Nûçe

Îdo Baba Sêx li KOMKAR-Duisburgê çalakîyek agahîyê pêk anî

Husoyê Emîn / Dengê Kurdistan / Duisburg

KOMKAR’ê roja înîye di 9’e çileyê pasîn 2015 an de, di gel rewsenbîr, sîyasetmedar û sewirmendê Serok Komarê Iraqê yê Kar û Barên Ezdîyayî berîn Îdo Baba Sêx, li Komela Duisburgê ya endama KOMKARê civîneke agahîyê pêk anî.

Çewa xwendevanên me û gelek Kurdên welatparêz yên li der û dorên bajarê Duisburgê dimînin va eyane ku;bi salanva ev komela endamê KOMKAR’ê di her mehê înîya sifteyînda li gel endam, dost û welatparêzên Kurd civînek pêk tîne. Di vê civînêda xwarinên herêmên Kurdistanê yên taybetî tên çekirin. Berî xwarinê li gor rojevê li ser pirs û pirsgirêkên li Welêt û li diyasporayê tê sekinandin, herkes bîr û bawerîyên xwe di berheqa buyer û qewimandinan da tîne ziman. An jî gor sert û mecalan Kurdên zana û pispor têne anîn û derheqa buyer û qewumandinan da agahî û sirove têne dayîn.

Li ser qetlîama wehsên DAÎS’ê di gel Sengalê mêvanê çalakîya yekem yê sala nu Sewirmendê Serok Komarê Iraqê yê Kar û Barên Ezdîyanî berîn Îdo Baba Sêx derbarî hovîtî û qetlîama ku DAÎS’ê li Sengalê kirîye axifî.

Civîna agadarîyê bi axaftina endamê rêvebirîya komelê Mustafa Katurman dest pê kir. Pistî ku Kutarman silav û xêr hatinî da besdaran, vê carê endamê erêvebirîya navendî Beko Topgîder jî li ser giringî civînên weha û dan û standinên agahdarîyê axaftineke kurt kir. Dûra rojnamevan Seyîdxan Kurij hem civîn bi rêva bir û hem jî axaftina birêz Îdo Baba Sêx ya bi kurdî, ji bo guhdarên kurd, yên kurdîneaxêv, wergerande zimanê tirkî.

Birêz Îdo Baba Sêx, berê sipasya xwe ji bo KOMKAR’ê, Komela Duisburge û besdaran anî ziman û dure ji kurt li ser dîroka Êzdîyan û rewsa îroyîn agahî dan guhdaran.

Birêz Îdo weha dest bi axaftina xwe kir; ‘Civata Kurdan bi rasti gelek civatek pir-reng û pir-bawerî ye. Busurman, Elewî, Ezdî,Yarsanî, Kildanî û hwd. Her çiqas em hay ji van pirrengîyên civata xwe hebin jî, lêbelê zêde agahîyên me li ser hevdu nîne. Civînên vî cureyî me derheqa hevduda xwedî agahî û nêzî hevdu dike.

Ezdîyati dînekî kevn e. Mirov dikare bêje ji yekem dînên monoteîst (Tek Xwedayi) ye! Lêbelê hemû dînên din, pexember û pirtukên wan pîroz dibînin û hurmetê nîsan didin!

Ev yek di nava gelek qewl û sîretên Êzdîyayî olî da xwe dide dîyar kirin. ‘Nimune; Dema dua ji Xwedê ra dikin, dibên: ‘Xwede tu hewarya 72 miletan weri pase ji ya me!’ Yanê berî nefsa xwe, ji yên din ra dua dikin.

Di qewl, anjî gotineke din da jî dibê: ‘Te ku alîkarîya mirovekî kir, dînê (ola wî) nepirse?’ Yanê ji kîjan dînî dibe bila bibe; ji ber mirovatiya wi alîkar be! Her ciqas ew bi dilsozî nêzî hemû gelan olan dibin jî, lê mixabin di dîrokê da gelek komkujî û qetlîam û ferman li ser wanda hatine. Gor texmîna dîrokzanan heta naha qasî 2 mîlyon Ezdî ji bo cudatîya ola xwe, di demên cuda-cuda da hatine qetil kirin. Di Erdnîgarya Kurdistanê da Ezdî li hemû deveran hebûn. Ji Rojava, Ruhaye, ji Hekarîyê bigre hetanî Serhedê dijîyan. Ev rastîya di gernameyên Awrupîyan da jî tête dîtin. Demên ku êzdiyan mecal dîtine an ji derfet ji bo wan dest ketine alîye zanyarî û her usa hukumdaryê da jî cîh û dereceyên girîng bi dest xistine. Wek nimune; di dema Qanunî Siltan Silêman da, Husên Begê Dasînî Hukumdarê sê mîrgehan bu! Dema Sultan Murade 4’an da jî Mîrza Dasînî ji Musulêra Walîtî dikir. Her usa jineka Ezdî ‘Meya Xatun’ê jî qurna buhurî (sedsala 1800) 40 sali mîrtî kirye.

Êzdî dibên di dîrokê da em rastî 72 fermanan hatine! Ferman jî wekî hûn dizanin qirar û biryarên Sultanên Osmanîyan ra dihat gotin. Yanê fermanên ku wana ji bo welat û gelên ku, dixwestin têxin bin hukmê xwe, an jî ewên ji îdare û rêvaberya wan ne razîbuna derdixistin. Mena wejî; Jenosîd û Komkujî bu piranî!

Êzdîyên Serhedê sedsala 19 an da hinek bi deste zorê bûne busurman, yên ku nebûn jî; ji ber komkujiya tirkan tevi ermenîyan revîn Rûsya Qeyser (Çar). Li Ermenîstan û welatên din bela bûn. Yên li der û dorê Batmanê jî hebûn ew jî salên 80yî sunda berê xwe dane Almanya û hatin vira bûn penaber. Gor texmînan qasî 1000 kesi li bakur encax mabin.

Li rojava jî hejmara Êzdîyan ber tunebûnê ve diçe. Ew jî ji welêt dertên û berê xwe dan Ewrupa. Salên 1991 an virda, ji basurjî gelek êzdî koçberî Avrupayê bun. Tê bawer kirin ku, îro bi qasî 100 000 Êzdî li Awrupayê (piranî li Almanya) dijîn.

Kurtasî li ser êris û komkujîya Sengalê jî weha axivî: ‘Kustin û zexta li ser êzdîyan di sala 2003 anda dest pêkir. Cîh û warekî Êzdîya yê serekejî Musil bû. Kustina êzdîyan li sala 2003 anda li Musulê dest pêkir. Êzdîyên Musulê koçber bûn. Lê derba herî mezin 3 yê meha Tebaxa 2014 an da, bi êrisa li ser Sengalê va hat destpêkirin. Her çiqas emare û sika êrisek wisa hebûya jî, Kurdan û Hukumeta Herêmê ihtimal neda di demek wisa kurt da DAÎS êrisek wisa xurt va bê ser êzdîyan. Dema erisan da ji gelek xeletîyên berpirsyarên pêsmergan yên deverê pêk hatin. Hinek berpirsyar sistbûn. Nehîstin pêsmerge berxwe bide. Heta xelk bê xwedî hîstin û ji mintiqê derketin. Her çiqas çekên giran û modern di destê DAÎS ta hebûn jî ger hêzeka Pêsmerga ya Êzdîyan bi xwe, ya çekdarî hebûya ewqasî bi hêsayî qetlîam ne dihat serê wan!

Lê pistî sistî û kemasîyan pêsmerge zû xwe berevkir û bi pistgirîya hêzên navnetewî û bi alîkarîya çekên giran iro pist li DAÎS’ê sikandîye!

Pistî hinek pirs û bersîvên temasevanan çalakî bi awakî dilxwes û informatîf hate dawî!

Dengê Kurdistan

Back to top button