Nûçe

Ji bo bîranîna Barzanî

Konfîdîtsîal (Dizî)
Rojhilata Navîn eskere û dizî (Nivê qirnê XX û destpêka qirnê XXI)

Nivîskar: Yevgenî Prîmakov
Werger ji Rûsî: Alk.doç.Dr.Ekrem Önen
ekremonen@hotmail.com

Li Moskowa di sala 2006 a de ‘Rasîskaya Gazeta’ pirtûka Yevgenî Prîmakov a bi navê, ‘Konfîdîtsîal (dizî) Rojhilata Navîn eskere û dizî. (Nivê qirnê XX û destpêka qirnê XXI)’çap kir. Pirtûkêk gelek balkês e û gelek listikên sîyasî ên li rojhilata navê çêbûne tê de tên behs kirin. Di vê Pirtûkê de qismek jê behsa Kurdan dike, ji ber ku Primakov yek patriarxê sîyaseta Sovyet û Rûsyayê a derve ye û bi teybetî jî Rojhilata Nêzîk, her weha yek ji siyasetvanê Sovyet-Rûsyayê ên pisporê pirsa kurdî ye jî. Ew qismê li ser pirsa Kurdî di pirtûkê de, behsa hevditinên xwe bi Mustefa Barzanî re, bi serokatîya Kurd a wê demê re, tekilîyên Kurdan ên hundir û derve, tekiliyen Kurda bi Iraqê re û pirsa Kerkûkê, ew qismê li ser pirsa Kurda ji bo ku ji alî Kurda bê zanîn, min ev ji zimanê Rûsî vergerande kurdî. Hêvîdar im we balkês be ji bo xwendevanan.

Yevgenî Prîmakov ki ye?
Di pirtûka xwe de ew xwe dide naskirin;

‘Min ji zûde dixwest li ser rojhilata nêzîk pitûkekê binivîsim û teqrîben niv qirnî ez pê mijûl bûm.Wek rojnamevanê Pravda, alim, sîyasetvan, serokê du Înstîtûtên lêkolînê wek Înstîtuta rojhilatnasîyê û Înstîtûta têkilîyen navnetewî û ekonomîya cîhanê, Serokê Istixbarata li hember Derve a Rûsyayê, Wezîrê derve, serok wezîrê Rûsyayê û endamê Parlemento. ‘

Besê XVI I
Epopeya (destana) Kurda

Ne rast e ku mirov bihesibîne wekî ku Yekitîya Sovyetê dixwest tekilîyen xwe bi iraqê re bes pistî înqlaba eskerî a temuza 1968 ku li vî welatî çêbû xwes bike. Pîstî guhertina seroke vî welatî Ebdulselam Arif ê ku birayê wi hatibû sûna wî, tevî kustin û lêdana hêzên çep ne bûbû (Dosya wî paqij bû. Notê Werger). Ji gringîya Iraqê a li mintiqe Komara Sosyalîst a Yekîtîya Sovyetê hinek gavên ku nêzîkaya Iraqê bikin, avêt. Gelek ji van gavan ew bû ku Bexdayê û tevgera Kurdî a ku bi tevayî kontrola bakurê welat dikir nêzî hev bikin. Mosko terefdar bû ku pirsa kurdî bi asîtî bête çareserkirin.

Hevdîtina pêsî a bi Melle Mustefa Barzanî re

Teybetmendîya rewsa hebû û têkilîyên dostanî yên kevn bi serokê tevgera netewi a kurd Melle Mustefa Barzanî re ji bo Yekitiya Sovyetê rewsek bas ava kiribû.

Dîroka vî mirovî gelekî interesant e. Hîn dema zarok bû sala 1905 de bi dîya xwe re ketîye hepsê, wê demê birayê wî yê mezin serokatîya serhidana li dijî hukmê Turkiye dikir. Di sala 1914-1916 de hîn xortê nuhatî bû tevî ser dibe. Di sala 1931 de bi brayê xwe yê mezin Sex Ehmed re tevî ser dibe û leskerên hukmê Bexdayê ji devera esîra Barzan derdixin, bes pistî ku hêzên hewayî ên Îngliz bi teyaran tên alîkarîya leskerên Bexdayê tevgera Kurd têk dibin. Melle Mustefa tê girtin û 11 salan li surgûnê derbas dike. Di sala 1943 de bi dizê vedigere herêma xwe û ji nuh de dest bi xebatê dike. Ew bi ser dikeve û Nûri Seid serokwezirê Iraqê yê wê demê sertên Kurda qebûl dike. Lê pistî 2 salan bi alikarêya Înglizan hucûmî ser hêzên kurdan dike.

Dema Serê Cîhanê yê duemîn li ser axa Îranê cumhûrîyeta kurdî a Mahabad hat avakirin-Melle Mustefa bû wezîrê Eskeri (parastinê NW). Pistî dawîhatina ser ordîya Sovyetê ji axa Îranê derket û cumhûrîyeta Mahabad jî ji ortê rabû. Barzanî bi 500 servana ve ku piranîya wan ji esîra Barzan bûn ji hudûdê Îranê derbasî Sovyetê bûn. Servanê kurda sîlehên xwe danîn û hinek ji wan li Azerbeycanê bi cîh bûn ên mayî li Asya navîn. Barzanî li Yekîtîya Sovyetê di bin bernavê Mamedov de jiya. Hatina Barzanî û servanên pêre ne hat pir eskere kirin. Ne Barzanî û ne ên pêre hatibûn tu kesek ji wan tu carî li ordîya Sovyetê bi tu awayî eskerî nekirine. Ji bo ew gotinên kû bela dibin ku Barzanî Generalê Ordîya Sovyet bû ji serî heta dawî derewin. Ev gotina bi epîzodekê (serpêhatîyek.NW) ve grêdayîye di encamê de Barzanî bi xwe ji min re got deme kê kû li Mosko bû ji Vayentorg (dikana ku cil û caw û tistên eskerî û ên din difrose) Kincê generalê Sovyetê kiribu (wê demê mirov dikaribû ji Vayentorgê bikirîya) û resmekî xwe pe kisandibû ew resim ketibû destê îstixbarata Îngliz.

Guhertin di jîyana Barzanî û hevalên wî de pîstî mirina Stalîn çêbû. Ji gotinên Barzanî ên li cem min qeyd kîrî (Barzani bi Rûsî dipeyivî lê ne Rûsîyek gelek bas, min gotinên wî kiriye zimankî literatûrî) ‘ Ez hatim ber deryê Spaskî ( navê derîkî Kreml) ê Kreml û min li derî xist Ofîtserekî (esker) ciwan li hev hatî pirsi: çî ye tu li derî dixî? Min bersîv da ‘Ev ne Barzanî ye li deriyê Kreml dixe, soresa Kurdî ye’. Li ser gotina Barzanî pasê ew ji alîyê G.M.Melnîkov de hate qebûl kirin û pistî dîtina wan bi hevre Barzanî sandin dibistana partî a bilind (Dibistana partîya komunîst a Yekitîya Sovyet a bilind) û hevalên wî sandin dibistanên navîn. Hemû li Yekitîya Sovyetê 12 salan man. Pistî serketina soresa Iraqê ya sala 1958a Barzanî vegerîya Iraqê û li wir ji ber gringîya Barzanî a ji bo Qasim û ji bo paraztina yekîtîya navbera hukmê nuh û kurda, Barzanî bû wekîlê reîsê cumhûrê cumhûrîyeta Iraqê. Lê pistre têkilîyên wan dîsa xirab bûn û Barzanî çû bakurê Iraqê, Kurdîstanê, û ji nuh de ser di navbera Kurda û hukmê Bexdayê de destpê kir.

Serê gelekî xurt di dema Arif de bû û heta dema destpêka ku birê Arif bû reisêcumhûr. Di temûza sala 1966 reisê cumhûri nuh Arif û Barzanî ji bo asîtîyê li hev kirin. Serê mezin sekinî lê cih cih pevçûn çê dibû. Di wê demê de ji redaksîyona Pravda ji Mosko ji min re emir hat buroya Pravda a Qahîrê ku ez biçim bakurê Iraqê.

Barzanî nehatibû îzolekirin. Mirov dikarîbû Barzanî bidîta, her weha rojnamevana ji dikaribû Barzanî bidîta, lê hemû dihatin bakurê Iraqê di rîya Îranê de. Wek rojnamevanekî yekemîn ê Sovyetê ku dixwest Barzanî bibîne, min nikarîbû haya hukumeta iraqê jê çênekim, ji ber ku hevdîtinek bê ku haya hukûmeta Iraqê ji heba çêbûba wê ne maqûl ba, ji ber ku me dixwest em Hukûmeta Iraqê û Barzanî nêzî hev bikin.

16 çilê pasîn sala 1966a reisê cimhur Arif ez qebûl kirim, berya wê min bersivê pirsên xwe bi nîvîski ji wî wergirtibû. Hevpeyvîna min bi Arif re wê di Pravda bihata belav kirin. Arif di hevpeyvinê de got ku yek ji pirsên girîng ew e ku li bakurê Iraqê aramî çêbibe. Li ser ve bersiva Arif min got tu çi difikirî ku rojnamevanekî Sovyetî be ku rîya Îranê bi kar bîne karibe biçe Kurdîstana Iraqê, ji ber ku em dihesibînin Kurdistana Iraqê parçek ji Iraqê ye, wer diyar bû argumentê min tesir li Arif kir û wî emir da wezirê parastinê ê Iraqê ji bo ku min bighine Kurdan, teferûte ve çûnê gelek in lê bi 2 serbazên ordiya Iraqê re û bi makînak eskeri bi esker ve em çûn bakur. Yek ji serbazê bi min re, hin berya biçim li ambasada Sovyetê a li Bexdayê ji min re gotin birayê wezirê parastinê ye û ye duda min bi xwe fêm kir dema em diçûn bi rê de min û Sasa Zatovî tercumane sefaretê bû, pistre bû sefirê Sûriyê, me nukte digotin (henek dikirin NW) em gelekî dikeniyan we demê yek ji serbaza jî xwe ne girt bi me re kenya. Wê demê min fêm kir ku ew ji bi rûsî dizanî. Dema wê vegeryana ez û wî bi tenê di erebê de man û min jê re got bese çi tu xwe li ehmeqî datinî.

Bi kurda re bi riya lasilki (telsiz) de têkilî kirin, bersiva Kurdan gotin Makîna (seyare) eskerî ji wir bibin, lê her du serbaz berdan û em çûn zivistangeha Barzanî, heta we demê hîna tu berpirsên hukûmeta Bexdayê nehatibûn wê derê.

Û nuha em li Kurdistanê ne. Ji alîyê Lirik (edeb) de min xwe negirt. Li vî cihê xwesikbûna wek di çîroka de 2500 sal e miletê ser bilind û azadixwaz Kurd dijîn wek carna ji wan re dibêjin ‘Rîtsarên rojhilat’. Tistên ew pê serbilind bin hene, yek jê Selhedin (Selhedinê Eyubi NW) ewê ku xaçparêza nikaribûn wî biskînin, lê ji aliyê din ve Kurd bûna Nûri Seid bi wan geleki nexwos bû. Lê çi sirûst. Ev çîyayên ku dighên asimana, gum guma dengê ava paqij distirê, gulên reng a rengi ku li hevkirî, berfa sipî ku li serên çîya, qîsên di rengê bronz de, gihaya ku rengê sîn ê tarî erd wek xalîçê xemilandî ye, mirov dibêje qey ev Tehtên mezin xususî ji bo parastina vê xaliça ji gihayê ye ku nehêle ba bi ber xwe ve bibe. Ev giha ciwan ku ji jorde ji serê qîs de heta ku dighêje erdê mirov dive çawa ew giha weha li ser qîs dikare xwe bigre, Tistên balkês ev darên rast ku wek hev in. Wer ciwan e Kurdistana Iraqê.

Makîna me di rêyek pir teng de dihere, em dikevin gelîkî pir teng kû dirêjaya wê 12 km ye, jê re dibêjin geliyê Elê Beg. Rêya çar alî: aliyê rastê Rewanduz, aliyê çepê Diana, û rast Hecî Umran, heta hudûdê Îranê. Em rast (direkt) çûn qerekola ordiya Iraqê a dawi, erebe berdan. Ji vir peve tu esker an kardestên hukûmeta Iraqê nîne. Vê heremê hêzên Kurdi ên Melle Mustefa Barzanî kontrol dikin.

Makînak Wilis bi 3 çekdaran em pêsewazi kirin, endamê komita navendî partî Demokratî Kurdistan Samî, yek jî li ser navê Barzanî û sufêrê makînê. Me silav li hev kir û makîna wilyes da pêsîyê ji bo rêbertîye. Pistre di rêya xaçrêkande û di nav teht û qisan de, bi rê de Sami ji min re got li vê derê çend pêsmerga (Servanên Kurd vî navî li xwe dikin) ‘Berê xwe dan mirinê’ û li hember Alayek Iraqî ser krin û ew dan sekinandin.

Barzanî pêsewaziya min bi du Kurên xwe – Idris û Mesud ve kir. Mesudê 17 salî, wê demê berpirsê radio bû. Min bi xwe re ji bo zarokên Barzanî du seetên me yên destan Palyot wek diyari biribû, le dema min di destê wan de seetên rolex dit ez hinki sas bûm. Melle Mustefa Barzanî ez bi gelek kêfxwesî pêsewazî kirim. Derhal em dewetî xanîkî ji axê kirin, li wir sobak ku li ser tekeran ku ezing tede disewitîn û paçek bi tawana xani ve li ser pehnaye giredabûn ji ber ku xanî dilop dikirin, li derve ji berf û baran bi hevre dibariyan, di nav re carna siva xwe li wî paçî dixist ji bo ku ava dilopan tekeve bidonê ku danîbûn bin paç.

Li erdê xalîçe hebû û xwarin danibûn. Bi me re herdu serbazen Iraqî jî runistibûn, yekî ji wan li min û Barzanî guhdar dikir sohbeta me bi zimanê Rûsî bû. Lê min ji Samî re gotibû ku ji Barzanî re bêje yek ji van serbazana bi Rûsî dizanî, ji bo wê jî sohbeta me bi zaneyî bû. Barzanî ji min re got ‘Li Bexdayê tev diz û pêxwas in (eyn weha got), lê yek mirovê bas û rast heye ew ji wezêrê parastinê ye’. Bê guman ev gotin hemû ji bo birê wezîrê parastinê bû ê ku li cem me rûnisti bû.

Hevdîtina me ya esasî dema nivê sevê, du kesên çekdar ku ez ji xew rakirim û birim xanîkî din. Barzanî ez hembêz kirim û got ‘Yekîtîya Sovyet- Bavê min e’. Barzanî got, ew bi pêsneyara îtîfaqê a Yekîtîya Sovyetê a asîtîyê re ye, lê bawerîyê bi Bexdayê nîne, li Bexdadê ekstrîmîst bi xurtî li hember îtîfaqa li hevhatinê a ku hukûmetê bi kurdan re kîrîye disekinin. Her weha berdewam kir û got; Her dem tirsa me a ji ser, nahêle em bala xwe bidin ser xweskirina jiyana xelkê (Min bi xwe dit çawa Kurd dijîn, malê wan behtir li ber çîyan in, xanîyê wan ji herîyê û keviran in, herdem ser xanî gundor digerînin ji bo xanî dilopa neke. Elektrîk tuneye, di malê de lampak gazê û hesirek li ser erdê ax heye) a ku Bexdayê naxwaze alikarîyê bike , tevî ku Bexdadê soz dabûn alîkarîye bikin.

Li ser pirsa min a ku têkilîyên we bi Îranê re hene-li cem me îspat hebû ku Barzanî bi dizî çûbû cem sah- bê teredut û vekirî bersîv da ‘Ez naxwazim vesêrim ma ez çi bikim dema yek derî tenê ji min re heye kû ez karibim bi dinyayê re bidim û bistînim ew jî deryê Îranê ye. Ji bo min a herî grîng bersîva Barzanî a li ser pirsa min ‘Hûn çawa duwahatina Kurd dibînin, hun dizanin ku gotin hene ku Kurd dixwazin ji Iraqê veqetin ‘

– Evêya dujminê asîtîyê ên li ser axa Iraqê di derheqê me de wer difikirin. Heta hukûmeta Iraqê bi xwe ji me re bêje veqetin em venaqetin . Ev welatê me ye. Lê Kurd divê xwedî hemû mafan bin, wek Ereban. Hemû ser li ser vêya ye.

Di sohbeta min û Samî de min fêm kir ku berya em bên wir bi çend rojan pêsmergeyek kiribûn hepsa partîzanî- xanîkî ku deryê we girti bû, çekdar diparêzin. Wî gotinên dijî Ereban gotibû ‘ Samî got. ‘ di gotina wî de (pêsmergê girtî werger) tistên rasîzmê hebûn. Em rê nadin tu kesî ku cewherê tekosîna me biguhere.

Kurê Barzanî Îdrîs ji min re got hêzên ordiya Serhiladanê esas ji Kurdan pêk tê lê di nav me de Asurî û Ermenî jî hene. Yek ji amirhêzê soresê Ereb e, amirhêzê batalyona Komunîsta ye. Ev batalyon ji endamên partîya Komunîst a Iraqê ji Kurd û Ereban pêk hatîye di sala 1963 de ew ji ber hukumeta Iraqê hatibûn Basur.

Karê min Dewam Dike

Çûna min a duda bakurê Iraqê pistî guhertina hukum li Bexdadê di wextekî kinde çêbû. Hevditina min a bi Barzanî re dida redan ku hêviyek pir biçûk bi Barzanî re çêbûye, ku berpirsên hukumeta Iraqê yê nuh we bala xwe ji ê kevn bêtir bidin çaresrîya pirsa Kurd- ji ber ku pistî îtifaqa bi Arif re cih cih ser berdewam bû. Duwaroj wê çawa be? Ev pirs di hevdîtina min a bi serokê Kurd re pirsek grîng bû. Barzanî û hevalên wi ji rewsa heyî a tevayî û rewsa hundirê tevgera Kurdî ne rehet bûn. Di vê demê de hêzên pêsmerge ne tenê serê ordîya Iraqê dikirin, her weha serekî berfireh bi hêzên çekdar ên Celal Talabanî re jî dikirin. Barzanî bi nefret ew bi cehs (di zimanê Kurdî de yanî Ker) nav dikirin. Bexdayê bi zanebun Perçebûna di tevgera Kurdi de bi kar di anî, gelek caran bi destên xerîb kar dianî.

Mosko biryar da ku çûna rojnamevanê Pravda a Kurdistana Iraqê divê berdewam be. Di dema kin a pesîya me de, wê rewsa Iraqê bi Ereb û Kurdê wê ve çawa be?- ji bo pirsek weha ne rehet cara duda ez çûm bakurê Iraqê herema Kurd. Wê carê Makînê Eskort (qesda wî makînê hukumeta Iraqê ne. NW) bi min re tunebûn, makînak bi sofêrekî-Kurd hat devê otela ez lê bûm û ji wir me berê xwe da bakur. Di rê de min bala xwe da der dorê, hertist hatibu guhertin li gor dawîya 1966. Edî mirov dikare bêje zivistan nemaye, tavê dabû serê çîyan û qîsan û ji wê mirov rengê sînekî vekirî û zerê vekirî didît.Tistê zivistan dianî bira mirov bes ava wek buzê cemidî ku di geliyan de diherikî de bû. Makîna me Landrover di wextek kinda ji alîkî çem derbasî alîye din bû, sureeta makînê bes di viraca û li ser pirên dirêj kêm dikir. Sofêr geleki aram (sakin) bû, di destpêka gelî de em berdan, meena wê ji hember makîne nayên.

Sofêr ‘ xortekî dirêj î li hev bû, Kurd bû, porî wî res bû lê çavên wi sîn bû makîne bas dajot. Wî direksîyona makînê bas girtibû û ji alîkî din de jî pêre çekek bi jarjora ve hebû. Em birin bakur. Pêsmerge, servanê ji hêzên Mele Mustefa Barzanî bû.

Min hefteyek gelek xwos derbas kir. Min hevditin bi Bazanî û zarokên wî her weha bi endamên komîta nawendî a PDK û bi gelek pêsmergeyan re kir. Hema bi yek dengî li ser riyên çareserîya pirsa Kurd disekinin û dixwestin pirsa ku bûye sebebê hezaran kustin û perisanîya xelkên Iraqê çareser bibe. Heger her du çûnê min ê pêsî bes ji bo naskirin û rojnamevanî bû lê ên pasê êdî wek ji bo navbençîtîyê bû.

Berya çûna xwe ya sisyan li Bexdayê min hevditin bi Sedam Husên re kir, ewê ku di hukûmeta Iraqê de bûbû berpirsyarê têkilîyen bi Kurda re. Hîn berî ku mewqifê xwe diyar bike Sedam pirsa Kurdî wek derencakê ji bo karibe di hukumde bilind bibe didît. Evêya rewseke ne xerab ava dikir ji bo ku Kurd bi karibin atonomiya kamil di hundirê Iraqê de bi dest xin. Ev her weha fikra balyozê Sovyetê ê Bexdayê F.N. Fedotov jî bû. Di hevdîtinê de Sadam mewqifê ku kare bi Kurda re li hev bike diyar kir û ji min re got tu dikarî ji Barzanî re bêjî ez amade me gelek tistan bikim ji bo ku têkilîyên Ereban û Kurdan bighêje dereca li hevhatinê.

Di hevditina min a bi Sedam Husen re a ku 23 .01.1970 de, Sedam behsa lazimbûna dan û stendinê bi ‘brayen ku di bin serokatîya Barzani de ne’, ‘ji bo garantiya atonomîya heqîqî ji Kurdan re’. Lê bê bawerîya çêbûye dikare bibe asteng li pesîya vê prosesê. Lê Sedam got, tistên di demên derbasbûyî de çêbûn berpirsîyarê wê bi temamî ne partîya Bees û ne jî Barzanî ye. Lê belê xwîn hate rijandin, ji bo em bi karibin bawerîyê di navbêna xwe de ava bikin, dive nêta bas û em karibin sexs û grûpên xwedî mewqifê ekstremîst bisekinînin, ev sexs û grûp di herdu alîyan de jî hene. Ev tistên han hêvî didan û ji alîkî din dihîst ku li hember Sedam mewqifekî pozîtîf bête stendin, her weha Sedam got ez dixwazim tu dem dem karibe biçe Kurdîstanê.

Mirov dikare bêje ji 1966 heta 1970 yekemîn berpirsyarê Soyetê bûm ku min Barzanî dem dem didît. Havîna ez li holika dijîyam û zivistana ez li xaniyên ji kevir û axê dijîyam. Her weha Viktor Viktorovîç Pasûvalyûk û Oleg Gerasîmovîç Peresîpkîn jî li gel min bûn, lê berpirsyarî li ser milê rojnamevanê Pravda bû. Me hemû tist dikirin ku em Hukûmeta Iraqê û Kurda nêzî hev bikin, ji bo em karibin tesîrê li Barzanî bikin, Samî (navê eslî Mihemed Mehmud Evdirehman) û Mehmûd Osman ku bi navê Doktor Mehmud tê nas kirin gelek bûn alikar. Mehmud Osman bi rastî doktor bû, xwendina tip xelas kiribu û dibû alikar ji nexwesan re, henek dikir digot îsareta min a rojçêbûnê derzî u tifing e.

Yek ji wan kesê ku di nezîkbuna herdu terefan de rolek pozîtîf lîst, mirovê mutewazî, zana û sempatîk, xwedîyê xelata Lenîn a asîtîyê Ezîz Serîf bû. Di vê demê de ew ji mihacirtiyê vegeryabû û bûbû endamê Hukûmetê. Ez difikirm bi insîyatîva Sedam dawîya sala 1969 Ezîz Serîf Kurdistan ziyaret kir. Pistî wê bi demek hindik ez dîsa çûm Kurdîstanê. Ev dem tam dema ku êdî qedera itfaqê li ber îmzekirinê bû. Berya çûna me bi tistekî hindik delgasyonek ji Bexdayê hatibû Kurdîstanê û li ser hinek nuqte li hev kiribûn. A herî muhîm wek prensîp li ser Otonomî li hev kiribûn, lê hin wê Kurd çawa di hukêmeta Bexdayê, di Ordîya Iraqê de, cîh bigrin, ne gihêstibûn îtîfaqekê, pirsa duwaroja Kerkûkê, Pêsmerga û tarîxa ilana Otonomî vekirî hîstibûn. Barzanî, Ezîz Serîf û ez me navroj dixwar û me hersîya sûsak konyaka Îranî vexwar, Barzanî gelek rehet û vekirî dipeyivî û qedehek konyak hilda ji bo xelkê Rûsî û yekitîya Sovyet vexwar. Vekirê digot li ser Tawsîye (gotina) Yekitîya Sovyet min bi Bexdayê re dest bi dan û stendina kir, yek ji wan tawsîyan wî digot eve ‘qebûlkirina dan û stendin bi xwe wê mewqifê Kurda û PDK xurt bike’.

Pistî navrojê sohbeta min bi Doktor Mehmud re ji ber ku doktor Mehmud serokê delegasyona Kurda ji bo dan û stendin bi Bexdayê re bû, û bi Ezîz Serîf re ji ber ku ez û wi di xanîkî de diman û bi gelek Kurdên dî ê min ew bas nas dikirin dewam kir. Min fêm kir ku ev kar ne weha rehet e. Ez û Ezîz Serîf wek hev difikirîn, me digot lazime kurd nuha di pirsên hin ne hatine helkirin de israrê nekin a muhîm dan û stendinê bidomînin û ji bo vê jî delegasyonek xwe bisînin Bexdayêê, ev pêsneyara me hate qebûl kirin û li Bexdayê min delegasyona Kurda li sefareta me (sefareta Sovyet. NW) pesewazî kir. Pir xerîb bû ku dema min Îdrîs, Mesud, Doktor Mehmud u Samî bi taximî kinca û kravat dit (qesda wî ev e ku wî herdem ew bi kincên pêsmerga ve ditibûn. NW) ev di 6 sibatê sala 1970. de bû. 14 mehê me dîsa hev du li sefareta Sovyetî a Bexdayê dît. Di vê nabenê de di dan û stendinan de li ser hinek xalan îtîfaq hatibû kirin, bê guman di îtifaqê de tesîra me li ser herdu alîya jî hebû. Li ser pirsa Kerkûkê Kurda kompremîsek weha qebûl kirin ku Kerkûkê we bi ser herema Kurdistanê vebe lê petrola wê di destê hukûmeta merkezî debe.

11 adarê 1970 de reîsê cumhûrê Iraqe Bekir di radîo û televîzyona Bexdayê de deklerasyone (beyana) asîtîyê a ku mafê Kurda ê otonomîya netewî di çarçewa Iraqê de nas dike, xwend. Miletê Kurd wek Ereban bûn yek ji milletê Iraqê yî esasî, wekîle reîscumhûr dive Kurd be, di hukumeta Bexdayê de 5 wezîr wê Kurd bin. Ev hemu cara pêsin di dîroke de dibin.

Dokûmenta ku navê wê programa 11 adarê 1970 li tevaya Iraqe bi kêfxwesî hate qebûl kirin, bi hezaran Kurd li dora Kerkûkê agir dadidan û kêf dikirin. Roja îlana sekinandina ser ji li bakure Iraqê bi Kurdan re, di mitinga li meydana El tehrîr li Bexdayê ji însana te ax bavêta erdê li erdê ne diket. Li kêleka reîscumhûrê Iraqe A.Bekir, zarên Barzanî Îdrîs, Mesûd û Doktor Mehmud hebûn.

Lê pir heyf pîstî demekê têkilî bi Bexdayê re disa xera bûn û dîsa ji nuhde ser dest pe kir.

Xatir ji Kurdistanê xwestin

Di rewsek weha de seferek min a Bakurê Iraqe din jî çêbû. Berya wê 22.01.1973 li Bexdayê min Sedam Husên dit û wî bi israr dixwest ez Barzanî bivînim. Sedam digot ew dikare xelet têbighe ku tu 3 sale li Bexdayê ye û naçî wir, em naxwazin Barzanî sas te bighe ku Yekitiya Sovyet edî wi muhim nabîne, em gelek qîmet didin vî karê Yekitîya Sovyetê ku tesîrek pozîtîf li ser Barzanî dike. Sadam got, ez nuha emir didim ku teyarek te bibe heta Kerkukê û helîkopterek ji te ji Kerkûkê bibe heta Rewandûzê.

Ez vegerim dokumentê xwe. Li Rewandûzê berf heta çongê ye. Makînak ku sofêrê wê Kurd hate heta orta Alayek ordiya Iraqe em ji wir sar kirin, ev nayê wê mehnê ku orta kurda û hukumeta Bexdayê xwes e, bileks. Em hatin qereqola pêsî a pêsmerga, wek demên berê dema orta wan ne xwes bû kontrol dikirin. Em gihan cihekî ne pir mezin çûn mala Îdrîs û Mesûd. Mirov his dikir ku Îdrîs qeleqe (aciz e.NW) bi teybetî dema Barzanî hat ev bêtir eskere bû ez û Barzanî çend seeta bi Rusî bi hevre di peyivîn Îdrîs Rusî tê nedigihîst, dema Îdrîs got,’ tu îspat tuneye kû hukumeta Iraqê nîyeta wê ya itîfaqe pêk bîne heye’ ji min re ev gotin ne pir xerîb bû ji ber kû cihetekî emîn ji min re got ku hemû tekilîyên bi Îranê re di rîya Îdrîs de tê kirin.

Bi ya min du tistên ku di navbera Barzanî û Sedam Husên de ku Barzanî sexsî aciz dikir hebûn. Ya pêsî Melle Mustefa bi xwe ji min re got. Grupek Sêx hatin cem wî, wî pêsewazîya wan li bin kon kir, yek ji wan sêxan rica kir ku gotinê wan li teypek portatîf qeyd bike ew teyp dor çend kîlogram bû di we teypê de bombe hebû, sofêrê otobusê ku muxaberatê Iraqê bû di otubosê de rûnistibû û dema ê sêx teyp derxist wî ji otobusê ew teyp bi taqandin da di wê demê de yek ji pêsmergan xwe nizm kiribû ku kehwe bide barzanî di esnayê teqandine de ew ji Barzanî re bû sîper û hat kustin. Barzanî dewam kir û got ehmeqê parêzgerê min hemû sêx û sofêrê otobusê kustin. Me nikaribu êdî tehqîqa vê bûyerê bikin, lê ez bawer im Sedam Husên ev kir.

Tistê duda bi kurê wî yê mezin Ubeydulah ve grêdayî ye. Hin li hevditina min ya pêsî bi Barzanî re, Barzanî ji min re got ku wî Ubeydulah girtîye û difikire wî bikujin, ji ber ku wî rêya meyî ku em alikariya madî jê werdigrin ji dujmin re vekirîye. Min jê re got, belkî Ubedulah ev ne ji dujmunatîyekê kiriye ji sasîtî kiriye. Nizanim gotina min tesîr li Barzanî kir, lê Ubedulah ne hat kustin û ji ber nexwesîya wî ya apendisîte îzin danê ku biçe Bexdayê û Ubedulah ji Bexdayê venegerîya, her çuqas çend caran ji Bexdayê ew xwestin jî lê hemû caran tu bersîv ji Bexdayê nehat. Min di derheqê Ubedulah ji Tariq Ezîz pirsî, wî ji min re got ‘ me gelek caran ji Barzanî soza ku wê Ubedulah ne kuje xwest lê Barzanî ev soz tu caran neda me. Min fêm kir ku lazime em mesella Ubedulah nekin bazarê, Ubedulah kurê wî ye û ew ji serok esîr e’.

Di vê demê de tistê herî zêde Bexdayê û heta vê dawîyê yên me jî ne rehet dikir xurtbûna tekilîyên Barzanî û Sahê Îranê ku Emerîkî li pist wî bûn. Me informasîyon ji cihê emîn girt ku hin kes li ser navê Barzanî çûne Tel ebîb (Îsraîl.werger). Îsraîl dixwest problema Kurdî li dijî dujminê xwe Iraqê bi kar bîne, hinek pere dan Kurdan, le ne gelek pere bû. Pirsa min ya raste rast ji Barzanî re a ku li ser tekilîyên wan bi Sahê Îranê re, wî bersîv da min ji bo nan min li derîkî xist nan nedan min (qesada Barzanî Iraqe.Y.P) ma ez ji birçîna bimrama?, min li derîkî din xist. Ma kî gunehkar e- ez ya ê kû nan neda min?. Barzanî înkar ne dikir ku sîlehan ji Îranê werdigre, digot em dest bi ser nakin lê lazime em amade bin ji paraztinê re.

Wê rojê bi Barzanî re heta derengê sevê em rûnistin. Pistre ew bi çend makîna ve ku paraztina wî dikirin çû, û ez û Doktor Mehmûd gihan hev û wî (Doktor Mehmûd.werger) ji min rica kir ku em tesîrê li Barzanî bikin ji bo dîsa nêzî Iraqê bibe, em bi du parêzgehan re digerîyan, lingê me di berfê de wenda dibû. Em vegerîyan ku razên, yek ji parêzgeha sobe dadida, ji bo ku me ne pir germ be carna pace vedikir, lê her gav ez ji serma ji xew sîyar dibûm, tevi ku ez bi kincën hirî ên sportê ve radizam.

Dewleta yekgirtî a Emerîka dikare hesaba li ser bikaranîna faktora kurda bike?

Di sala 1975 de disa ser di navbera Kurda û hukûmeta Iraqê de dest pê kir. Berya vê bi salekê di 1974 de Bexdayê qanûna numra 33 a ku avakirina otonomîya Kurda qebûl kir. Ev qanûn bi Barzanî ne xwes bû ji ber ku heta ve demê ji li Kerkûkê Kurd mecbûr dikirin ji Kerkûkê derkevin û sûna wan ereb dianîn. Ev serê dest pê kir ne serekî ku Kurda dixwestin ji Iraqê veqetin. Hêvîya ku hîn bikaribin bi Kurda re li hev bikin mabû, ji ber kû Kurda tu xebateke ku ji Iraqê veketin nedikirin, heta di serê Iraq û Îranê de ku tevî ji alî Hukumeta Iraqê ve silehê kîmyawî jî li wan hat xistin nêtek wana ku ji Iraqê veqetin çênebû.

Kudên Iraqê tu carî ji Iraqê veqetandin ji xwe re nekirin kar, heta di demên ku hukumeta Iraqê pir zeîf bû û nikarî bû serê kurdan bike jî kurdan pirsek weha ku ji Iraqê veqetin neanîn rojevê. Ev di demên serê Kendavê de dema Iraq bi ser neket an dema Iraqê hêzên xwe li Basurê Iraqê ku li diji serhildana sîîa bi kar anîn. Kurda di wê demê de kontrol li ser hemû heremên ku lê dijin kirin, wek Mûsil, Erbîl, Sulêmanî û heta demekî li Kerkûk jî. Pirsa veqetandinê pistî 1991 ji nehat rojevê, dema ku Konseya Ewlekarîyê ya Yekîtîya Miletan a biryara ‘herema ewlekarîyê’a di paralela 36 a bakur ji vê heremê hemû ordîya Iraqê veksîya. Pisti van tistan hilbijartin ji meclîsa netewî çêbû û Hukûmet ava bû. Ev tist hemû di bin sîara ku Kurd ji Iraqe venaqtin û ji ‘Kurdistanê re otonom’ya kamil’ ve xeta weha a tevgera Kurdî him ji alî Yekîtîya Sovyetî pistgirî didît û him jî ji alî Federasyona Rûsyayê jî. Ji ber ku ew texmîn dikin ku wê hilwesandina Iraqê çi tistên negatîv ji bo Rojhilata Navîn bi xwe ra bîne.

Lê pistî serê Amerîka li dijî Iraqê ê sala 2003 di tevgera Kurdî de fikrên cudabûnê xurt bûn. Wasîngton bi du tistên zehmet re hat beramberî hev; ya wê pistgirîya cudabûna Kurdan bike, Iraqê bine rayê û perçe bike. An ji wek ku Emerîka nuha dixwaze wê Kurdistana Iraqê di nav Iraqê de bihêle û bi pistgiriya Kurdan berjewendiyên xwe biparêze. Ji ber ku pistgiriya avakirina dewletek Kurdî dikare bibe nakokîyek cidî di navbera Emerîka û hevalbendê wê yî NATO Turkiyeyê de.

Pistî salên 1965 di tevgera Kurdî de pêsî xîlaf pasê jî perçebûn çêbû. Hîn dema hevdîtina min ya pêsî li Kurdistana, sekretarê PDK Hebîb ji min re got Celal Talabanî (reîscumhûrê Iraqê yê nuha) û hevalîn wî ji partîyê hatine avêtin, ji ber karên wan yên xerab’. Pistî ‘ programa 11 adarê 1970’, Talabanî rêxistina xwe fesix kir û vegeriya nav PDK.

Serhildana Kurda a li dijî qanûna Numra 33 ji alîyê Bexdayê ve hatê rûxandin. Barzanî çû Îranê pistre çû Dewletên Yekgirtî ên Emrîka û di sala 1979 de li Emerîka vefat kir. Û Talabanî ji nuh de dîsa ji PDK veqetîya.

Pistî salên 1975 li Kurdîstanê du hêz hebûn: PDK bi serokatîya Kurê Barzanî Mesud û Yekîtîya Nistimanî Kurdîstan a ku Celal Talabanî avakiribû. Heta salên 1995 tu nêzîkayî di navbera van herdu hêzan de çênebû, tevî ku mirov digot wê Serê Iraq û Îrane herdu hêza nezî hev bike. Hîn di destpêka salên 1980 de di navbera Hêzên PDK a Barzanî û YNK a Talabanî serên xurt hebû. Bes pistî zeîfbuna wan a li hember ordîya Iraqê herdu hêzan dest bi dan û stendinê kirin u di sala 1992 de parlementoyek ku 50+50 li hev payê kirin û hukûmetek koalîsyon avakirin, lê vêya dijberîya herdu alîyan nesekinand.

Heta dewetîya Emerîkayê a ku di sala 1998 de ji Mesud Barzanî û Celal Talabanî re sandin û li Emerîkayê itifaqek di navbera herdu hêzan de avkirin ji nebû alikar ji dijberîya herdu hêzan. Emerîka dixwest ku Kurdistan xurt be ji bo balansa li hember Bexdayê. Heta sala 2002 fiilî li Kurdistanê du hukûmet hebûn, Bes di dawîya 2002 de berya ku hêzên Emerîkî dest bi operayona li diji Iraqê bike, hukûmetek yekgirtî ava bû.Tevî ku Kurda di operasyona Emerkayê a li dijî Iraqê pistgiriya Emerîkayê kirin jî lê Mesud jî û Talabanî jî di beyanê xwe de ê di derheqê operasyonê de bi hezir bûn.

Pêsmeraga cîh cîh bi hêzên Emerîkîre tevî operasyonên li dijî ordîya Iraqê dibûn. Di adara 2004 de li bajarê Selhedîn herdu hêzen Kurd konferansek li hevhatinê li dar xistin. Kurd bûn hêza esasî ji bo Emerîka ku bikaribin hukûmeta muweqet li Bexdayê ava bikin û avakirina yasa ya Iraqê pêkbînin. Di dawî de li hev kirin ku Celal Talabanî bû reîscumhûrê Iraqê û Mesûd Barzanî bû serokê herema Kurdîstanê. Lê ev hemû hîn ne dîyar e ku wê pirsa Kurd li Iraqê û siyaseta ku Emerîkîya kurd ji xwe re kirine esas li Iraqê çawa be. Bi teybetî pistî ku Emerîkî hêzên xwe ji Iraqê veksîne. Barzanî hin wek berê kontrola heremên çîya bajarê Erbîl û Dihok dikin û Talabanî kontrola destê- Sulêmanîyê dikin. Hîn di rastî de yekîtîya hêzên çekdarên Kurd çênebûye, di kontrola Barzanî de dor 15 hezar servan û dor 30 hezar jî çekdarên ji esîren Kurd pêk tê, ê Talabanî hinek kêmtir e. Di hilbijartinên parlemento ya Iraqê a sala 2005 de, Yekîtîya Demokratîk a Nistimanîya Kurdîstan betir taktîkî bû ji bo bikaribin di parlementoya Iraqê de 76 kursî wergirin. Nuha gelek Erebên ku di dema rejîma berêde anîbûn Kerkûkê gelek ji wan ya wan derdixin an ji ew bi xwe ji Kerkûkê derdiçin. Heta nuha hin kesekî ji wan (Kurda.NW) ku Kerkûk paytextê Kurdistana Iraqê ye ji bîr nekirine.

Di destpêka sala 2004 de Kurda referandûmek çêkirin ji bo serxwebûna Kurdistanê û milyon û hefsedhezar îmze topkirin û ji Neteweyên Yekgirtî (NY) re sandin. Rola kurda a di rejîma Iraqê yî îroj de bi Ereban ne xwos e û ya pasî, bawer nakim ku di demek nêzîk de tu kes bi karibe problemên ku xwedî tarixek dirêj ê hundur Kurdistanê û problemên Kurdistanê ên bi merkeza Iraqê re hel bike.

Dengê Kurdistan

Back to top button