HILBIJARTIN Û TOTIKÊN ( PAPXANÊN) YEKÎTÎYA KURDAN

Dema ku hilbijartin nêzik dibin hinek kes û dem û dezge dest davêjin nivsandina sanonameyan.Aqil belav dikin xwe aqilmend û zana hisab dikin, bazirganîya ‘yekîtîye netewî’ dikin,wek totikên sanesînê qala ‘yekîtîyê’ dikin,sîreta li rayedar û sîyasetmedaran dikin.Di halek de ku ew zatên serîf ji hilbijartinek heta ya din welatperwerî û yek^rêzî tê bîra wan,xwe serdestê partîyan digrin,xwe sareza û pispor û zanayê sîyasetê û civaknasîyê dizanin.Qal u qise û gotinên qerase dikin,behsa berjewendî û mafê bilind ê ‘milli’ dikin.Ya rast her çend ew zat û zewat xwe di sîyasetzanîyê de pispor jî bizanin, lê ew heta ku destûr neyê newêrin bêjin ku em mirovin jî.Bi qederê destura wergirtî sirovekarîyê dikin.
Li Turkîyê rewsa serpeze a siyaseta Turkvan (Tirkperwer) li holê ye. Sîyaseta bereya Turkvan li ser dek û dolap,fêl û finaz, derew,buxtan,çavnebarî û entrîkayên Bîzansî hatîye ava kirin.Bazara wan li ser wezîr û mibasir,û sêwirmend û midûr û sazîy3en dewletê ye.Armanca wan ne maf û azadî û berjewendîyên welatin; lê zêdetir selandin û zêrandin, dewlemendî,serwet û saman,imkan û guncan,mal û milka bi gengn nin.Bereya sîyaseta Turkvan bi gengesî û tesqeleyên xwe ve bil adi cî da bimîne, em werin ser sîyaseta Bakûrê Kurdistanê.Ka gelo rewsa sîyaseta Kurdistanîyan di çî halî de ye, em dubare bikin.
Bazara rengîn a sîyaseta bereya Kurdan e.Wek bazarek bi xeml û xêz,cure bi cure dezgê têne danîn 3u herkesek li ser dezgê xwe wek Totîyên berbangê, minê hilbijartinê wek Dîkên serê sergo, fenanî salûl û Bilbîlê serê dara Gûlê dest bi bangewazîyê dikin:’Kurdno bibin yek’. Gelek kes û dezgê qonqxê hilbijartinan wek qada hilberin ticaretê hesab dikin.Xwe serdest û ‘ruspî’ dizanin, xwe sêwirmend û welathizên payebilind dizanin,siretan li rayedar û siyasetmadaran û her wiha rêxistin û partîyan dikin.Di rastîyê de mejîyê wan di binipotekê deye,rohê wanêsîr e, zar û zimanê wan bikirêgirtî ye.Begêd wan çî û çiqas icaze dabî ewqas kelamfirosîyê dikin.Xwe sîrin dikin ka gelo ji vê qadê tistek ber wan jî nakeve gelo. Devê xwe vedikin dibêjin: ‘mafên netewî’ digrin dibêjin:’Yekîtîya hêzên Kurd’ û ‘hevkarîya hêzên Kurd’
Helbet ‘yekitî,yekîtîya netewî, yekîtî û hevkarîya hêzên milli û Kurdewer’ gelek peyv û hevokên xwes in.Dema qala van tistan dibe mirov kelecanî dibe, xwesdil û ruhsad û kêfxwes dibe. Tu kesek welathiz nîne ku ji van gotinan nerihet bibe yan aciz bibe.Lê eger ji ‘yekîtîya netewî’; mebest ‘yekîtîya hêzên netewî’ be,lazime em bizanin ka gelo li bakurê Kurdistanê hêz û partîyên ‘netewî’,yanî ‘Kurdewarî’ kîne û çima nabin’yek’ yan Jî nabin ‘hevgirtî’.
Lewra bêguman ‘yekîtîya netewî’ di navbera ‘hêzên netewî’ de pêk tê. Hêzên netewî ewin ku ‘maf û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê li pês hemu helwestek digrin.Tekosîn û xebatên xwe li gor serketin û serfirazîya milêtê xwe ava dikin.’Bîyanîperest’ nînin û li ser axa welatê xwe nabin ‘gîyayên bejî’ yan ‘gayê ser beydera xelkê’Rêxistînên Kurdistanî ser û dilê xwe, li ser Kurdistanek azad diêsînin.
Ka em binêrîn rewsa rêxistin û partîyên bakurê Kurdistanê çawan e.
1-Di bereya sîyaseta Kurd de çend rêxistinên Kurd henin.Ji wana yek HAK-PAR e.( Partîya Maf û Azadîyan).HAK-PAR bi giranî di bernama xwe da li ser azadîya Kurdistanê di ponije û bi eskereyî ji Kurd û Kurdistanê pergalek ‘federali’ pêskês dike.HAK-PAR yekem rêxistine di Kurdistanê de ku bi resenî helwesta federasyonê xistîye bernameya xwe û ew bername ji alîyê dadigeha Bilind ve hatîye pejirandin.Ev yek destkevtîyek gelek mezine ji bo hemu Kurdistanîyan.Xêncî HAK-PARê tu rêxistinek demokratik nîne ku karîbe bi fermî’ federalîyê’ di bernameya xwe bicî kiribe. Helbet ev yek sens û talih û siûdek mezine.Evdestkevtîyek kargere di pasaroja sîyaseta Kurdewarî de.
HAK-PAR, bi wijdanek pak û xawên heta îro xwe ji tundî û sedadîyê parastîye, tevgerên tundperest ne pejirandîye, her tim sêwazek demokratik û astîyane daye ber xwe,ji rêya gengesî û guftugoya demokratik derneketîye.
Hetanî niha besdarê çar (4) hilbijartina buye û car bi car dengê xwe zêdetir kirîye.HAK-PAR li gor yasayê komara Turkîyê partîyek resen û fermî ye.
HAK-PAR buye pistgir û pistevanê serxwebuna kurdistanê li basûrê Kurdistanê.Ixaneta Kerkûkê bi rik riswa û tifubaran kirîye. Sîrheramîya xaîn û hevkar û hevalbend û dost û yarên bereya îxanet û nexêrxwazîya Kurdistanê, jidil û bi tundî sermezar rikbar kiriye.
HAK-PAR, hetanî niha neketîye nav hisab û dek û dolabên li dijê mafên Kurd û Kurdistanê.Mejîyê xwe nedaye bi kirê, dilê xwe ne xistîye êsîr û dîlê hêzdar û desthilatdaran.
2-Xêncî HAK-PAR’Ê,çend partî û rêxistinên din jî hene ku,berê dinav HAK-PARÊ de bun, birêvebir û sazumankar û damêzrênerê HAK-PARÊ bun.Desteyek ji wan bername û rêbaza HAK-PARÊ bi destê xwe nivisandin, ku HAK-PAR a îro ji wê bername û rêbaza destpêkê yek peyvek jî neguhastine, her wisa parastine hetanî van rojan. Wan hevalan,di gel rêveber û serwerên HAK-PARÊ yên îro,nêzikê ses salan HAK-PARÊ îdare kirin,birêve birin,bune serokê HAK-PARÊ,( Bayram Bozyel,Sertaç Bucak) bune cigirê serokê HAK-PARÊ,endamê Meclis,serok bajar û berpirsê herêm û navçeyan.
Pistî ked û emegeke binirx, desteyek jî wan,rojek ji niskave rageyandin ku ew ji HAK-PARÊ cuda dibin. Belesebeb beleheq. Me got qey ev xewneke.Heta îro jî tu sedemek mehqûl pêskêsê bîrûraya demokratîka Kurd nekirine.Lê pistî veqetan û cudabûnê çun rêxistinek nu damezrandin ku bername û rêbaza wê her wekî ya HAK-PARÊ ye.
Niha gilî û gazin ji HAK-PARÊ dikin ku HAK-PAR çima bi wan re yekîtîyê çênake
Em jî dibêjin HAK-PAR ji alîyê we ve hate danîn, werin bêsert û bêmineqesê û gengesî,em dîsa weke berê HAK-PARÊ birêve bibin.Destkevtî û nirxên HAK-PARÊ yê wenee jî.Werin li destkevtîyên xwe xwedî derkevin.
Lê nayên, her yek destmalek bi destan rabune govendê, kilamek li ser zimanê wane : Yekîtîya netewî.Yekiti, ha yekiti.
3-Desteyek ji hevalên çilsale ku, hêza wan a biserxweya demokratik û legal,Partîya Demokrasî û Astîyê bi rêk ûpêk ,têkûs û rêxistî, hebu û karê xwe bi camêrî dimesand,fedayê rêxistinek, piralî, pirdeng û pirreng kirin,vê partîyê bi destê xwe ji bo xatir û armanc û helwestek pîroz, girtin, betal kirin.Pistî vê biryarê;HAK-PAR, dîsa bi destûr û biryara wan hate damezrandin,yek ji wan rêveberê çilsali du deman bû serokê HAK-PARÊ jî.Evan hevalan qirar dan ku partîya wan a xef û ilegal, xwe eskere bike. Amenna heqe. Tu hêzek ji kêfa xwe re xebata jêrzemînî nadomîne.Eger mecal û fersend peyda bun divê derkevin rûerdê û eskere bixebitin.
Mixabin dostên çilsalê qimq xwe bi rews û sîrusta HAK-PARê ne anîn. Xwestin ku dahol di milê HAK-PARÊ de be lê, toqmak bi destê wan be.Hicetek derxistin gotin bila HAK-PAR navê xwe biguherîne, kelîma ‘KURDISTAN’ lê zêde bike.Ev pêsnîyar ji alîyê Meclîsa Partîyê a HAK-PARÊ ve, bi sedema ku navê Kurdistanê HAK-PARê ji holê radike, destkevtîyê HAK-PARÊ ku heta wê demê sê caran besdarê hilbijartina buye û heqê cara çaran a sala 2015 yan ji bideste,wê jîdest derkevin, pêsnîyara ‘Kurdistan’ navlêkirinê,zû û bêwext dît,bi pasve vegerand û qebul nekir. Pistre kongreya gistî civîya, li ser navê wan hevalek rabu listeyek cuda amadekir û xwest ku bibe serokê HAK-PARÊ, HAK-PARÊ wek darek bêbelg bihêle,bike yek reng û partîyek ideolojik,homojen.Lê delegasyona HAK-PARÊ vê fersendê neda wan ku bikaribin bigêjin armanca xwe.Bivê boneyê hevalên çilsale,terka dezgeyê malbata bab û kalan kirin û cûda bun, ewan jî partîya xwe bi xêr û silamet, damezrandin.
Niha ev heval jî hewar û gazî dikin dibêjin’ yekîtiya neteweyi’. ‘Yekîtiya Kurdan’.Her wiha gili dikin ku HAK-PAR ‘yekîtîya Kurdan têk dibe,guh nade bangewaza hêzên Kurd’
El însaf û merhamet.Ka kengê HAK-PAR tistek wiha gotîye yan kirîye.Ma ne serme ev neweyî,neyartî û bûxtan û îftirayên ku têne kirin.HAK-PAR dibêje werin xwedî li berhema çilsale a bab û kalên xwe derkevin,ev mal mala we ye jî.Kerem bikin hun ji werin ji bo Kurd û Kurdistanê, dev ji mafê piçûk berdrin, di vê platformê de cih bigrin.
Em, dibêjin HAK-PAR ji alîyê we ve hate danîn, werin bêsert û bêmineqesê û gengesî,em dîsa weke berê HAK-PARÊ birêve bibin.Destkevtî û nirxên HAK-PARÊ yê wene jî.
Werin li destkevtîyên xwe, xwedî derkevin.
Dema hilbijartinên 2015’yan de,me ji wan re jî got, qenebe rabîgênin ku HAK-PAR navnîsanek netewîye, dengê xwe bidin HAK-PARÊ. Hemin serokê we yê penaber dema ku bi fermî hate Amedê û Partîya xwe da eskere kirin, wê demê gotibu ku:’ mixabin heqê dengdana min tuneye.Lê eger hebuya minê dengê xwe dabuya HAK-PARÊ’
Wê yekê jî nekirin.Lewra dengê xwe nedane HAK-PARÊ.
Ev yek bi zanîn yan bi nezanîn, bidizî pistevanî kirina HDP bû, ev yek, bikêrî HDP’ê hat.
Di halek de ku, HDP bi bernameyek ‘Turkîyatî’ derketibu hember hevwelatîyên Kurd û ji bo dehatîya Kurdan tu tistek bi rumet ne xistibu nav helwesta siyaseta xwe a hilbijartinan. Mixabin ku bi vî rengî dengê ‘parêzgerên me yên Kurdperwer,geyistin HDP ya ( yek welatxwaz,yek alxwaz,yek dewletxwaz, Turkîyadar) ‘Tek vatan’ ci û ‘Turkîya cî.
Yê wan ji nîha heman kilamek li ser zimanê wane: Yekîtîya netewî.Yekiti, ha yekiti.
–WÊ BI DOMINE: HILBIJARTINÊN 2015’YAN Û HAK-PAR—
Latif Epözdemir