Jibo Me Kurdan Meha Adarê
Xwendevanên xosewîst, jibo hemû gelên cîhan wate ya meha Adarê çî ye, di vê mehê da çi bûyer qewimîne, ez naxwazim têkevim kûrahîya vê gelsê. Jixwe ez ne pisporê dîkoka vê mehê û vê gels û mijarê me, lê jibo me Kurdan wate û navê vê mehê çî ye, di vê mehê da -bi taybetî di sedsala çûyî da- çi bûyer qewimîne ez pîçekî dizanim.
Meha Adarê jibo me Kurdan.
Li gor gotina bav û kalan, bi hezaran sal berê, zarokên Kurdo û Werdê -Dîsa li gor gotina bav û kalan û mîtolojîyê, Kurdo û Werdê bav û dayîka me Kurdan, ên yekemîn in- meha Adarê ji xwe ra kirine mehek pîroz, ji xwe ra kirine mehek taybet, mehek sabûnê, lê ji salname vê mehê ra -Takvîm-çi gotinê ez wê nizanim.. Di heft (7) û hivdehê (17) vê mehê da rojî girtinê, ji Xwedê yê xwe ra diwa kirine ku Xwedê, wan ber bi germahîyê, kesk û hêsinayî yê, gul û gulîstanan, bax û bistan û çandinîyê ve dibe. Bi taybetî jî roja bist û yekê (21) vê mehê ji xwe ra kirine SERSAL. Her sal ev roj ji xwe ra kirine cejn, roja sabûn û dîlanîyê. Ji ber ku di vê rojê da av û hewa yê xweza tê guhartin, germahî dikeve binê erdê, ku bav û dayîka min ji vê germahîyê ra ‘Sêla sur, ango germahî dikeve binê erdê, berfê dihelîne, hemû nebatên xweza nûve zindî dibin, vedibin’ digotin. Ji ber ku piranîya erdê Kurdistan, di dûsa behr û deryan da pirr bilind e, çîyayên bilind gelek in. Li ser gelek çîyan çûcar berf bi tevahî nahele. Bi kurtî di vê mehê da kal û pîr ciwan, nebatên mirî zindî dibin, rewsa av û hewa yê cîhanê tê guhartin.
Belê, li gor bawerîya min meha Adarê jibo me Kurdan, mehek usa girîng û pîroz e. Ev roja sersalê di wexta serîhildana tevgera Kawa yê Hesinkar da wateyek dî standîye, îcar bûye roja Rizgarîya û Azadîya Gelên Arî. Li gor gotina mezinan û nivîsîna dîrokê, Kawa bi xwe jî Kurd bûye. Ji ber vê yekê gelê Kurd vê rojê ji her gelî pirtir rojek pîroz, rojek evrar dibîne.
Gotinek bav û kalan heye, jibo meha Adarê, usa dibêjin:
Bihare, Adar e/ Dew li dar e.
Ez jî usa dibêjim:
Adar e, him hogir/ Hin neyar e.
Jibo hinekan hewa germ
Jibo hinekan jî qemir e
Berfa sar e
Di bin mîyan da berx
Di bin bizinan da jî kar e
Dewlemend zik werimî
Kesîb jî lawaz û jar e
Welatê me tarûmar dikin
neyarê har e
Belê xwendevanên hêja, wateyek meha Adarê jibo me Kurdan wek van gotinên min e. Lê hûn vê mehê çawa dibînin, çito dinirxînin, çito sîrove-dikin ez wê nizanim, zanîna xwe dibêjim.
Ez bawer im we ji bîrnekirîye. Jibo vê mehê min di nivîsarek xwe da usa gotibû: Adar e, bi ês û jan e/ Him cejn e, him dîlan e.
Min li jor qase zanîna xwe, di heqê wate ya meha Adarê, a yekem da, zanîna xwe ji we xwendevanên delal ra got, ku ev jî jibo hevoka duwem, ango cejn û dîlanê bû, lê divê vêca jî ez dagerim werim ser jan û êsa vê mehê.
Gelo çira bi jan û ês e?
Belê êsa heftê hezar (70.000) cangorîyên Dersim, xwîn-rijandina heftê hezarî di vê mehê da, ango di Adara sala 1937’da destpêbûbû, di Tebaxa sala 1938’an da, tevahîya rengê axa Dersim bi xwînê sor û mor bûbû. Her çiqas ku tevkujîya serê Sêx Seîdê nemir û gor bihist di meha Sîbatê da destpêbûbû jî, lê xwîna bi deh hezaran Kurd dîsa di vê mehê da hat rijandin; erdê Amedê, Xarpitê, Dara Xanê, Çapaxçûrê sor bû, hêj jî li ser wî erdê pîroz xwîn dirije, xwîna xort û keçên Kurd.
Lê sanzdehê (16) Adara 1988’an?
Jana pênc hezar (5000) cangorî û deh hezar (1000) birîndarên Helebce? Gelo ev jan û ês çawa were rawestandin? Kul û birînên sedsalan çawa derman bibin? Gelo bijîskek û dermanekî van jan û êsan bên dîtin? Gelo bersîva van pirsan heye? Kî bersîvê bide? Kî ji vî gelê mazlûm, xudan kul û birîn ra bijîsk û dermanekî bibîne????? Lê ENFAL, 182.000 cangorîyên Kurd di bin qûmên dijmin?…….
Belê xwendevanên delal, pirs pirr in, lê rews jî li ber çavan e. Îro sêzdehê (13) vê meha Adarê ye, ez jî li pês kompîtor rûnîstîme, di heqê vê mehê da ji we ra qal û behsa rindî û xirabîya vê, derd û kulên me Kurdan dikim.
Gelo çi wext em van derd û kulan, jan û êsan ji bîrbikin?
Em îro di Adar û pêvejoyek nûda ne. Li welêt hewa sar e. Berf li ser çîyan dihele, lehî û lesar diherikin, axa reng xulav û boz ber bi gelê me tê, balkês bin. (!) Li girava Tîlmûnê Sabas û Mardûk di qesrek kirîstal da rûnistine, di heqê gelê me da biryarên nû distînin. Di kêleka yekî da Tehiptîlla, di kêleka ê dî da jî Îlûna ye, dixwin, vedixwin, diaxifin, kêf kêfa wan e. Gelo ew jibo gelê me çi biryaran bistînin? Ji wan kîjan xwedê yê sergêjên gelê me ye? Gelo ew wî serê qirêj bidin rawestandin, astî û demoqrasîyê bînin nav gelê me yê mazlûm û bindest? Bi a Xwedê, bi Erebî, însallah.
Herwaha xwedevanên hêja, Adar tim Adar e/ Jibo me Kurdan bi ês û jan e/ Him cejn e/ Him dîlan e. Hêvî dikim îro suve him jibo me Kurdan, him jî jibo hemû gelên cîhan bibe meha astî, demoqrasîyê û meha sabûn û dîlanê.
Hestê Adarê roja dayîkên cîhanê ye, ew derbas bû. Ji dayîkan pîroz be. Sê roj suve sanzdehê (16) Adarê ye, roja bîranîna cangorîyên Helebce. Roja bist û yek (21) jî cejna Newroz e. Min jibo tevkujîya Helebcê mersîyek dûr û dirêj, ango helbestek nivîsîbû, ew di pirtûka mina nav ‘Hîrosîma Duwem Helebce’ de hatîye çapkirin. Yên ku bixwazin, dikaribin ji wesanên VENG’ê wê pirtûkê peyda bikin.
Ez bi helbestekî ve Newroza we xwendevanan pîroz bikim û dûwayî bidim nivîsê. Mi ev helbest di Newroza sala 1992’da nivîsîbû, ji gelek hevalan ra wek kartek pîrozbahî sandibû.
Newroz.
Newroz di nav xwîna sor da
Derbas dibe hezar sal in
Zilm û zor tim, di ser me da
Qet kêm nabin hezar sal in
Dijmin ne yek, çar dewlet in
Har, barbar in, bêrûmet in
Me dikujin, hezar sal in
Nahêlînin em cejna xwe
Pîroz bikin gor dilên xwe
Bibin xudan heq mafên xwe
Dibin asteng hezar sal in
Tim hogir in bo pirsa me
Dirijînin ew xwîna me
Disewtînin cî warên me
Dibe ev kar hezar sal in
Helbet dijmin tim dijmin e
Gelo sûcê me qet tune?
Çira em Kurd dij hevdu ne?
Bersîv tune, hezar sal in
Bi rastî ev serma me ye
Sûcê min e, sûcê we ye
Ev rews gel ra pirr gune ye
Bindest dijî çendsed sal in?
Bese êdî usa nabe
Hêz bibin yek ku gel sabe
‘Cejna gelê Kurd pîroz be’
Dibêje Riz, gelek sal in.
Carek dî ‘Cejna hemû Kurperwerên Kurdistan pîroz be’ dibêjim, saxî û serkeftina we xwendevanên hêja dixwazim.
Silav û rêz.ji we hemûyan ra.
Bimînin di xwesîyê da.
.
Riza Çolpan