Nûçe

Ismail Besikçi li Viennayê konferans da

Yusuf Budak

Instîtûta Kurdzanîyê li Viennayê Prof. Ismail Besikçi dewetî Viennayê kir. Di vê seredana xwe de Besikçi bi gelek dostên xwe re hevdîtin pêk anîn û roja pêncsemê -13.Sibat 2014 an- serdana ciyê sehîd bûna Dr. Qasimlo kir. Li wir Prof. Besikçi di xaftina xwe de wiha got: ‘Dr. Qasimlo li vî welatî kete dafa neyaran û hat qetil kirin. Di vê dafê de, tilîyê hukûmata Îran û Avusturya bi hevra heye.’

Pistî axaftina Prof. Besikçi li ser navê Defterê Siyasîa PDKI birêz Ceza Salehî jî axaftinek kurt pêskês kir. Gelek kes besdarî serdanîyê bûn.

Roja înîyê saet 18:00 an de Prof. Ismail Besikçi li ser rewsa çar parçeyên Kurdistanê konferanseke balkis pêskês kir. Prof. Besikçi di dawîya axaftina xwe de wiha got:’ Niha rewsa Kurdistana Basûr bas e. Daxweza min ew e ku Kurd di hemû parçeyên Kurdistanê de bi kêmasî sitatuya federasiyon bixwazin.’

Konferans di du besan de hat domandin. Besa pirs û bersîvan de, besdaran pirsên xwe ji Prof. Ismail Besikçi pirsîyan. Besdar bi Prof. Ismail Besikçi dilsa bûn.

Dengê Kurdistan

Back to top button