, derî vekir. Ew dem, dema koalisyonê ( hevparîyê) bu. Dengê AK PARTI’yê ketin û AK PARTI ji hilbijênerên xwe hisyarîyek wergirt. . Ev hisyarî wek balkêsîyek bu. Hilbijêneran dane zanîn ku AK PARTI divê vegere ser kiryarên xwe yên dema yekem. Vegere ser reforman, vegere ser demokrasi û azadiyan, pêvajoya çareserîyê bi sêweyek astîyane bidomine û encam bide, bibe serî. Dev ji doz û pergala serokatiyê berde û di nav pergala parlamenterî de bimese. . Yani hilbijêneran got: jibo damezrandina pergala serokatîyê hê zû ye. Pirsgirekên welat divê bi sêweyek astiyane û demokratik û di zemîna parlamentoyê de werin safî kirin, çareserkirin.
Hilbijênerên HDP’ê jî, pistgiri li HDP’ê kirin û HDP’Ê bi 80 nuner vekisandin meclîsê ku ew li wê dozek ji çekan dur dozek astiyane û demokratik bimesinin da ku kêseyên welat çareser bibin.
Peyamên herî mezinên encama hilbijartina 7’ê Pûsberê bi kurtasi berite bu ji van herduk xalan. Ev herduk peyam jî ji alîyên herduk partîyan ve bas nehat fêm kirin û ewan disan bi ya xwe kirin, vegeriyan ser dezgeyên xwe yên berê.
Li dawîyê sedem ku encama hilbijartinan ne bidilê hin alîyan bu;serokkomar desthilata xwe a yasayi bi kar anî wezifa damezrandina hikumetê da serokê Partiya here mezin Ak Parti birêz Davutoglu ku hikumetek di navbera 45 rojan de pêk bîne. Davutoglu nekari ku bi serê xwe hikumetek berite ji AK PARTIyê dayne. . Koalisyon jî pêknehat,serokkomar biryara hilbijartinek nû de. Ji xwe serokkomar jî dilxwazê koalisyonê nebu.
Ev dimena nû, bu sedemê qeyranek siyasi. Pêra jî,PKK dest bi çalakîyên tund û çekdar kir. Lewra iro Turkiye wek gola xwinê ye. Kurdistan di nav agireke mezin de ye. Gelê Kurd, li ser agire, her roj bi dehan mal berê xwe didin bajarên Turk û dibin koçebar,dibin wek penaber, terka welatê xwe dikin.
Ev hemu dijwari û ser û pevçun sedem neçarekirina pirsgireka Kurd e. Pirsgirek û kêseya Kurd pirsgireka here mezin û giran a Komara Turkiyê ye. Eger ev komar vê piesgireke bi derfetek asti û wekhev û dadwer çareser neke, ev alozi kuta nabe. Raya çareserkirinên ewlehi û leskeri ne çareye. Pasiya pasi wê terafên ser li dor maseyek bicivin. Weki din tu rêyek tunene.
Gelên Turkiyê dibin siya çek û balafiran de diçe hilbijartinê. Ez ne bawerim ku ev hilbijartin bibe hilbijartinek mehqul. Ez ne bawerim ku vîna gel azad be û bi sêweyek demokratik encam bide. Di nav barana top û gulleyan de, ne qabile ku mirov bi azadi rêxistinek bibjêrin. Bi raya min vinek ( iradeyek) netewî a Kurd di vê hilbijartinê de jî , encam nade. Gelê Kurd di navbera herduk hêzên çekdar de maye û dinav agir deye. Ewê ji bo durxistina belayê, bey dilê xwe jî be, wê dengê xwe bide partîyekî.
Ki li navçe zêde karîger be, sedem vê rewsa taybet, wê ew zêde deng werbigre.
Ji berê de em dibêjin. Bila siya çekan û tirsa çekdaran ji ser gel rabe ku hilbijartinek demokratik pêk were û vinek azad encam bide. Eger çek binax nebin siyaset ji, jiyan jî, normal nabe. Lewra em dibêjin ev hilbijartin jî,wê tistek neguherine, disa pirsgirekên here mezin wê biminin li benda çareseriyê.
Mixabin ku renge ev serê qirêj bêhtir jî, bidomine. Lewra Serok Komar dibêje’ me pêvajoya çareseriyê rakir,dani sarinceyê, hetani yek terorist bimine, emê bi hemu hêz û karina xwe ve,tekosina xwe bi dominin. ‘Li himber vê berberîyê PKK ji, li hin navçeyên Kurdistanê ku asta milli zêdeye, xendeqan vedide,kemînan bikar tine û ew ji dibêje ku,’me ji nuva dest b iserê sorisger a gelêrî kiriye. ‘ Bangi welathizên Kurd dike ku dakevin qada tax û bajêran û bibin pist û senger ji bo gerilayên PKK’ê. PKK dibêje ’emê desthilatên xweser û xweru damezrinin. ‘ Bi vê helwestê çalakiyan li dar dixe. Gel li dor vê helwestê derdikeve der û dibe hedef û amanca gulleyên hêzên dewletê.
Helbet di vê tuntbarîyê de PKK jî, telefek berçehv dide û gelek çekdarên PKK jî telef dibin. Di gel gelek kesên nistecî, çekdar û alîgir3en PKK’ê jî têne kustin û birindarkirin. Li Gumgumê, Farqin û Amed û Gewerê gelek kes sedem banga PKK bune hedef û amanca hêzên dewletê û hatin kustin û birindar bun. Li Cizirê ji 20 ( bist) kesan zêdetir kesên sivil hatin kustin. Deh roj zêdetir gelê Cizirê di mal û avahiyên xwe de mane dil û bende, nekarin derkevin devre. Cizira Botan bu girtigeheke mezin. Bajêr ma bê nan û bê derman û bê av. Nexwes û birindar nekarin herin ser bijiskan û ji ber merez û birinên xwe canê xwe ji dest dan, mirin. Gelo çima. ? Ma gelê welatparêzê Cizirê vê yekê heq kiribu. ? Çi bu suc û tawan û gunehê wan. ?Çima vê seza û ezyetê bi gel dane Kêsan. ?
Rayedar ji raya xwe nayên xwar. Wisan xuya dike ku wê bêtir xwin were rijandin. Hikumet a nuya ya ku du wezirên HDP’ê jî têde cih girtine, biryarek nu da ku 5000 kesên din bigrin jibo milistî û ‘korucitiyê’. Hikumetê xelat dani ser hin kesên rêvebir û çalakvanên PKK’ê. PKK disan li ser navê ‘serê rizgarîyê’ bang li xortên Kurd dike ku çek hilgirin. Bangi gerilayên xwe yên Rojava dike ku vegerin Bakur û daxili serê Bakur bibin. Ev rudan didin xuya ku wê ser û pevçun û tundî demeke dirêj bidome. Xwin û histêr û firmesk zêdetir bibin. Kurdistan kavil bibe, xelk koçebar bibe, jiyan bikeve nav xetereyeke man û nemanê. Heyf. Heyfa welatperwerên Kurd ku dibin amanc û hedefên hêzên serxwaz û serperest.
Ya bas ewe ku rojek zûtir, herduk alîyên servan careke din werin cem hev û dest bi guftugoyan bikin. Banga heri mezin a gelê Kurd, helwest û daxwaza here giring a welatperwerên Kurd eve. Di vî qonaxê hilbijartinan de, arami û sekan lazime. Qadek aram û bêpevçun bi mafê hemu kesane. Lazime herdu teraf jî, bi zûyî dilnerm bibin û guh bidin bangewaza gelê belengazê Kurd.
Lewra çiqas zêdetir xwin birje, disan jî bêfeyde ye. Ev rê ne rêyeke insanî û saristehi ye.
Lazime PKK dev ji vê inyada xwe berde, çekên xwe binerd bike û were di qada demokrasîyê de xebata xwe bimesîne.
Dewlet dev ji siyaseta tund û ewlekarî berde, operasyonan rawestîne û guh bide hevwelatîyan. Ev cehda leskeri bê wate û bê feyde ye.
Gere dewlet bizane ku hemu Kurd di vî serê qirêj de ne sucdar û tawanbarin. Ev raya dewletê a tund û dijwar dibe sedemê nakoki û neyarti û dijminahîya navbera herdu gelan. Hin hêzên res û tarî vê birinê dixwirînin û bi vê minasebetê dest bi çalakîyên dijraber dikin. Hin hêzên nijatperest qaso sedem riswakirina ‘terorê’ hêrisê Kurdan dikin, dikan û malên wan agirbaran dikin,nakoki û rik û kînek netewi aj didin. Ev xeterek gelek mezine. Lazime dewlet pêsî li vê mebestê bigre ku pevçunên etnik û netewi encam nedin. Eger na, wê ev xwin û dijminahî serê herdu terafan ji bixwe û welat bibe wek Suriye ku bi dev û diranan kes nikaribe pevçunan bergir bike.
Yan ser û yan jî arami. Serxwaz divê rêyek bibjêrin. Yan mirin, yan jîyan. Hilbijartina rojevê îro ev e. Lazime hemu kesên welathiz hisê xwe bidin serê xwe. Bi çek û top û firoke û bombebaran pirsgirek çareser nabin. Hê ku zûye divê ser were rawestandin û ‘pêvajoya çareseriyê’ û guftugo ji nuve destpê bikin. Îro rojeva welat ne hilbijartin yan jî damezrandina Pergala Serokatiyê ye. Rojeva welat aramî û astîye, kutabuna ser û tundi û dijwarîyê ye.
Nexwe sibê wê wext dereng bibe, wê herkes posman bibin. Ev ser wê malxirabiyek mezin bi xwere bîne. Dev ji çekan bedrin û ser rawestînin. Ev ne rêye. Binketi û serketiyên vî serî wê tunebin. Lê xesar wê gelek mezin be.
Cigirê Serokê Partîya Maf û Azadîyan/ HAKPAR
Latif Epözdemir