Nûçe

Ji çapemenîyê û raya gistî re

HAK-PAR li dijî derbeyan e, hewldana kirina derbeya eskerî ya roja 15ê tîrmeha 2016-a mehkûm dike.

Roja 16-ê tîrmehê Koma Serokatîyê ji boy nirxandina bûyerê civîneke taybet pêkanî.

Ji ber ku hukumat û gel bi awayeki pît li hemberî tesebusa darbeyê rawestîyan, ew hewldan bi ser neket. Koma Serokatîya me, vê yekê wek tistekî hêvîçêker dibîne. Digel helwesta hevgirtî ya partîyên sîyasî, derketina gel ya ser rê û caddeyan bi awayekî girseyî li dijî darbeçêkeran, temînata herî mezin ya demokrasîyê ye.

Hiç nayê qebûlkirin ku hêzên çekdar li ser sîyaseta sîvîl zextê bikin û vê ji xwe ra wek mafekî bibînin.

Careke dî dîyar bû ku her rejimeke ku xwe nespartibe demokrasî, serdestîya Huqûqê, mafê mirovan, dikare bibe hedef ji bona mudaxaleyên weha yên ne rewa. Rêya xurtkirina demokrasîyê, di serî da bi çareserkirina pirsa Kurdî û pirsa Alewîyan û hemû pirsên sîyasî û civakî li gor normên huqûqî yên navneteweyî ra derbas dibe.

Di saya xwedîlêderketina gel ya li sîyaseta sîvîl û demokrasîyê, hewldana derbeya eskerî hat sekinandin. Niha ji vir sûnda tistê herî girîng ku divê bête kirin ew e ku bi zagoneke bingehîn ya nû, hevçax û sîvîl, dewra derbeyan bi temamî ji holê bête rakirin.

HAK-PAR li dijî her sêweyê wesayeta burokratîk û leskerî ye. Mesandina sazîya siyasetê bi sêweyê sîvîl û demokratîk diparêze.

Hetta ku pirsa Kurdî neyê çareserkirin, temînata parastina demokrasîyê pêk nayê. Hetta ku ev pirs hebe, kiryar û tevgerên bi dizî dê dewam bikin. Her tevgereke dizî wê bi xwe re krîzan bîne holê. Nebûna wekhevî û heqanîyeta di navbera dîn, nijad û jîyana aborî ya hevwelatîyan da, wê hertim zemînê derbexwezîyê hazir bike.

Hukumat, pistî skandina tesebusa derbeyê, divê bi hîç awayekî dest nevêje kiryar û biryarên antî demokratîk û cudahîyê neke navbera hevwelatîyan.

Helbet divê cuntaxwaz li ber dadgehê hesab bidin. Divê ev zîhnîyeta kevneperest, antî demokratîk û fasîst ji holê bête rakirin. Divê demokrasî li ser bingehê wekhevîya Tirkan, Kurdan û gelên mayîn bête avakirin. Di çareserkirina pirsên sîyasî de zor û sîdet neyê xebitandin. .

Em ji bo hevwelatîyên ku ji ber vê hewldana cunta-xwazan jîyana xwe windakirine rehmetê û ji birîndaran ra sifayê dixwazin. Em lanetê li darbe-xwazan dikin, ji hemû gelê me ra derbasîyê dixwazin.

16.07.2016

KOMA SEROKATÎYÊ
HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button