Nivîsar

Ji çîrokên pir kurt û dirêj

Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.

Hebû welatek, xwedî xaknîgariyeke pir fireh û xwes bû.

Di orta wî welatî de desteke pir fireh hebû, di nava wê de bi hezaran kanî û daristan û sînkayî û gulistanên rengîn hebûn, seqa û avûbayê wê orte bû, ango ne pir sar û ne jî pir germ bû.

Di wê destê de 60,000000 kelesêr û 60,000000 mirîsk hebûn.

Ew herdu nivsên balindeyan di pêsî de bê astengî di wê buhistê de diçêriyan.

Bedbextane, û ji ber xwediyên wan tunebûn rojên wan ne bi hesanî derbas dibûn, her kêlîk û demjimêr wan kelesêr û mirîskan xwe bixwe li ser cih û koxik û çêrgehan serê hev dikirin. Tevî ku ew cih û koxik û çêrgeh têra hemiyan jî dikir, lê hedana wan bê ser nedihat.

Pistî di wan seran de hevdû birîn dikirin, wê demê dibûn neçîreke pir buha û hesan ji lawirên din re.

Ji aliyekî ve roviyan êrîsî wan dikirin, ji aliyekî dî ve guran êrîsî wan dikirin, û ji aliyên din ve jî pisîk, gumgumok, balindeyên baz û basoke, mar û kûriskemisk û hemû lawirên din yên gostxwer neçîr û rav li wan û çêçik û hêkan dikirin.

Di wê rewsa wan ya pir aloz de û bi sedemê serê di nav wan de, her roj hejmara wan lawirên kedî kêm dibû.

Heya hejmara wan gihiste ses kelesêr û ses mirîsk û ses çêçikan.

Ji bextê wan ê sipî rojekê ji niskave kerwanek di nav wê destê re derbas dibû, ew jî li zîv û zêr û ava sîrîn û pariyek nan û mêweyekî xwes digeriyan, wan bi çavên xwe dîtin bê çawa ew kelesêr û mirîsk mîna sêr û pilingên birîndar li wir serê hevdû dikin.

Pistî wî kerwanî bi hezaran perîkên cure cûr bi çavên serê xwe li wir dîtin, radbin wan her hîjdehên li wir zindî mabûn digrin û pirsa perîkên li ser zemînê rêzkirî bûn ji wan dikin.

Belengazekî xwedî ezmûn ji wan re dest bi çîroka wan perîkan kir û got:’Hejmara me berî niha 60,000000 kelesêr û 60,000000 mirîsk bû, ev nêzîka dused salî ye, ku me timî li ser cih û koxik û çêrgehan serê hevdû dikir, her cara yek ji me birîndar dibû, ew dibû rav û neçîr ji lawirên gostxwer re, me xwe bixwe li hev nedikir, ji lewra hejmara me îroj wek hûn dibînin pir kêm bûye, em bûn qurbana mejiyê xwe yê pir biçûk, ev perîk jî bermayê nezaniya me ne.’

Yekî ji nav wî kerwanî fort li wan kir û got:’Binêrin! niha em ê we li hevdû bînin, ji bo hûn careke din serê hevdû nekin, em ê li we û welatê we pir miqate bin, ev çiya û dest û û ezmanê weha sayî û xaka we ya dewlemned li ti welatên din tuneye, vêca vê carê hisê xwe bidin serê xwe û hûn dizanin li hawirdora we li jêr û li jor hemû dijmin in, hûn vî serê nav xwe ranewestînin yek tenê jî ji we di vî welatî de namîne, deng hate we!!!

– Qid qid qid qidîsk, qid qid qid qidîsk, qid qid qid qidîsk û û û û, û û û û, û û û û……. Li ser sera û ser herdu çavan, li me negrin, bibûrin! Nikilên me ji ser û pevçûnê kerimîne û dengê me tevan ji toz û tirabêlkê ketiye û qirikên me jî ziwa bûne.

Çîroka min ji we re xwes û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne res.

Bawere-Omeri@hotmail.com

21.06.2020 z ‘ 2720 k

Bawerê Omerî

Balkêş e ?
Close
Back to top button