Hinek pirs, li ser Restemê Zal û Boxê Birîva
Ji bo hemû rewsenbîr û lêkolînvan û dîrokzanên Kurd,
silavên germ li we û li hemû berevanên çand û dîrok û kelepûr û hebûna miletê me be.
Hêjayan,
min dixwest we hinek zanyarî bida me xwendevanan, li ser du kesên ku navên wan di dîrok û çîrok û çîvanokên gelê me de pirê caran derbas dibin.
Yek ji wan Restemê Zal e, û yê din jî Boxê Birîva ye.
Ev herdû navdarên Kurd yên efsaneyî tenê bi nav û mêraniya xwe di nav gelê me de hatine naskirin, lê me ti zanyariyên nivîsandî li ser wan nexwendine.
Tistê herî bala min diksîne, yek jê ew e, ku miletê Efxanî dibêjin: ‘Restemê Zal bi netewa xwe Kurd e, lê ew li Efxanistanê ji dayik bûye’. Vêca pirsa pêsî ev e: gelo ev Restem ji kîjan malbatê ye?
Û niha ji malbata wî kesek hene ku li welatê me dijîn, yan na?
Jînenîgariya wî çawa bû?
Gelo cihê gora wî li kû derê ye?
Ya din jî wateya Box di zimanê Eyranî yê kevin de tê wateya Xwedê, yan jî Xweda, wekû çawan Kurdên Feylî ev nav li bajarê Bexdadê kirine, ku ew jî bi wateya xwe Box e, ango Xweda ye, û dad ango dadmendî ye, û ev herdû bêje pevre (Boxdad) dibin:’ Xwedayê dadmendiyê’.
Vêca ev pirs xwe davêjin holê: Gelo Boxê Birîva, Xwedayek bû, yan jî tenê kesekî mêr û leheng bû û navê wî yê pêsî tenê navek bû? Kî ji malbata wî niha li Kurdistanê dijî? Jînenîgariya wî çawa bû?
Çi girêdana vî navî bi gundê Birîva ve yê dikeve nêzîkî bajarê Amûdê ( Darê) de heye?
Gelo cihê gora wî li kû derê ye?
Ez ê pir sad bibim, ku we ji me re li ser van herdû navdarên efsaneyî agahî û zanyariyên vesartî yên ku ta niha nehatine nivîsandin, binivîsanda, ji ber ku pêdiviya pitûxaneyên kurdî bi van nivîsandinan hene.
Di dawiyê de ez ji bo kar û xebata we ya nirxbilind serkeftin û berxwedariyê dixwazim, û hêvîdarim hûn timî ji bo pêsketin û parastina ziman û çand û dîroka kurdî di pês de bin.
Ligel silavên germ yên birayê we Bawerê Omerî
03.01.2016
Bawere-Omeri@hotmail.com
Bawerê Omerî