Nûçe

Insîyatîfa kurdên derdora Wuppertal: Deng bidin dengê zarokên Kurdistanê!

EM KOMKUJÎNA SENGALÊ SERMEZAR DIKIN!

Deng bidin dengê zarokên Kurdistanê!

Em ê zarokên me yên li Helepceyê, Roboskîyê, Dersimê, Agirîyê, Zilanê da hatin qetilkirin ji bîr nekin!

Em ê zarokên xwe yên ji tîbûn jiyana xwe ji dest dan, ji bîr nekin!

Em êsa dilê dayikên Kurdistanê bîr nekin!

Wek ku tê zanîn di roja 03.08.2014’an da rêxistina terorîst DAÎS êrîseke giran anî ser herêma Sinaglê û Êzîdî di komkujîyekî mezin ra derbas kir. Bi hezaran Êzîdî ji cih xwe koçber bûn û nêzîkî sedhezar Êzîdî jî, ji ber êrîsan berên xwe dane Çiyayê Singalê.

Heta niha bi sedan zarok û kalemêr û pîrejin ji ber tîbûn û birçîbûnê jîyana xwe ji dest dan. Li hêla din jî DAÎS’ê bi hezaran keç û jinên Êzîdî revandin û li bazaran difrosin. Ev tistê hatî serê Êzîdîyan karêsat û fermaneke gelekî mezine. Bê sed û hede. Bi hezaran însan hatin qetlkirin û bi sedan, bi hezaran jî windayî ne.

Em ser navê Insiyatîfê kurdên derdora Wuppertalê carek din, DAÎS’ê sermezar dikin û daxwaza alîkarîyê ji Welatên Ewropa, Amerîka, Yekîtîya Miletan, Civaka Navnetewî dikin ku; destê alîkarîyê dirêjî Êzîdîyên li Singalê bikin û wan ji serê Çîyayê Singalê rizgar bikin û Civaka Êzîdî seranperîya Kurda ji qirkirinê xelas bikin.

Kesen û Miletên ku ji xwere dibêjin em mislêmanin, ji bo erebên misrî, filistînê derdikevin wepêsendana dikin. Lê ji bo birayên xwe kurdên basûrê kurdistanê terora terorîstên Daîsê li himberê Êzîdîya çima xwepêsendana nakin.

Sengala kurdên qedim , koka kurdên birîndar, Lalesa Nûranî cîh û warê ola Êzidîtîyê birîndare, gelê kurd, koka kurdan birîndare. Divê ku hemû welatparêz Singala birîndar dermanikî jêre pêde bikin, dermanê vê birîndarîya gelê me hevkarîye, fedekarîyê bikin.

Gelên heja! Welatên asîtixwaz û demoqrat:

Gelê Kurd tenê dixwaze li ser axa bav û kalên xwe weke her gelê ku li ser axa vê cîhanê dijî kurd jî dixwazin bijîn. Çavê gelê Kurd, ne li tu axa tu kesîye, tenê dixwaze bi azadî û asitî li ser axa bav û kalên xwe û li gel cîranên xwe bijîn. Lê divê gelê Kurd ji tu kesîre suzde-sernizmîyê neke, em ji daxwazên xweye netewî û nistimanî bernedin, heqê gelê Kurd çaranûsîya xwe bi destê xwe tayîn bike, ew jî serxwebûnîye, SERXWEBÛNî heqê gelê me Kurda ne.

Em dibejin, Serxwebûna Kurdîstanê; teminata azadbûna hemû gel û olê kû ser taxa Kurdistanê dijîn e.

Em Insîyatifê Kurdên derdora Wuppertalê vê qetlîama ku DAÎSê li ser Kurdên sivîl daye çêkirin bi rik û nefretê sermezar dikin û bang li gelê xwe dikin ku li hember bûyerên nû bi hisyarî tevbigerin.

Kurdino! roj roja hevgirtin û pistgirtinê ye. Divê tu kes li hember vê wehsetê bêdeng nemîne.

Em bir nekin ku,qetlîama Sengalê berdewama qetlîama Helepceyê, Dersimê, Roboskîyê, Agirîyê û Zîlanê ye.

Em carek ding bangê, dewletên Ewrupa, rexistinê welatperwer, miroven ku debejin em humanitar in, bi gaveke lezgîn DAÎSê û dewletên ku ev qetlîam pîlan kirine wana sermezar bikin û derxwin hole.

Deng bidin dengê zarok, kal, pîr û jinên kurda,

Dilopêk avê bin,cem hev bin, yek bin û hêz bibin.

Bijî Kurd û Kurdistan!

Bijî yekîtîya gelê kurd!

Insîyatîfa kurdên derdora Wuppertal

16.08.2014

Dengê Kurdistan

Back to top button