Nivîsar

Ji çîrokên pir kurt û dirêj

Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.

Hebû cîhanek, xweza û seqa û avûbayê wê pir xwes bûn, jiyan li ser zemîna wê bi hemû wateyên xwe bi nirx bû.

Ew cîhana bedew besekî biçûk bû ji stêrkên vê gerdona me ya mezin.

Oldar dibêjin:’Ti cîhan ji bilî ya em li ser dijîn di gerdonê de tuneye.’

Lê zanyarên çerxê dibêjin:’Pir cîhanên din mîna ya em li ser dijîn di gerdonê de hene, mirovên li wir dibe ji mirovên li vê cîhana me zana û jîrtir bin, dibe jî rojek were ew bi çekên kesnedî êrîsî vê cîhana me bikin û me qir bikin.’

Çawa ev salix û nerîna zanyarên çerxê di rêka Facebookê û Twitter û WhatsAppê re dighêje Qamisloka paytext, bala xortekî Kurd diksîne, ew xort bilez radibe û radihêje pênûs û du pelikan û dest bi nivîsandina name û birûskekê dike- û weha ji berpirsên wê stêrkê re dibêje:’Hêja XXXL serûkê stêrka bira, hêja ZZZL supahsalarê stêrka pir nêzîkî me, ez xortekî Kurd im ji Kurdistana basûrê rojava me, ez dixwazin ji we hêjayan re bibêjim, ku hûn ti xema nexwin, ne hewceyê hûn xwe biwestînin û ji wê dûrê ve werin û êrîsî vê cîhana me bikin, mirovên li vê derê ‘xwe bi xwe serê hev dikin’ Hemû ol û oldar ser û dijminatiya hevdu dikin, sermayedar û belengaz hevdû dikujin, dewlet hemû serên hev dikin, zarok û kal û xweza bi çekên kîmawî têtin kustin û qirkirin, bi tanq û top û balafirên cengî gund û bajar wêran dibin, hoz û êl û malbat xwe bi xwe dijminatî û serên hev dikin, di hemû malan de bira û bira; xusk û xusk serê hevdu dikin û hevdu dikujin, du hevsî li ser zarokan hevdu dikujin, du hevalên hev li ser du firingan hevdu dikijin, yek ji bo çokolatekê bixwe û çixareyekê biksîne, xwediyê firosgehê dikuje, yekî dîn û serserî ji bo mirîskan bidize û zeytûn û zeyta zeytûna û sêv û hinaran bixwe û ava sîrîn vexwe, kelepûrê Kevin wêran dike û miletekî dikuje, her roj dîwar di nav miletan de têtin avakirin, ji devêla avakirina dibistan û zanîngehan, mêjgeh û dêr û kenistan avadikin, her roj zarok ji ber kêmbûna sîr û nan û çeqilmast û tilîsewitî û pelûlê bi miliyonan li cîhanê dimrin, bi miliyarên dolaran li ser karxaneyên çêkirina çekên giran xerc dikin,ta niha me bi sed miliyonan ji hevdu kustiye û hîn jî em van kiryaran dikin.

Vêca ez ji we herdu hêjayan hêvî dikim, ku ne hêjaye hûn werin cîhana me wêran bikin, ji ber ku mirovan ew bi xwîna sor xemilandi ne.’

Ligel silavên germ ji Qamisloka paytext

Xortekî Kurd

Pistî xortê Kurd name û birûskê bi dawî dike, radibe li ser pista minminîkeke rengxwesik girêdide û disîne wê stêrka nêzîkî cîhana me.

Çawa ew name pistî 21 sala dighêje serûk û supahsalarê wê stêrkê, ji rastî û hûrgiliya van agahiyan matmayî dimînin, bi xemgînî radibin resbelekekê dinivîsînin û bi lez li ser pista kuliyekî rengxwesik ji wî xortê Kurd re disînin.

Ew resbelek pistî 21 sala dighêje destê xortê Kurd, ji bextê me yê sipî bû, ku wan berpirsên hêja têde biryareke dîrokî sitandibûn, ew jî ew bû, ku nema dixwazin werin serê vê cîhana me bikin, ji ber ku mirovên ne çê û ne qencîxwaz dijminatiya hev dikin- û bi wê stûbariya xwe ya kirêt û gemar li vê cîhana me radibin.

Çîroka min ji we re xwes û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne res.

[email protected]

Bawerê Omerî

Balkêş e ?
Close
Back to top button