Nûçe

Jolie: Heta niha min nexwesiya wiha nedîtiye..Li ser êsa koçberan min nikarîbû biaxivim

Nûnera NY ya Niyazpakiyê Angelina Jolie di serdana xwe de bo çend kampên koçber û derbideran li Basûrê Kurdistanê, hevdîtin ligel çend keçan kir ku ji aliyê DAISê ve destdirêjî li ser wan hatibû kirin.

Berî çend rojan, nûnera NY li Komisyona Bilind a Koçberên Cîhanê û Balyoza Niyazpakiyê li NY Angelina Jolie serdana Basûrê Kurdistanê kir û di wê serdanê de hevdîtin ligel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî encamda û serdana hejmareke pir ji derbiderên ji ber metirsyên DAISê reviyane li Dihok û Hewlêrê kir.

Besek ji dezgehên ragihandinê yên Iraqê, di wê baweriyê de ne ku, nûnera NY ji gefên DAISê netirsiye û serdana wan cihên ku berê dibin kontrola DAISê de bûn kiriye, di demekê de Herêma Kurdistanê sînorê wê ligel DAISê heye, lê Jolie di wê serdanê de dudilî nebû.

Angelina Jolie wiha got: ‘Heta niha min nexwesiya wiha nedîtiye û derbarê êsa koçberan min nikarî tistekî bêjim.’

KDP.info

Dengê Kurdistan

Back to top button