Nivîsar

Hizar dost kêm in, dijminek pir e

Ev peyva pir bi naverok û rast ya Dr. Qasimloyê nemir e. Ji ber ku rêberê mezin û navdar li ser wê baweriyê bû, em Kurd mecbur in ji xwe û doza xwe ra heval û dost û nas û alîgiran peyda bikin.

Ji bona vê yêkê jî li Kurdistanê û derveyî welat li nava gel û gelên cînar û dewletên dur û nêzîk da ji her rewsekê û delîveyekê kelk wergirt û xebat dikir ku ji doza Kurd û Kurdistanê ra hevalan çêbike. Ev xalê gelek girîng didît.

Belê rêberê nemir û zana Qasimlo di vê dîtin û rêzaniya xwe da rastbîn bû, heq bû. Bê guman niha jî hevsenger û rêvingên rêbaza wî nemirî li Rojhelata Kurdistanê pêrêviya wê hizrê dikin.

Gelo ji vê rastiyê, me Kurdên Bakurî çiqas nesîbê xwe wergirtiye. Bi gotinekê dinê gelo ji ber çi hindek ji Kurdên Bakurê vê xala giring li berçavan nagirin? Ji vê hunera mumkin kelk wernagirin. Bi hinek kar û helwêst û çalakiyên ku dikin, avê dikisîne ser asê dijmin û dostan li me dikin dijmin. Gelo bi qest dikin yan nezan in? Lê her du jî di deryekê ra derbaz dibin. Di dumahiyê da li ser xêra neyaran teva dibe û doza pîroz û mirovhezê gelê Kurdistanê li ber çavan sivik û lekedar dikin. Ew sempatiya ku heye dikine antîpatî.

Ji ber vê ku em bastir suna van cure kiryarana bibînin, em du rudavan ber biçav derbaz bikin.

Her wek tê zanin YEK-KOM rêxistina PKK ya li welatê Almanyayê, her sal festîvala çand û hunerî pêktîne û isal jî li bajêrê Manheim ya 20hemîn çêkir. Bê guman di van welatana da îmkanên wê hene kû bi rêkên yasal û mesrû da heval û hogirên xwe rêz biki û pistgîriyeke xurt ji rêxistin û doza xwe ra, ji bo armancên xwe wek çavkahnî bixulqînî. Ji aliyekî dinê jî diplomasî û lobiya Kurdan çêbikin. Doza Kurd û Kurdistanê bidine nasandin, heval û nas û pistgiran peyda bikin. Eger ku armanc ev be, wey hizar cara mala we ava û destê we xwes be.

Lê belê van camêrana qubla xwe sas kirine û li cihê ku birhê (birû) çêbikin, çav ji binî derdêxin. Her wek tê zanin bi gora medya Almana 40 hizar kes bi gor medya PKK ê 100 hizar civiyane. Di rojeke wusan da ajewegerî belayeke mezin e bo me Kurd. Di destpêka festîvalê da xortekî 14 salî ?!! wênê Ocelan daye ser milê xwe û xwastiyê bikeve hundir, lê polîsan nehêlaye. Her wek komîta rêvebir jî dizane, polîsan jî dema ku destura festîvalê daye wana ew sert dabû pêsiya wana û dizanîn kû qedexe ye. Di vir da hewce ye em vê bi dengê bilind bibêjine dem û dezgehên dewleta Almanyayê dibê resmên Ocelan û navê PKK di welatê xwe da azad bikin.Her wusa dewleta Tirk jî dibê Apo jî bê sert û surût azad biket. Evê helwêsta me ye û her Kurdek vê dixwaze. Eve bila li vê derê bê zanin û em bêne ser meselê.

Di netîcê da 80 Polîs bîrîndar bûn, ku yek jî wana bi giranî birîndar e, 13 otoyên polîsan derb xwarine, asayîs û tenahiya bajêr hejandine. Bi hizaran kesan bi suse û keviran êrîsî polîsan kiriye û qederê 700 polîsan jî bi hovî êrîsî besdarvana kirine û 31 kes jî Kurdan hatine bin çav kirin.

Belê medya Almana yêk heftî ye li ser vê bûyerê axivit. di serê her peyvekê da navê Kurda li bîr û raya Almana da ji qedir û qîmeta xwe dadiket. Wek “terorîstan” li Kurda dinhêrîn. Bi gotinekê dinê dilê dewletên dagirkerê Kurdistanê xwes kirin û gotin û piropiganda dewleta regezperest Tirka rast derxistin. Run û hingivîn li ser nanê wana xistin. Vêca eger PKK ne sed hizar yêk milyon kes kombike çi xêra xwe heye gelo?

Çima? gelo çi heqê wana heye bivirî li piyên xwe dixin û dost û nasan ji tevgera Kurd û Kurdistanê direvînin.

Gelo ma ew ajewegerê ya xortekî 14 salî ye? Ez bawer nakim, mesele ji wî xortî derbaz dibe. Pirs ev e, ew pilandarêj kî ne û çima her wextê ku dixwazin her ya xwe dikin? Ew dem û dezgahên ajana di nava komên Kurdan da her ya xwe dikin.

Belê eve aliyekî meselê ye, ku em Kurd bi gistî berpirsyar in loma mafê me ye ku em li ser vê meselê rawistin. Lê belê gelek mixabinî di medya Kurdan da qasê serê misqalekê ev bûyere nehate dîtin û wekû caran mat û bê dengiya xwe parastin. Bi tenê rêxistina KOMKAR.eu daxuyaniyek da û li ser bûyerê sekinî.

Kurdên ku li Almanyayê da dijîn û Kurdistanî ne, bi Ala Kurdistanê her tim mes û çalakî kirine û hita polîsên wan harîkarî jî kirine çu caran ser di navbera Kurdan û wan da derneketiye û Kurd û polîs ne hatine hemberî hev. Lê gelek mixabinî dema ku heval û rêxistinên PKK dehwetekê jî bikin, alozî û ajeweyek dirust dibe. Wêca bi zanîn yan bi nezanin dikin.

Pîrejineke 78 salî ya Alman ku bi salan em hevdu nasdikin û dosta Kurdan e, rojek pistî bûyerê bi acizî rojname da destê min û got ‘hun Kurd çima van kiryarên ne dirênda dikin? Hun çima li polîsên me dixin? Welatê me xirab dikin û tenahiya me berbat dikin? filan û bêhvan… .

Ew kiryara ku ji aliyê PKKê hatiye kirin suneke wusa xirab li ser bîr û raya gistî danaye. Çend sal lazim e ku em dîsa wê suna xirab li ser xwe rabikin û bêjin ku ew kiryara hevalan kirî nebas bûye û pêvendiyên ku hebûn jîndar bibin. Em bi dilop dilop kom dikin hevalên me yên sovmen, pênekê li mencela avê dixin û dirêjin. Gelek mixabinî.

Her wekû Parlementerên sovmen, ku niha rojêva welat dagirtiye û rast hatina wana ya tev gerîla, her çiqas Qereyilan got ew ne kiryareke rast bûye û emê hesabê ji wan gerîla bipirsin û nediba Parlementera ew hembêz kirinê kiriban, nebas bû.

Dema ku li cihê siyaseteke zanistî û hunerekê mumkin, bi atifî (duygusal) xebatê bikin, aqibet ev dibe.

Hita ku bûyerên wek van herdu bûyeran ku me destnîsan kirî, bêne dubare kirin û li ser bingehê atifî helwêst bigirin, wê rews aloztir be û xunsarî û zanist û rêberiyekeaxe rastbîn nikare di ser bûyeran da zal be.

Di virda gelek erkekî mezin dikeve ser milê wan camerên kû rastiya PKK dizanin û bê tirs û hesabên biçuk hem gel û hem jî bedenê wana yê ku hatiye bend kirî, hisyar bikin.

Hita rastî neyêne askira kirin, wê rews her wusa berdewam be.

Komara Turkiyê, neyarê sundxwariyê Kurdistanê jî gelek bextewer e ku ruberûyî rêxistinekê wusa hatiye ku bi hêsanî karê xwe yê genî û hov û nemirovî berevajî dikin û xwe bêguneh û mafparêz û adilhîxwaz û astîxwaz bi bîr û raya gistî ra didine nîsandan.

Belê hita ku em xudanê ev siyaset û kiryarên ne rastê PKK ê bin, wê her dijminên doza me zêdetir û dostên me jî kêmtir bibin.

Ax û ax xwezî ji xêra xudê ra wan jî nesîbê xwe jî vê durusma rêberê astîxwaz û demoqrat Qasimlo wergirtiban: Hizar dost kêm in, dijminek pir e.

Newroz Bawer

Balkêş e ?
Close
Back to top button