Nivîsar

Ji bo rojên xwes, em hazirin, lê, hûn..?

Hilbijartina gîstî a îsal ji pir alîyan ve gelek giring e. Gelek giringe lewra pirsgirekên ku ji sal û zemanan ve mane bêçareser,di vê hilbijartinê de,di rojevê de xwe dikin berçehv.Helbet ev pirsgirek ne pirsgirekên îrone.Bi dehan sale ku turkîye dinav van pirs û kêseyandeye lê mixabin ku, desthilatdar û serkarên Turkîyê, bi wêrekî û rasteqîn xwe nêzîkê çareserkirinê nekirine.Her tim li dor van pirsgirekan çûn-hatin kirine, lê,sedem mafên sîyaseta rojane, nekarîne kû welêt derxin xwesî û astî û firehîyê.

Li dawîya vê hilbijartinê, ‘destûreke nû‘ û pirsa ‘ çareserîya Kurda’ û pirsa ‘pergala serokatîyê’ wê were rojevê. Parlementoya nû divê van pirsan çareser bike.Hêvîdarin ku meclîsa taze van pirsan bi sîweyek demokratîk, li ser bingehek ‘Dadwer, azadî, astî û demokratîk’ pêk bîne.

Xwes xebere, lê min ne bawer e.

Bêgûman pirsgireka here giring û sereke,pirsa çareserkirina Kurdî ye Demokrasîyek berfireh, pirsaElewîyan,ya ciwanan, ya jinan û rewsa aborî û resa jîyana xebatkaran pirsên rêzêne ku li benda çareserkirinek bi demokratîk û bi rûmet in.Binaxkirina çekan, seknandina ser, dûrxistina tehdîta çekan, normal kirina sîyaset û jîyane,astî, azadî û demokrasî,daxwaz û helwesta hemu welatîyane.

Destûrek nû û nûjen,wê karibe rejimek nû û nûjen ava bike.Ji bo vê yekê, cesaret û dilsozî lazime.

Pirsgireka Kurdan, ji van hemuyan elzemtir e. Lewra heta ku ev mesele çareser nebe, welat nagêje rojên xwes û bextewer.Ev neçareserkirina îro dibe sebebê nerazîbunê, sebebê kêmbûna serfirazîya gelan,kambaxkirina aborîya Turkîyê û ser û pevçûnan.

Lewra pirsgireka Kurd û Kurdistanê çare nîne divê were safî kirin..Ev pirs ji sed sala virde li Turkîyê,her dimîne.Rejimê hestê salan sedem çareserîyê rêya tundî-dijwarî û leskerî bijartibu. Digel vê,asîmîlasyon, nîjatperestî, redkirin û înkarkirin, rê û sêwaza fermî a rejima Turk bu.Ev yek tû sûdek neda rejimê.Rejim pêhisîya ku ev rê ne çare ye. Di van salên dawî de, dev ji înkar û asîmilasyon û redkirinê berda, lê,bi esasî vê pirsê çareser nekir.

Di wan hestê salên rabirdî de, kustin û ser û qirkirin,asîmilasyon û înkar û sîyasetên ewlekarane,pirsa Kurdî beralî nekir.Malîyeta vê sêwazê ji rejimê re bareke giran peyda kir.Rejim pirsa Kurdî jî digel sîyaseta xwe a tund û dijwar,terorîze kir û berê Kurda da çîya û zinara,tu rê û mecal neda Kurda ku bi rêya demokrasî û astîyê Kurd bigêjin maf û berjewendîyên xwe yên netewayetî.

Di sala 1984’an de, PKK dest bi serê çekdarî kir.Ev ser hê di destpêkê de,bi provakasyon û dek û dolaban xwe da naskirin.PKK, roja ewil armanca xwe wek rizgarkirin û azadkirina Kurd û Kurdistanê beyan kir.Helwesta Kurdistanek hevgirgtî,demokrat û serbixwe bala gelê Kurd jî kisand.Lewraye ku Kurda bi dil û mal û can pistgirîya PKK’ê kir.Kurda wer dizanî ku wê PKK ji wan re welatek azad çêke û her kes têde sad û dilsad bijî.

Serê çekdarî, sî salan bi xwîn û kustin û dijwarî, bi talan û kawilkirin û kambaxî dewam kir,Lê tû tistek biser tistek neket.Mexsed û mirazê Kurda ma di cî de.Du hezar gund hatin sewitandin, çil hezar xort hatin kustin, Kurdistan kavil bu, bi dehan hezar mal koçebar bûn, hevde hezar kustînên nedîyar peyda bun,gelek mal û malbat berê xwe dane bajarên mezin û bune penaber.Dîsan jî, azadî nehat,pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebu.

Li dawîyê serokê PKK’ê,hate girtin û teslîmê rejimê hat kirin.Apo, hê di balafirê de, got ‘ez hazirim xizmetê bikim,fersend bidin min çî ji destê min were, ezê bikim.’ Bi hezaran Kurdê ku hêvî û umuda xwe bi PKK’ê ve girêdabun,xemgîn bûn, dilsar û bêhêvî bun.Ev enqaz û telefbûyîn ma di destê gelê Kurdistanê de.Kurd careke din ruberûyê qedera xwe a xirap bûn.Heyfa wan xortan ku ji bo azadîya Kurdistanê canê xwe dan,xelata wan, helwesta wan bicî ma, û Kurdistan jî, azad nebu.

Îro PKK doza ‘ Turkîyevanîyê’ dike.Hêza PKK’ê a eskere HDP; vê rêyê danîye ber xwe û bi eskerehî dibêje ku ’em partîya Turkîyêne û me divê ku em bibin Turkîyelî.’ Rêveberên PKK’ê, îro li ser vê raya nû xwe jinûve birêxistine û dimesin. Ji Kurda re jî dibêjin dengê xwe bidin me. Dîyare, rêya rojane a HDP û PKK’ê rast û rast evcar jî entegrasyon e.Yanî ew dixwazin ku kurd bi Turkanve bizeliqin.Lewraye ku dibêjin: ’em federasyon yan xweserîyek milli naxwazin, Yek welat û yek al besî me ye.’

Base madem wisa bu evqas xwîn û kustin û malwêranî ji bo çî bu.? Çima we evqas xortên Kurd da kustin.? Ev malwêranî û koçeberî û sewat û xerakirin û xwîn rêtin sedem çî bûn.? Ma qey Kurda xirabî kirin ku bi ser û mal û can pistgirîya we kirin.? Xelata we evyek bu ji bo gelê Kurdistanê.? Heyf û mxab nîne gelo,eyb û serm nîne gelo.? Mirov bi qedera miletek bindest evqas dileyîze.?

Ev hilbijartin gelek giringe,lewra,res û spî wê derkeve meydanê.Rûyê nedîtîyên hemu partîyan wê xûya bike.Qenc û xirap, bas û nebas,Kurdîtî û nekurdîtî wê mîna sî û tavê eskere bibe.Welathizî, gelparêzî û nistimanperwerî wê derkeve meydanê.Ka kî azadîxwaze û kî nîne, kî ji bo gelê Kurdistanê jîyanek serfiraz dixwaze û kî dev ji doza Kurd û Kurdistanê berdaye, wê bas were zanîn.

Îro tenê Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR li ser navê Kurdistanê û bi bernameyek Kurdistanî derdike pêsberê gel û welat.

HAK-PAR, bi bernameyek demokratîk û azadixwaz besdarê hilbijartinê dibe. HAK-PAR di beyana xwe a hilbijartinê de, bicamêrî dibêje ku ‘ ez Kurdim û min ji bo Turkîyê demokrasi, ji bo Kurdistanê azadî divê.’ HAK-PAR,jibo demokrasî, astî û azadîyê pergalek ‘federalî’ dixwaze. HAK-PAR dibêje: ‘ Ne Turkayetî, ne înkar , ne entegrasyon, çare federasyon.’

HAK-PAR bi 483 namzetan, li 75 navçe û li 73 bajaran besdarê hilbijartinê dibe. Hemu namzetên HAK-PARÊ Kurd û Kurdistanî ne. Ji 483 namzetan 137 jin, 83 ciwan û 2 astengwar henin. HAK-PAR,li hemu bajarên Kurdistanê dikeve hilbijartinê û ji her alî ve, xwe têkûs amade kirîye.Lewra gelê Kurd ne bêçareye,ne mecbure dengê xwe bide bîyanîperestan, zordest û soven û sas û fehsan. Divê Kurd, bi kedxwar û nîjatperest û zordestan nexapin.ji rêya rast û mehqûl cûda nebin.

HAK-PAR Kurde, Kurdistanîye û ji bo Kurdan dixebite.

HAK-PAR berî kul isteyên xwe bide licneya bilind a hilbijartinê, gelek hewil da ku divê hilbijartinê de hevkarîyek netewi, yekîtîyek demokratîk û millî pêk bîne.Bi çend hêz û rêxistinên Kurdistanî re, çend hevdîtin jî pêkanî.Lê mixabin ku bereyek netewî pêk nehat. HAK-PAR beyan kir û got: ‘werin em vê hilbijartinê bikin platformek netewi. Em hazirin partîya xwe û destkevtîyên partîya xwe bi hêzên Kurdistanî û demokratre parve bikin.’ Meclîsa Partîyê jî vê rêyê her tim vekirî hist,lê, çênebu,yekîtyek netewî û demokrat pêk nehat.

Gelek kesan gazin kirin gotin ‘çima bi HDP’ê re hevkarî nayê kirin.’ Dîyare ev dilxwazîyek dilovan bu.Lê, HDP qet xwe nêzîkê vê yekê nekir.Rojek ji roja li ser vê yekê hevdîtinek jî nexwest.HDP,nexwest ku bi HAK-PAR’ê re, hevkarî bike. Lewra ev yek jibo wan asyengan wê bîanîya pês.Helbete yê ku here zêde hewceyê hevkarîyê bu, BDP bu. Ji bo wan meseleya bend û barajê hebu.Ew ,ji hemu kesî zêdetir hewceyê yekîtî û hevkarîyê bun.Lê dîsan jî, tu cehdek jibo hevkarîya di gel HAK-PARÊ nîsan nedan.Ewan berê xwe dan,çend kesên ji hûrgelan û çend hûrikên çep û çepên Kemalist.

Tistê here balkês ewe ku, HDP, bi rêya,DTP û HDK’ê ,bi gelek hêz û rêxistinên biçûk re hevdîtinan pêk anî. Derdor û berdevk û rayedarên PKK’ê gotin ku ‘tifaqa Kurdistanî a HDP’ pêk hat û bi mejî û fêm û feraseta azadîxwazan henek kirin.

Hêz û rêxistinên ku îro pistgirîya HDP dikin, ÖSP, Azadî, DTP,DBP,HDK,DDKD,bun.Ji van DBP,DTK;HDK ji xwe rêxistinên HDP û PKK’ê ne.AZADÎ û ÖSP û DDKD jî, rageyandin ku ‘ Em bi DTP re lihev hatine ku em di hilbijartinê de pistevanîya HDP’ê bikin.’ Ew yekîtîya xapînok ku HDP dibêje me pêk anîye ev yeke û ne kêm û ne zêde, her wihaye.

HDP xêr bibîne ji bazara xwe.

HAK-PAR wek alternatîfek Kurdistanî li benda gelê Kurdistanê ye. Heq û niheq eskereye.Gotin kûta buye. Niha dema dengdanê ye. Du rê li ber gelê Kurdistanê henin. Yan wê vê carê jî dengê xwe bidin partîyên kedxwar û xapînok û bi qedera xwe qaîl bibin, ji zilm û zordaestî û Turkayetî û entegrasyonê re bêjin ‘ erê’ û yan jî; wê xwedî li maf û berjewendîyên gelê Kurdistanê derkevîn û bidin nîsan ku vaye gelê Kurd ji pêye û rê nade sîyaset û kiryarên çewt û sas.

Di vê hilbijartinê de, ji bo çareserîya pirsgirekên welat ‘erê’ yan ‘na’, ‘ Kurdbûn’ yan ‘windabûn’….’ Bûn’ yan jî ‘nebûn’ Hemu mesele ev e.

HAK-PAR ji bo astî, demokrasî , azadî û komereke federal hazire, ji bo avakirina Turkîyayek demokrat û Kurdistanek azad, HAK-PAR hewceyê arîkarîya we ye,HAK-PAR, li benda we, amade ye.

Rêz û hirmet ji bo helwesta Kurd û Kurdistanê ye.

Latif Epözdemir

Balkêş e ?
Close
Back to top button