Nûçe

Ji Komeleya ÇIRAyê panelek bi Eskerê BOYÎK re

Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAya Amedê, di 24ê Adarê de bi Eskerê Boyîkî re panelek li darxist. Panêl; li Sînemaya Biçûk a Sumer Parkê, bi besdarbûna endam, alîgir û gelek nivîskar û rewsenbîrên kurd pêk hat. Mijara panêlê ‘Di wêjeya kurdî de sopên Êzdayetiyê’ bû.

Panêla ku ji aliyê ÇIRAyê ve hatibû organîzekirin, bi axaftina serôkê komeleyê Burhan Denîzî destpêkir. Denîzî, xêrhatina mêvanan kir û kêfxwesiya xwe anî ziman ku wan Eskerê Boyîkî li Amedê kiriye mêvan.

Panêla ku ji aliyê birêvebirê komeleyê Hanîfî Erenî ve hate birêvebirin, wek du besan hate lidarxistin. Di besa destpêkê de Eskerê Boyîkî; derbarê dîrok, çand û prensîbên ola Êzdayetiyê de agahî da. Pistî agahiyên derbarê Êzdayetiyê de, Boyîk hinek jî li ser xebatên wêjeyê yên li Sovêta berê sekini û da zanîn ku ev xebat di nav zor, zehmetî û tunetiyê de gihîstiye asteke girîng.

Pistî axaftina Eskerê Boyîkî, panel bi besa duduyan domiya. Di vê besa panêlê de besdarên konferansê nêrînên xwe anîn ziman û pirs ji Boyîkî pirsiyan û Boyîkî jî bersivên van pirsan da.

Komeleya Çandî û Hunerî ya
ÇIRAya Amedê

Dengê Kurdistan

Back to top button